Buldan: AKP difikire ku sindoqan bibe Qandîl û Minbiçê

img

AMED - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan li Farqînê xîtabî hezaran kesan kir û got: "Partiyên din dê dîsa di hilbijartinê de bên ber deriyên we û dengan ji we bixwazin. Lê tu dengên ku em bidin kujerên xwe tune ye. Gelê kurd êdî dengê xwe nade partiyên vîn û nasnameya wan înkar bike. Gelê kurd êdî yekîtiya xwe ava kiriye. AKP'ê dît ku winda dike difikire ku sindoqan bibe Qandil û Minbiçê."

 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervûn Bûldan û namzetên HDP'ê yên Amedê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çûn navçeya Farqînê. Heyet bi karwanek mezin çûn Farqînê û li Farqînê bi girseyek mezin hat pêşwazîkirin. Piştî namzetên HDP'ê li Farqînê derketin ser otobusa hilbijartinê û gel silav kir Pervîn Buldan jî derket ser otobusê û bi hezaran gelê Farqînê silav kir. Buldan polîtîkayên AKP'ê û Erdogan rexne kir û wiha got: Farqîn, bajarê ku di her dilekî û malekê de eşêke heye ye. Vî bajar û vê erdnigariyê bi salan şahidiya êş û zilmê kir. Bi salan hat înkarkarkirin. Di dilê her kesî de bahozek heye. Ev bahoza li dijî înkar û zilma lê hatiye kirin e. Êşên mezin bi me dan jiyan. Bedelên giran bi me dan dayîn. Herî zede gelê Farqînê bedelên giran dan. Vî gelî tu carî çong danenî, dê li hemberî Erdogan jî çong danîne."  
 
AKP ARMANC DIKE KU SINDOQAN BIBE MINBIÇ Û QANDÎLÊ
 
Buldan, destnişan kir ku êdî AKP'ê winda kiriye û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê dît ku winda dike. Niha difikire ku sindoqan bibe Minbiç û Kandîlê. Kampanya hilbijartinê li Minbiç û Kandîlê dike. Dit ku bi Efrînê tiştek bi dest nexist. Bi qasî ku nizane bi operasyona li rojhilatê Firatê aştî nayê ji siyasetê dûr e. 
 
HÛN ÇÛN EFRÎNÊ WE ÇI BI DEST XIST? 
 
Her ku me got aştî, wan bêtir şer kûr kir û hêsin dan barandin. Em dibêjin heqê we tune hûn pira biratiyê ya navbera gelan xera bikin. Em li vir bang li Recep Tayyip Erdogan dikin. Destê xwe ji situyê gelê kurd derxin. Bila tu kes li ser xwîna kurdan siyasetê nekin. Bila tu kes li ser xwîna zarokên kurdan siyasetê nekin. Gelê ku niha li vir kom bûye êdî naxwaze xwîn birije, naxwaze kes bên kuştin û naxwaze xwîn birije.  Em li vir aştiyê dixwazin, lê ew li Enqere biryara şer didin. Em dipirsin; 'Hûn çûn Efrînê, Hûn çûn Kerkukê, Kî bi ser ket?' Cenaze hatin. êş hat. Êşa zarokan hêj di dilê me de ye. Her polîs, leşker û gerîla êşa wan di dilê me de ye. Ji ber vê yekê ev pirsgirêka ku hûn nabînin û nas nakin, bi salan e bi heman rêbazê çareser dikin. Bi polîtîkayên ewlehiye hewl didin çareser bikin. Yên berî we jî bi vê rêbazê ev pirsgirêk çareser nekirin. Lê hûn dîda di heman rêbazê de israr dikin." 
 
