Dê li Avzêmên Mûnzûrê keşif bê kirin: Em ê destûrê nedin talanê

img
DÊRSIM - Nûnerê Komeleya Hawîrdorê ya Mûnzûrê yê Dêrsimê Yûsûf Topçû, bertek nîşanî derxistina Avzêmên Mûnzûrê ya ji Qada Sîtê ya dereceya 1’emîn da û anî ziman ku Avzêmên Mûnzûrê di bin gefa şîrketên madenê de ye. 
 
Avzêmên Mûnzûrê ku ji bo elewiyan pîroz tên hesibandin û cihê îbadetê ne, di sala 2003’yan de weke “Qada Sît a Xwezayî ya Dereceya 1’emîn” hate tescîlkirin. Newala Pulumur û Mûnzûrê ku Avzêmên Mûnzûrê jî di nav de ne bi biryara Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê di 28’ê tîrmeha 2023’yan de weke “Qada Parastina Xwezayî ya Bikalîte-Sît a Xwezayî” û “Qada Bikaranîna Bikontrol û Parastinê ya Domdar- Sît a Xwezayî” hatin tescîlkirin. Şaxa Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB) a Dêrsimê li dijî veguherandina Avzêmên Mûnzûrê ya ji qada Sît a 1’emîn, Qada Sît a 2’yemîn a ji aliyê betalkirina biryara Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ve li Dadgeha Îdare ya Erzînganê doz hate vekirin. Di dozê de hate xwestin ku beşa têkildarî Avzêmên Mûnzûrê bê rawestandin û betalkirin. Ji aliyê tîmeke zanîstî ya ji 4 kesan pêk tê dê li Avzêmên Mûnzûrê keşif were kirin. 
 
‘DIXWAZE JI RANTÊ RE WERE VEKIRIN’  
 
Endamê Lijneya Kordînasyona Bajêr a TMOOB’ê ya Dêrsimê (ÎKK) Ûgûr Beycan, diyar kir ku Avzêm û Newala Mûnzûrê ji aliyê Parastina Xwezayê ya Erziromê ve weke qada sît a dereceya yekemîn hate îlankirin û wiha got: “Bi biryarnameya sala par di meha tîrmehê de hate weşandin re Robara Pulumurê statuya ‘Çem’ qezenc kir. Ji wî alî ve rewşeke erênî ye. Avzêmên Mûnzûrê ku qada sît a dereceya yekemîn in qada hesas a divê teqez were parastin e wergirtin qada parastina bikalîte. Dema em li vê dinêrin 65 kîlometreyên çep û rastê Çemê Mûnzûrê ne di statuya parastinê de ye. Masîvaniya herêmî dikare were kirin. Şantiyeyên şikandinê yên weke 2a-2b, kevir û xîz dikare bê avakirin. Xebatên keşfê yên madenan, santrala enerjiya tavê dikare bê avakirin û ji tûrîzmê re were vekirin. Biryarnameyeke ku her cure zexta rantê veke ye.”
 
‘AVZÊMÊN MÛNZÛRÊ NAVENDA BAWERIYÊ NE’ 
 
Beycan, diyar kir ku TMMOB’ê têkildarî beşa Avzêmên Mûnzûrê doz vekiriye û wiha domand: “Ji qada ku divê teqez were parastin veguherandin ‘statuya bikalîte’. Ev li dijî biryara Lijneya Parastina Xwezayê ye. Asta ku hevsengiya ekolojîk xera bike û navenda baweriyê ya gelê Dêrsimê heye. Em dizanin ku li ser Newal û Çemê Mûnzûrê gelek navendên baweriyê hene. Ji bo pêşî li polîtîkayên rantxur ên di dema pêş de hatine plankirin bê girtin û navendên baweriyê neyên hincirîn û Mûnzûr aydê gelê Dêrsimê û xwezayê ye, me doz vekir.”
 
