AMED – Rêxistina HDP’ê 5 kesên di 5'ê Hezîrana 2015’an de di mîtinga HDP'ê de hatin qetilkirin bibîr anîn û êrîş şermezar kir. Di bernameya bîranînê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan got: “Ew komkujî dê di dîroka Tirkiye de her dem wekî rûpelek reş bimîne.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), komkujiya di 5'ê Hezîrana 2015’an de li dijî mîtînga HDP'ê pêk hat şermezar kir û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, namzetên HDP'ê, malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûne û nûnerên rêxistinên demokratîk jî di navde komek qelebaliq li Qada Îstasyonê kom bûn û 5 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn û komkujî şermezar kir. Ji birîndaran Riza Ozden, Veysi Akbulut û Mehmet Şirin Akbulut jî amade bûn. Polîsan qad dorpêç kir û di bin dorpêçê de girsê bername pêk anî. Girseya ku kom bû ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, diyar kir ku êrîşên bombeyî bû perçeyek jiyana gelê kurd a bi êş û dîsa ji bo bîranîna bi êş li Amedêbi hev re ne. Buldan, anî ziman ku Dîroka Amedê tije êş û jan e û wiha got: "Dem bi dem ji aliyên hêzên tarî ve komkujî pêk hatin. Em bûn şahidê van komkujiyan. Yek ji van komkujiyan bûyera 5'ê Hezîranê ye. 3 sal berê li vir komkujî pêik hat. 5 hevalên me jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 400 mirovên me birîndar bûn. Ev êş û ev bûyer tu carî ji hiş û aqilan naçe. 5'ê Hezîranê di Dîroka Tirkiye de bûye wekî rûpelek reş û dê tu carî jê neçe."
KUJER NEHATIN GIRTIN LI PIRSÛS Û ENQERE JÎ KOMKUJÎ PÊK HAT
Buldan, destnîşan kir ku ji ber ji ber kujerên 5'ê Hezîranê nehatin girtin, piştre li Pirsûs û Enqere jî komkujî pêk hatin û wiha got: “Mirovên ku wê rojê li vir kom bûbûn tenê daxwazek wan hebû. Ew jî xwişk û biratî bû. Aştî û demokrasî bû. Xwestin welat nêzî azadiyê bikin. Daxwaza wan ji bo edalet, aştî û jiyana hevpar bû. Lê vê êrîşê rê li pêş edalet, aştî û azadiye girt. Îro jî yên aştiyê dixwazin tên girtin. Îro hêj kesên aştî xwestine girtî ne. Teqez dê rojekê edalet cihê xwe bibîne. Em de dest ji vê dozê bernedin. Em dê heta dawi bişopînin."