'BI HEZARAN HER YEK DEMÎRTAŞEK E' 
 
Buldan, bal kişand ser rêbaza çareseriyê û wiha berdewam kir: "Em dibêjin ev pirsgirêk bi aştî, diyalog û muzakereyan çareser dikin. Em dêbêjin bila fam bike. Lê êdî dema hikûmeta AKP'ê nemaye. Ji xwe rêwî ne. Diçin.  Em dizanin ku AKP rêwî ye û êdî nikarin vî welatî bi rêve bibe. Em dibêjin berdin biçin. Bila mirovên karibin vî welatî bi rêve bibin werin. Bila Selehlattîn Demîrtaş vî welatî bi rêve bibe. Em û Namzete Serokomariyê Birêz Selahatîn Demîrtaş em endamin ku vî welatî bi rêve bibin. Em dizanin ku gel dê di 24'ê hezîranê de îmze bavê dîrokek nû. Demîrtaş li Girtîgeha Edîrne di nava çar dîwaran de radiwestînin. Wisa difgikirin ku ew li wir girtine. Lê nizanin ku îro Selahattîn Demîrtaş bi hezaran li qadan in. Her yek Selahattîn Demîrtaş ek. Wan wekîlên me û hevşaredarên me girtin û qeyûm tayînî şîna wan kirin." 
 
'EM DESTÛR NADIN KU TU KES BI NIRXÊN GELÊ KURD BILÎZE' 
 
Buldan, destnîşan kir ku êdî tu kes nikare nirxnên gelê kurd û nasnameya gelê kurd înkar bike û wiha bi dawî kir: "Tu kes nikare neheqiyê li gelê kurd bike. Vaye gel li qadan e û li djî vê yekê li ser piyan e.  Em bang li Serokomarê ku li Amedê got 'Pirsgirêka gelê kurd tune' dikin. Ev pirsgirêka gelê kurd, nasname ziman û vîna gelê kurd e. We berê li Enqereyê digot tune û hûn dihatin Amedê we digot pirsgirêk heye. Lê hûn êdî tên Amedê û li Amedê înkar dikin. 
 
GELÊ KURD YEKÎTIYA XWE AVA KIRIYE
 
Em bang li kesên dengan digerin jî dikin. Dê dîsa biçin li malan digerin û dengan bixwazin. Tu dengê gelê kurd ku bidin partiyên din tune. Gelê kurd êdî yekîtiya xwe ava kiriye. 
 
Divê her welatî û mirov di 24'ê Hezîranê de dema çû ser sindoqê destê xwe dîne wîcdanê xwe û qeder û pêşeroja xwe diyar bike. Ji bo zarok û pêşeroja me ev hilbijartin pir girîn e. An em dê pergala demokrasî û aştiyê bixwazin, an jî em dê pergala înkar, zilm û zorbatiyê qebûl bikin. Ji bo xwîna kesên li kolanan hatin kuştin li erdê nemîne, ji bo pêşeroja zarokên me tarî nebe em hemû destên xwe bidin hev û biçin ser sindoqan. An em dê bi ser bikevin an em dê bi ser bikevin. Em dê hemû bi hevre bi ser bikevin."  
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