‘DÊ KEŞIF WERE KIRIN’ 
 
Beycan, bi bîr xist ku dê bi kesên pispor li herêmê keşif bê kirin û ev tişt got: “TMMOB’ê doz vekir lê xwediyê dozê gelê Dêrsimê ye. 2-3 hefteye ji hêzên ked û demokrasiyê ya heta gelê me em bang li gel dikin. Pêvajoya hiqûqî girîng e lê ji bo civakîbûn, parastina Newala Mûnzûrê, parastina herêmê û jiyana ekolojîk em ê têkoşînê bimeşînin.”
 
Nûnerê Komeleya Hawîrdorê ya Mûnzûrê Yûsûf Topçû, destnîşan kir ku Avzêmên Mûnzûrê ji bo gelan ji berê ve cihên dîrokî ne. Topçû, bi lêv kir ku armanca bingehîn a daxistina dereceya Qada Sîtê ew e ku rê li ber şîrketan were vekirin û wiha got: “Em êrişa li ser ziyareta ku li vir cihê herî pîroz e qebûl nakin. Armanca sereke ya vê yekê ew e ku rê li ber şîrketên madenê were vekirin. Em nizanin Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê çi difikire lê em dizanin ku li gelemperiyê Dêrsimê bi ser 250’yan de madenên şîrketê rûhset girtine. Em dizanin ku wan biryar daye ku li gelek deverên wekî Karataş û Hanûşagi yên ku tenê li jora Avzêmên Mûnzûrê ne kanên zêran hatine tespîtkirin û ruhset hatine dayîn. Ev der dê bên talankirin. Bi daxistina statüye şîrketên madenan dê çem û bedewiyên xwezayî yên vê derê qirêj bikin. Em ê teqez destûrê nedin vê yekê.”
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

