Temellî: Dev ji şer berdin û bi edebê xwe biçin

img
RIHA – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Siwêregê bi gel re hat gel hev û got: “Yên ku pirsgirêka kurd çareser nekirin hemû li sergoyê çopê ne. Dor hat AKP’ê hemin te jî çareser nekir, lê hûn ê jî biçin sergoyê çopê. Dev ji polîtîkaya xwe ya şer berdin û bi edebê xwe biçin.” 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çû navçeya Siwêregê ya Rihayê û bi gel re kom bû. Temellî û namzetên Rihayê bi karwanê wesayîtan çûn Siwêregê û bi wesayîtan li navçeyê geriyan û gel silav kirin. Ji heft saliyan heta heftê saliyan, ji karkerên biçûk bigire heta kal û pîrên li ber deriyan rûniştibûn û her wiha ji hilbijêrên CHP bigire heta hilbijêrên Partiya Îyî û partiyên din konvoya HDP’ê silav kirin. 
 
Girseya qelebalix a li Qada Cumhuriyetê ya Siwêregê Temellî û namzetan bi coşek mezin pêşwazî kirin. Ewil Namzetê HDP’ê yê Rihayê Nimettullah Erdogmuş axivî. Pişt re Temellî xîtabî gel kir û ev tişt got: 
 
Diçin ku dibêjin dema vê û dema wê ye. Ez bêjim ne dema tu tiştekî ye. Dem dema çûyîna we ye. We ji bilî şer û kuştinê tu tiştek neda gel. Halbukî gel ji bo aştiyê her tiştî qebûl kir û her cure zilm lê hat kirin. We jî li dijî projeya aştiyê, plana têkbirinê derxist û we her tiştî belav kir. Lê hûnê di bin plana xwe de bifetisin. Em ê di 24’ê Hezîranê de we bi wan planên we yên gemarî bişînin ser sergoyê dîrokê.” 
 
‘BI 5’Ê NÎSANÊ TECRÎD DEST PÊ KIR’ 
 
Beriya 3 salan di 5’ê hezîranê li Amedê di mitînga partiya me de teqînek pêk anîn. Me wê rojê 5 canê xwe ji dest dan. Komkujiya 5’ê hezîranê berê di 11’ê nîsana 2015’an de li Giyadînê amade kiribûn û dest pê kir. Di 5’ê nîsanê de jî dest bi tecrîda li ser birêz Ocalan kirin. Dizanin kî van komkujiyan dike, lê dengê xwe nakin. Li ber çavê wan ewqas mirov hatin qetilkirin.
 
‘EM Ê SERÎ LI DIJÎ GEFÊN WE NATEWÎNIN’ 
 
Wek bûyera Pirsûsê, di 10’ê cotmehê bi heman hovîtiyê li Enqereyê jî bi dehan canên me ku7ştin. Dişopînin û lê tiştek ji wan nakin. Pişt re jî Cizîr, Sûr, Nisêbîn û gelek deverên din. Li dijî kurdan tu demê polîtîkaya xapandina wan xelas nebû. Niha jî bi heman siyasetê derdikevin pêşberî me. Radibin refernadûma Kurdîstana Iraqê tehdît dike. Tu kî tehdît dikî. Em ne ew mirov in ku ji gefên we bitirsin û serî bitewînin. 
 
‘TEKANE PARASTINA AXÊ AŞTÎ YE’ 
 
Pişt re bi çeteyên DAIŞ’ê re dikevin Efrînê. Mirovan ji malê wan dikin û koçber dikin. Niha bi deh hezaran Efrînî di bin şertên zor de ne. Em dibêjin Efrîn a Efrîniyan e. Parastina yekîtî û hevgirtina axê bi aştiyê ve girêdayî ne. 
 
‘HÛN DEREWKAR IN Û BÊRÛ NE’ 
 
Tenê 3 tiştên wan hene. Nelirêtîi dizî û feqîrî. Ji bilî vê tu tiştekî din nakin. Ez du tiştên din jî datînim kêleka van 3 tiştan. Derew û bêrûtî. Hûn derewkar in û bêrû ne. Hemû kesên digotin em ê pirsgirêka kurd çareser bikin, çûn ser sergoyê dîrokê. Niha jî dora AKP’ê ye. Hemin hûn pirsgirêka kurd û pirsgirêkên din çareser nakin, lê hûnê parçe û belav bibin. Kes nikare we xelas bike. Dev ji zilma li ser gel berdin. Dest ji dijminiyê berdin. Dest ji polîtîkaya şer berdin û hûn diçin bi edeba xwe biçin.” 
 
