COLEMÊRG – Li gundê Evliyanê ya Şemzînanê Adem Kuyumcu dema li baxçeyê xwe dixebitî, ji kulubeya leşkerî gule berdan ê û ew qetil kirin.
Li gundê Evliyan a navçeya Şemzînana Colemêrgê leşkeran gule li welatiyekî barandin û ew qetil kirin. Li gorî agahiyan welatiyê bi navê Adem Kuyumcu duh êvarê baxçeyê xwe av dida, ji Qereqola Tutunluyê gule li wî reşandin. Kuyumcu di êrîşa leşkeran de jiyana xwe ji dest da.
Helîkoptera şandin herêmê cenazeyê Kuyumcu ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.