06/06/2018
09:22 'Ji bo mafê nûçewergirtinê em deng bidin HDP'ê'
09:22 ‘Em di 24'ê hesab ji kesên mirinê dixwazin bipirsin'
09:21 Namzetê HDP'ê karkerê îneşatê: Ji bo bibim dengê birayên xwe bûm namzet
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2018'AN
05/06/2018
21:10 HDP: 5'ê Heziranê di dîroka Tirkiye de rûpelek reş e
20:31 Polisan li Serêkaniyê mudaxaleyî girseya HDP'ê kir: Gelek kes binçavkirin
19:50 Li Wanê jinek bi awayekî şik 'întiîhar' kir
19:38 Li Mêrsînê HDP'î hatin binçavkirin
19:04 Xwîner ji bo pirtûka kurdî ya 'Seher' herikîn gotûbêjê
18:06 HDP rastî eleqeyek gelek mezin tê
17:06 Serlêdana parêzerên Ocalan dîsa hat redkirin
16:47 Şandeya AGÎT bi Demîrtaş re hevdîtin kir
16:26 Buldan: AKP difikire ku sindoqan bibe Qandîl û Minbiçê
16:16 HDP’ê êrîş şermezar kirin
16:08 Temellî: Dev ji şer berdin û bi edebê xwe biçin
15:54 Parêzer Demîr ji bo mûwekîlê xwe bibîne çû qereqolê û hat binçavkirin
15:36 HDP’a Dîlokê xwest namzetê wan girtî bê berdan
15:25 Ciwanên li ser dîwaran ketil xêz kirin, hatin girtin
15:16 YPG’ê koma şêwirmendê xwe yê dawiyê jî ji Minbicê vekişand
14:58 Li akademîsyena aştiyê Ersanli salek û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn
14:41 Ji bo tevlîbûna danişîna Hevserokê Giştî yê DBP’ê Arslan bang
14:23 Baroyan îşkence kirin rapor: Leşker bi niyeta kuştinê tevgeriyane
14:01 Der barê rojnameger Keleş de dîsan biryara girtinê hat dayîn
13:39 Ji ber ku ketil xêz kirin, ‘HDP’ û ‘Hêvî’ nivîsandin hat xwestin bên girtin
13:25 'Polîsan saeta êrîşê zanîbûn lê tedbîr negirtin'
12:33 Balukenê HDP'î bereat kir
12:28 'Poşmantiya herî mezin dê şeva 24’ê Hezîranê bijîn'
12:16 KCDP: Di Gulanê de 37 jin hatin kuştin
12:16 Ji bo hevdîtina bi Ocalan re cara 761’an serlêdan kirin
12:15 Biryar dan ku Yuksekdag bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bikin
11:39 Onder: Berxwedana gelan tim dîktator têk birin e
11:20 'Hûn jî nameyekê bişînin'
11:07 Li Haymana ba zivirî û HDP hilpekî
10:22 Doza Hevserokê Giştî yê DBP'ê Arslan sibê ye
10:20 Wêneyên îşkenceya polisan
09:59 Bêrîvanên gund piştî îşkence li şivanan hat kirin 5 roj in naçin zozanan
09:30 Malbata Kaceroglu bersîv da Erdogan: Yê ji polîs re got biçe bikuje ne Demirtaş bû
09:30 Welatiyên Fatîhê: Divê teqez HDP biçe meclîsê
09:29 Namzeta HDP'ê Dundar: Em bi dengekî dikarin faşîzmê bifetisînin
09:28 Li ser medyaya civakî peyva 'Kurdistan' parve kir, 15 meh ceza lê hat birîn!
09:27 Cotkarên erdexenî: Heta ev hikûmet neçe dê tu tiş baş nebe
09:27 Fatmagul Berktay: Divê jin li qada raya giştî bitêkoşin
09:26 Krîzê ew perîşan kirin: Esnafên bazarê êdî ji bankeyan bi faîz krediyê dikişînin
09:25 Oy ve Otesi: Hedefa me li 81 bajaran organîzekirina muşahidan e
09:24 ‘Reçeteya çareserkirina pirsgirêkan li cem me ye'
09:23 Bilgen: Em ê li Qersê bibin partiya yekemîn
09:22 Namzeta HDP'ê karkera çandiniyê: Ji bo jiyaneke mirovane bûm namzet
