MÊRSÎN - Li Mêrsinê polîsan bi ser gelek malan de girt û gelek kesên di navde endam û rêveberên HDP'ê jî hene hatin binçavkirin.
Polîsan li navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê bi ser gelek malan de girt. Polisan di serdegirtina malan de gelek kesên di navde endam û rêveberên HDP'ê ji hene hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê. Sedema binçavkirina HDP'îyan nehat zanîn.
Hin kesên hatin binçavkirin û navê wan hat zanîn wiha ne: Faik Eroglu, Hasan Cîde, Bagrî Bugday.