DÎLOK – Rêxistina HDP’ê ya Dîlokê ji bo namzetê xwe yê girtî Osman Demîrcî li ber girtîgehê daxuyanî da û xwest bê berdan.
Rêxistan HDP’ê ya Dîlokê ji bo namzetê xwe Osman Demîrcî yê di 18’ê Nîsanê de bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” hatibû girtin û bê berdan li ber Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê daxuyaniya çapameniyê li dar xist. Wekîlê HDP’ê yê Dîlokê Mahmut Togrul, barêzerê Demîrcî Bulten Duran, malbata wî, namzetên HDP, rêveberên HDP’ê yên bajêr û navçeyan tev li daxuyaniyê bûn. Parêzer Duran destnîşan kir ku girtina Demîrcî ne hiqûqî ye û bi biryarek siyasî hatiye girtin û got: “Mafê miwekîlê min ê propagandaya siyasî ji destê wî hatiye girtin. Divê demildest bê berdan.”
Hevserokê HDP’a Dîlokê Muslum Kilinç jî diyar kir ku çi ji destê dethilatdariyê ji bo HDP’ê têk bibe dike û got: “Wê ya ku di 24’ê Hezîranê de bi ser bikeve HDP be.”
‘EM Ê HESAB BIPIRSIN’
Parlamenter û namzetê HDP’ê yê Dîlokê Mahmut Togrul jî xwest namzetê wan Demîrcî demek zûtirîn bê berdan û wiha got: “Bila Waliyê Dîlokê dev ji HDP’yan wek PKK’î nîşandan berde. Em ê di 24’ê Hezîranê de hesabê hemû binpêkirina mafan û êrîşên li ser HDP’ê bipirsin.”