09:21 Ji bo aştiyê 5 salan li Roboskî jiya û niha namzeta HDP’ê ye
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2018'AN
03:25 Li Bolûyê êrîşî avahiya HDP’ê kirin
04/06/2018
18:54 New York Times: Milyoner ji ruyê Erdogan Tirkiye terk dikin
17:15 Buldan: Feraseta Erdogan 'heriyê bavê û bila şop bimîne' ye
16:29 Temellî: Ew ne kuleya saetê ye, ew Minareya Çar Ling e
16:03 Polîsan li Kadikoyê û Bakirkoyê mûdaxileyî KESK'iyan kirin
15:55 Yektîtiya Ekolojî: Divê xeta ekolojî bê avakirin
15:38 Ji bo pêşeroja welat deng xwestin
15:28 Di doza Ozgur Gundemê de mutala hat xwestin
14:55 QSD'ê dest bi pêngava rizgarkirina gundên Hesekê kir
14:46 Demîrtaş dê civîna çapemeniyê pêk bîne
14:36 Di germa havînê de komir belav kirin
13:51 Bîlgen: Prompterê jî xwe li ber gotinên Erdogan negirt
13:50 Qemyona ‘komira hilbijartinê’ belav dikir qelibî
13:21 Lîsa Çalan: Divê em deng bidin û hesab bixwazin
13:16 Gundiyên Odemîşê: Dest nede ax, av û daristana me
13:14 Namzetên HDP'ê heya paşîvê di nava gel de bûn
13:13 Mîhrîcana zarokan bi dawî bû
13:00 ÎSÎG: Di gulanê de 166 karker di kar de mirin
12:42 Li şûna peykerê Ehmedê Xanî Cafe-Restaurant ava kirin!
12:29 Gelek aliyên komkujiya 5'ê Hezîranê li benda ronîkirinê ye
12:08 Li Şemzînanê pevçûn: Zarokek ji piyê xwe birîndar bû
11:18 Dadgehê ji bo Baluken biryara mînak da: Axaftin li gorî azadiya îfadeyê ye
11:03 Qad Sûriyeyê mijar Îran e!
10:47 'Hilbijêrên kurd ên deng dan AKP'ê dîsa li HDP'ê vedigerin'
10:36 Meclîsa Welatiyên Beyoglu: Bo jiyanek xwişk û bira deng bidin û biçin
10:26 Doç. Ugurlu: Bi guhertinên bajaran mirovan dikin yek tîp
10:01 Gelo Çaglar ê 10 salî derman kirina kêm kuşt?
09:40 Li Şemzînanê 3 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn
09:32 Birîndarê 10’ê Cotmehê: Qedera Tirkiyeyê dê bi HDP’ê biguhere
09:31 HDP dê hilbijêran bibe ser sindoqan
09:24 Derûnînas Saygiligîl: Wezareta Jinê pêwist e
09:23 Karkerên SÎBAŞ'ê karên xwe dixwazin
09:22 Ji xwezayê distîne û dide xwezayê
09:21 Ji bo em dawî li cînayetên kar bînin bûm namzetê HDP'ê
09:21 Her ku bi kurdî axivîn rastî îşkenceyê hatin
09:20 ‘Em dê bibin dengê jin û ciwanan'
09:19 Bereketa Remezanê jî esnaf ji krîzê xelas nekir
09:18 ‘Ji bo HDP bendavê derbas bike, keça min dê ji Îzmîrê bê Enqerê dengê xwe bide’
09:17 Elewî: Em ê dengê xwe bidin HDP’ê
09:00 ROJEVA 04'Ê HEZÎRANA 2018'AN
08:24 Xebatên HDP'ê kelecana hilbijartinê zêde dike
03/06/2018
20:36 Erdogan ji bo girseya xwe mezin nişan bide ji çar alî mirov kişandin Amedê
18:51 Buldan: AKP dê berê li Stenbolê winda bike
18:04 Xebatên HDP'ê bi ziyaretan berdewam dikin
17:48 Temellî: Li Amedê kurdin li Enqereyê gur in.
16:18 Walî Aktaş ji bo AKP’ê di gera hilbijartinê de ye!
15:55 TAMAM TV dest bi weşanê kir
15:18 Savaş Buldan û hevalên xwe li ser gorên xwe hatin bibîranîn
14:35 ÎRA: Li Tirkiyeyê 192 rojnameger girtî ne
14:03 Li Êlihê AKP’iyê bi tund li zarokekê xist hat dîtin
13:58 Erdogan ji bo kurdan çi got û çi negot?