‘WEZÎR E LÊ ÊRÎŞÎ ROJNAMEGERAN DIKE’ 
 
Wezîrek çandiniyê yê ji van deran e heye. Ev wezîrek çawa yê sewlkariyê û çandiniyê ye. Ev çawa Rihayî ne. Çandiniyê û sewalkariyê mirandiye. Êrîşî rojnamegeran dike. Ji wî û wan re xeberan dide. Ev ehlaqek çawa ye. Yên li Riha xebera bi me dike û êrîşî me dike dengek me ji wan re nîne. Hûn viya baş bizanibin. Bila razemeniyên baş ji bo Rihayê bikin, çandiniya vir têra hemû Tirkiyeyê dike. Hêj GAP xelas nebûye. Hêj pirsgirêka avdaniyê xelas nebûye. Çareseriya hemû pirsgirêkan bi HDP’ê pêkan e.” 
 
Temellî piştî axaftinê tev li vekirina buroya hilbijartinê ya Siwêregê bû. Ji vir jî derbasî Wêranşarê bû. 

Sernavên din

06/06/2018
09:22 'Ji bo mafê nûçewergirtinê em deng bidin HDP'ê'
09:22 ‘Em di 24'ê hesab ji kesên mirinê dixwazin bipirsin'
09:21 Namzetê HDP'ê karkerê îneşatê: Ji bo bibim dengê birayên xwe bûm namzet
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2018'AN
05/06/2018
21:10 HDP: 5'ê Heziranê di dîroka Tirkiye de rûpelek reş e
20:31 Polisan li Serêkaniyê mudaxaleyî girseya HDP'ê kir: Gelek kes binçavkirin
19:50 Li Wanê jinek bi awayekî şik 'întiîhar' kir
19:38 Li Mêrsînê HDP'î hatin binçavkirin
19:04 Xwîner ji bo pirtûka kurdî ya 'Seher' herikîn gotûbêjê
18:06 HDP rastî eleqeyek gelek mezin tê
17:06 Serlêdana parêzerên Ocalan dîsa hat redkirin
16:47 Şandeya AGÎT bi Demîrtaş re hevdîtin kir
16:26 Buldan: AKP difikire ku sindoqan bibe Qandîl û Minbiçê
16:16 HDP’ê êrîş şermezar kirin
16:08 Temellî: Dev ji şer berdin û bi edebê xwe biçin
15:54 Parêzer Demîr ji bo mûwekîlê xwe bibîne çû qereqolê û hat binçavkirin
15:36 HDP’a Dîlokê xwest namzetê wan girtî bê berdan
15:25 Ciwanên li ser dîwaran ketil xêz kirin, hatin girtin
15:16 YPG’ê koma şêwirmendê xwe yê dawiyê jî ji Minbicê vekişand
14:58 Li akademîsyena aştiyê Ersanli salek û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn
14:41 Ji bo tevlîbûna danişîna Hevserokê Giştî yê DBP’ê Arslan bang
14:23 Baroyan îşkence kirin rapor: Leşker bi niyeta kuştinê tevgeriyane
14:01 Der barê rojnameger Keleş de dîsan biryara girtinê hat dayîn
13:39 Ji ber ku ketil xêz kirin, ‘HDP’ û ‘Hêvî’ nivîsandin hat xwestin bên girtin
13:25 'Polîsan saeta êrîşê zanîbûn lê tedbîr negirtin'
12:33 Balukenê HDP'î bereat kir
12:28 'Poşmantiya herî mezin dê şeva 24’ê Hezîranê bijîn'
12:16 KCDP: Di Gulanê de 37 jin hatin kuştin
12:16 Ji bo hevdîtina bi Ocalan re cara 761’an serlêdan kirin
12:15 Biryar dan ku Yuksekdag bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bikin
11:39 Onder: Berxwedana gelan tim dîktator têk birin e
11:20 'Hûn jî nameyekê bişînin'
11:07 Li Haymana ba zivirî û HDP hilpekî
10:22 Doza Hevserokê Giştî yê DBP'ê Arslan sibê ye
10:20 Wêneyên îşkenceya polisan
09:59 Bêrîvanên gund piştî îşkence li şivanan hat kirin 5 roj in naçin zozanan
09:30 Malbata Kaceroglu bersîv da Erdogan: Yê ji polîs re got biçe bikuje ne Demirtaş bû
09:30 Welatiyên Fatîhê: Divê teqez HDP biçe meclîsê
09:29 Namzeta HDP'ê Dundar: Em bi dengekî dikarin faşîzmê bifetisînin
09:28 Li ser medyaya civakî peyva 'Kurdistan' parve kir, 15 meh ceza lê hat birîn!
09:27 Cotkarên erdexenî: Heta ev hikûmet neçe dê tu tiş baş nebe
09:27 Fatmagul Berktay: Divê jin li qada raya giştî bitêkoşin
