STENBOL - Şandeya AGÎT-PA, li Girtîgeha Edîrne bi namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş re hevdîtin pêk anî.
Şandeya Çavdêriya Hilbijartinê ya Meclîsa Parlamentoyê ya Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropayê (AGÎT-PA) bi namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş re, li girtîgeha Edîrneyê hevdîtin kir.
ŞANDEYA YEKEM A BIYANÎ
AGÎT-PA, destûr ji Wezareta Dadê û Wezareta Karê Hûndir girt û bû şandeya biyanî ya yekemîn a bi Demîrtaş re hevdîtin kir. Buroya Çapemeniya HDP’ê derbarê hevdîtin de, di daxuyaniya da de wiha got: “Şandeya AGÎT-PA îro bi namzetê me yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş re li Girtîgeha Edîrneyê hevdîtin kir û Demîrtaş bêmafiyên li ser xwe û binpêkirinên mafan ên heyî di hevdîtinê de ji şandeyê re vegot."