STENBOL - Dadgehê, bi hinceta îmze kirin belavoka “Em nabin hevkarên vî sûcî” li Prof. Dr. Buşra Ersanli salek û 3 meh cezayê girtîgehê birî û ceza taloq nekir.
Danişîna biryarê ya doza Prof. Dr. Buşra Ersanli ya bi hinceta îmze kirina belavoka “Em nabin hevkarên vî sûcî” û bi îdîaya “Propagandeya rêxsitinê kirin” li Dadgeha Cezayê Giran a 32’yemîn a Edliya Çaglayana Stenbolê hat dîtin.
Şandeya dadgehê piştî danasîna nasname û parastina Ersanli û parêzeran, biryara xwe eşkere kir, salek û 3 meh cezayê girtîgehê li Ersanli birî. Dadgehê cezayê Ersanli taloq nekir.