09:26 Krîzê ew perîşan kirin: Esnafên bazarê êdî ji bankeyan bi faîz krediyê dikişînin
09:25 Oy ve Otesi: Hedefa me li 81 bajaran organîzekirina muşahidan e
09:24 ‘Reçeteya çareserkirina pirsgirêkan li cem me ye'
09:23 Bilgen: Em ê li Qersê bibin partiya yekemîn
09:22 Namzeta HDP'ê karkera çandiniyê: Ji bo jiyaneke mirovane bûm namzet
09:21 Ji bo aştiyê 5 salan li Roboskî jiya û niha namzeta HDP’ê ye
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2018'AN
03:25 Li Bolûyê êrîşî avahiya HDP’ê kirin
04/06/2018
18:54 New York Times: Milyoner ji ruyê Erdogan Tirkiye terk dikin
17:15 Buldan: Feraseta Erdogan 'heriyê bavê û bila şop bimîne' ye
16:29 Temellî: Ew ne kuleya saetê ye, ew Minareya Çar Ling e
16:03 Polîsan li Kadikoyê û Bakirkoyê mûdaxileyî KESK'iyan kirin
15:55 Yektîtiya Ekolojî: Divê xeta ekolojî bê avakirin
15:38 Ji bo pêşeroja welat deng xwestin
15:28 Di doza Ozgur Gundemê de mutala hat xwestin
14:55 QSD'ê dest bi pêngava rizgarkirina gundên Hesekê kir
14:46 Demîrtaş dê civîna çapemeniyê pêk bîne
14:36 Di germa havînê de komir belav kirin
13:51 Bîlgen: Prompterê jî xwe li ber gotinên Erdogan negirt
13:50 Qemyona ‘komira hilbijartinê’ belav dikir qelibî
13:21 Lîsa Çalan: Divê em deng bidin û hesab bixwazin
13:16 Gundiyên Odemîşê: Dest nede ax, av û daristana me
13:14 Namzetên HDP'ê heya paşîvê di nava gel de bûn
13:13 Mîhrîcana zarokan bi dawî bû
13:00 ÎSÎG: Di gulanê de 166 karker di kar de mirin
12:42 Li şûna peykerê Ehmedê Xanî Cafe-Restaurant ava kirin!
12:29 Gelek aliyên komkujiya 5'ê Hezîranê li benda ronîkirinê ye
12:08 Li Şemzînanê pevçûn: Zarokek ji piyê xwe birîndar bû
11:18 Dadgehê ji bo Baluken biryara mînak da: Axaftin li gorî azadiya îfadeyê ye
11:03 Qad Sûriyeyê mijar Îran e!
10:47 'Hilbijêrên kurd ên deng dan AKP'ê dîsa li HDP'ê vedigerin'
10:36 Meclîsa Welatiyên Beyoglu: Bo jiyanek xwişk û bira deng bidin û biçin
10:26 Doç. Ugurlu: Bi guhertinên bajaran mirovan dikin yek tîp
10:01 Gelo Çaglar ê 10 salî derman kirina kêm kuşt?
09:40 Li Şemzînanê 3 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn
09:32 Birîndarê 10’ê Cotmehê: Qedera Tirkiyeyê dê bi HDP’ê biguhere
09:31 HDP dê hilbijêran bibe ser sindoqan
09:24 Derûnînas Saygiligîl: Wezareta Jinê pêwist e
09:23 Karkerên SÎBAŞ'ê karên xwe dixwazin
09:22 Ji xwezayê distîne û dide xwezayê
09:21 Ji bo em dawî li cînayetên kar bînin bûm namzetê HDP'ê
09:21 Her ku bi kurdî axivîn rastî îşkenceyê hatin
09:20 ‘Em dê bibin dengê jin û ciwanan'
09:19 Bereketa Remezanê jî esnaf ji krîzê xelas nekir
09:18 ‘Ji bo HDP bendavê derbas bike, keça min dê ji Îzmîrê bê Enqerê dengê xwe bide’
09:17 Elewî: Em ê dengê xwe bidin HDP’ê
09:00 ROJEVA 04'Ê HEZÎRANA 2018'AN
08:24 Xebatên HDP'ê kelecana hilbijartinê zêde dike
03/06/2018
20:36 Erdogan ji bo girseya xwe mezin nişan bide ji çar alî mirov kişandin Amedê
18:51 Buldan: AKP dê berê li Stenbolê winda bike
18:04 Xebatên HDP'ê bi ziyaretan berdewam dikin
17:48 Temellî: Li Amedê kurdin li Enqereyê gur in.
16:18 Walî Aktaş ji bo AKP’ê di gera hilbijartinê de ye!
15:55 TAMAM TV dest bi weşanê kir
15:18 Savaş Buldan û hevalên xwe li ser gorên xwe hatin bibîranîn
14:35 ÎRA: Li Tirkiyeyê 192 rojnameger girtî ne
14:03 Li Êlihê AKP’iyê bi tund li zarokekê xist hat dîtin
13:58 Erdogan ji bo kurdan çi got û çi negot?