22/06/2025
17:38 DFG'ê 3’yemîn Lijneya Giştî ya Asayî li dar xist
17:25 Platforma Yekitiya Jinên Kurd a Bakur: Jinên Kurd dê di avakirina yekitî û civaka demokratîk de roleke sereke bilîzin
15:17 Nûnerên Mexmûrê piştî 37 rojan hatin berdan
14:43 Li Îranê bi pileya 5,1’ê erdhej çêbû
14:30 Tehranê piştî êrişa DYA’yê bi fuzeyan êrişî Îsraîlê kir
14:19 DEM Partiyê ji konferansê re peyam şand: Her hewldan dê me bêhtir nêzî çareseriyê bike
14:16 Îmamoglû: Divê sererastkirinên hiqûqî û îdarî bên kirin
Partiya Pêşerojê: Ji bo çareseriyê 10 xal pêşniyar kir
14:02 Tulay Hatîmogûllari: Divê biryarên DMME’yê tavilê bên cîbicîkirin
13:26 Ozgur Ozel: Avakirina aştiyê berpirsyartiya me tevan e
12:14 Faîk Bulut: Kurd êdî aktor in û divê bi serwextî tevbigerin
12:03 Di hevdîtina ÎHD’ê de mijara ‘dê aştî çawa pêk bê’ hate nîqaşkirin
11:11 Konferansa ‘Vekirina Rêya Aştiyê’: Divê eniya demokrasiyê çareseriyê pêşkeş bike
11:10 Xizmên Atak ê ji doza JÎTEM’ê tê darizandin êrişî xebatkarên şaredariyê kir
10:46 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:45 Li navçeyên Amedê ji bo zarokan şano hate pêşandan
10:32 Kampanyaya ‘Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’: Serlêdanên bo wezaretê didomin
10:31 Îdiaya ku malzemeyên tibbî yên li nexweşxaneya dewletê hatine dizîn
09:54 Kesekî nêzî Hamaney gef li DYA’yê xwar: Bila Tengava Hurmuzê bê girtin
09:47 Tehliyeya girtiya nexweş Besra Erol ji bo 6 mehan hate taloqkirin
09:34 Doza ‘îstîsmara zayendî ya li dijî zarok’ a mamosteyê qursê sibê dê lidarxistin
09:22 Ji malbata Yildirim ê leşkeran kuştibû tazmînat hat xwestin
09:03 Ji Netanyahu daxuyaniya destpêkê: Êrişa DYA’yê dê dîrokê biguherîne
09:01 Li zozanên petrol lê nîne ‘bîr’ tên kolandin
09:00 Li Elbakê nifûsa ciwanan kêm dibe: Sedem bêkarî ye
09:00 Bavê girtiyê ku rastî îşkenceyê hatiye: Tedawiya wî tê astengkirin
09:00 ROJEVA 22’YÊ HEZÎRANA 2025’AN
08:42 DYA’yê li tesîsên nukleerî yên Îranê xist: Tesîsên krîtîk hatin tunekirin
21/06/2025
18:27 Li Amedê li dijî tiryakê meş
16:19 Jinên Elewî ji bo aştiyê civiyan
15:43 Mexdûrên KHK’ê: Em ê li dijî şer aştiyê biparêzin
15:17 Tedawiyê nexweşên pençeşêr yên Can û Tat tê astengkirin
15:07 Îmamoglû der barê serdana DEM Partiyê de daxuyanî da: Divê li Meclisê komîsyon bê avakirin
14:58 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
14:35 Dayikên Şemiyê, aqûbeta Mûstafa Saygi pirsin
14:34 Xizmên Windayan: Bila polîtîkaya bêcezahiştinê bi dawî bibe
13:12 Li Meletiyê erdhej çêbû
12:54 Ayşe Gokkan: Yekitî dermanê civakê ye
Kongra Star: Dermanê êşa sedsalê yekitiya neteweyî ye
12:39 Silavek bo banga ‘Civaka demokratîk’: Strana Mizgîn
12:34 Dayika Eren Bulbul: Bila dayikên din zarokên xwe winda nekin
Dayika Ûgûr Kaymaz: Em edalet û wekheviyê dixwazin, ne rondikên çavan
11:48 Komexebata ‘Li Kurdistanê 100 sal: Heqîqet Edalet û Aştî’
11:36 Tehliyeya Nûrcan Aslan hat taloqkirin
11:36 Êrişên Îsraîl-Îranê yên li heberî hev berdewam in
10:51 Civîna YE-Îranê: Hevdîtina Cenevreyê bê encam ma
10:20 Îdîaya xwekuştinê ya di bin çavdêriya leşkerî de: 6 sal in li kujerê hevserê xwe digere
10:16 2’yemîn Rojên Şanoya Zarokan a Gerok bi dîmenên rengîn ve dest pê kir
10:15 Ji ber şer buhayê petrolê zêde bû
10:14 Li Amedê 3'emîn Konferansa Jinan destpê kir
09:35 Tehliyeya girtiyê ku piştgirî da banga Abdullah Ocalan hat taloqkirin
09:18 Titûnciyên Bedlîsê li dijî qeyran û qedexeyan têdikoşin
09:00 Kaniya Çirê tê tunekirin
09:00 Girtiyê ji sedî 76 astengdar e terkî mirinê hiştin
09:00 Serokê Baroya Amedê: Em hewl didin pêvajo pêşve biçe
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2025'AN
20/06/2025
16:41 Rehan Bayik hate definkirin
15:40 Li Mêrdînê şewat derket
15:34 Doza kesên tev li merasîma cenazeyê Aysel Doganê bûn hate taloqkirin
15:33 Li Licê li dijî mirinên biguman ên jin û zarokan meş hat lidarxistin
15:04 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
14:55 Baroya Amedê: Divê mafên penaberan nebin mijara bazariyê
14:39 Gora Revan Zana Bariştiran cara 4'emîn hate texrîbkirin
14:11 Hewldana Ji Bo Aştiya Civakî dê Konferansa ‘Rêya diçe aştiyê' li dar bixe
14:02 Tirkiyeyê gundên Dihokê bombebaran kir
14:01 Kesên di karesata şewatê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
13:47 MKG: Bila rojnameger Sevda Erkilinç were berdan
13:25 Ji welatiyên Amedê hişyariya pêvajoyê: Ger gav neyê avêtin dê şerê Îsraîl-Îran li vir belav bibe
12:47 Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk ji bo rakirina dorpêça li ser Mexmûrê bang kir
12:39 Ji OHD'ê rapora li ser girtîgehên Antalyayê: Mafê tedawiyê tê astengkirin
12:38 Ji bo kurê xwe yê di greva birçîbûnê de banga hestiyariyê kir
12:33 Rojnameger Amed Dîcle: Jehrkuja netewe dewleta yekperest, neteweya demokratîk e
11:40 Wezîrên 4 welatan dê bi rojeva şerê Îsraîl-Îranê bicivin
11:31 Platforma Yekitiya Jinên Kurd dê li Amedê konferansê li dar bixe
11:28 Li Wanê jin li dijî tundiyê bi hev re têdikoşin
10:59 Dayika hevjîn û kurê xwe di şer de winda kirî: Me ev bedel ji bo azadiyê da û divê gav bên avêtin
10:45 Ji ber endamtiya rêxistineke fesixkirî ceza dan siyasetmedar
09:56 Şewata li Keleha Mêrdînê derketî hate vemirandin
09:52 Li girtiyê destekî wî tune ye 11 roj cezayê hucreyê hate birîn
09:33 Li Şirnexê li dijî zarokan tacîza zayendî: Faîl hate tehliyekirin
09:20 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet tavilê gav biavêje
09:00 35 sal in li Elbakê hêştiran xwedî dike
09:00 ROJEVA 20’Ê HEZÎRANA 2025’AN
19/06/2025
16:55 DEM Partiyê li pêşiya Sîlîvriyê daxuyanî da: Daxwaza hemû hevalan aştî bû
16:19 Dayika Cemîl Bayik wefat kir
15:52 Dayika Aştiyê Latîfe Dag wefat kir
15:09 Selman Gunbat ê HDP’î hate tehliyekirin
14:58 Di doza rojnameger Şahîn de dê mutalaa bê amadekirin
14:33 Hevserokê Konseya Bajêr a Wanê Dogan tehliye bû
14:32 Li Colemêrgê ji bo girtiyê nexweş Giyasettîn Sevmîş daxuyanî hat dayin
14:21 Şerê Îsraîl-Îranê di roja 7’an de ye: Nexweşxane hedef hate girtin
13:52 Husunbeyî: Li dijî şerê li Rojhilata Navîn aştiya navxweyî girîng e
13:35 Zaroka 9 salî ya li Erxeniyê winda bûbû mirî hate dîtin
13:32 Nobeta li dijî tiryakê: Werin em ciwanên xwe xilas bikin
13:29 MKG dê ji bo piştevaniyê daxuyaniyê bide
12:20 Walîtî bibiryar e ku Qeşayiyên Cîloyê tune bike!
11:49 Ji ÎHD'ê hevdîtina 'Rêya diçe aştiyê': Dê malbatên leşker û PKK’îyan bînin ba hev
11:40 Ji baroyên Kurdistanê ji bo çareseriyê 17 pêşniyar
11:36 Ayşegul Dogan: Pêşnûmeya me ya bo komîsyonê amade ye
10:56 Şandeya DEM Partiyê çû serdana girtiyên siyasî yên li Sîlîvriyê
10:50 Girtî Oguzsoy: Kesên weke parêzer hatin danasîn gef xwarin, gardiyanan em derb kirin
10:34 Çetîn Arkaş ê ku 6 caran rapora ‘başhaliyê’ wergirtibû dîsa tehliyeya wî hate astengkirin
10:08 Rêveberê PJAK’ê Mûînî: Divê hêzên Kurd bi hev re tevbigerin