AMED - Baroyên Amed, Wan û Colemêrgê, rapora derbarê şivanên li Şemzînanê rastî îşkenceya leşkeran hatin a amade kirin, bi raya giştî re parvekirin. Şandeya ji Baroyan pêk tê, diyar kir ku leşker bi niyeta kuştinê tevgeriyane û bang li TBMM kir ku erka xwe bîne cih.
Di 31’ê Gulanê de leşkerên Tirk li bejahiya gundê Korgana Şemzînana Colemêrgê, îşkence 4 şivanên kirin. Leşkeran bi qûndaxên çekan li şivanan dabûn û gelek caran serê wan xistin avê û derxistin. Baroyên Amed, Wan û Colemêrgê, derbarê îşkenceya li Şemzînanê de rapor amede kirin. Baroyan di rapora amade kirin de, îşkence piştrast kirin û gotin “Leşkeran bi nîyeta kuştinê tevgeriyane û bang li TBMM kir ku erka xwe bîne cih.”
Şendeya ku ji aliyê baroyan ve hat avakirin û çû gundê Korgana û bûyer ji nêzde şopandin. Şandeyê dûre çavdêriyên xwe kirin rapor.
Şandeya, bi 4 şivanên mexdûrên îşkence li wan hat kirin re hevdîtin pêk anîn û îşkenceya li wan hat kirin ji devên wan guhdar kirin. Şandeyê dûre xwest bi Serdozgeriya Komarê ya Şemzînanê jî hevdîtinekê bike, lê ev daxwaza şendeyê hat redkirin.
TESPÎT
Heyetê di raporê de cih da van tespîtan:
“1- Îşkence li bejahiya gundê Korganê hat kirin û ev der ne ‘herêmeke qedexe ye’.
2- 5 kesên ku îşkence kirine yek jê rayedar e û ji baregeha leşkerî ya herêmê hatine.
3- Îşkence ne li 2 kesan, li 4 kesan hat kirin
4- Nasir Taş, Ramazan Aktaş, Îsmaîl Erebî û Mûhsîn çavşî bi dar û qûndaxên tivingan hatin derpkirin. Leşkeran gelek caran serê Nasir Taş xistine avê û derxistine.
5-Nasir Taş bi giranî birîndar bûye û bi derfetên xizmên birîndar ew rakirine nexweşxaneyê. Leşkeran ji xizmên Taş re gotine ku ‘Me terorîstek kuşt, biçin wî bînin.’
6- Bêrîvanên gund û xizmên birîndaran dema ku xwestine biçin cihê bûyerê, heqaret li wan hatiye kirin û gef li wan hatiye xwarin.
7- Kesên ku êşkence kirine ji aliyê mexdûran ve hatine teşxîskirin.
8-Ewraqên di dosyeya lêpirsînê de ligel daxwaza parêzeran nehatiye teslîmkirin.
9-Leşkerên êşkencekar ligel ku hatine teşxîskirin jî hê nehatine destgîrkirin û li ser karê xwe ne.
ENCAM Û PÊŞNIYAR
Di beşa encam û pêşniyaza raporê de hat diyarkirin ku îfadeya şahidên bûyerê nehatin girtin, mînaka dosyeya lêpirsînê pêşkêşî parêzerên mexdûran nehatiye kirin, mexdûrên ku bi Tirkî nizanin jî bêyî wergêr û parêzer beyana wan hatin stendin.
Heyetê xwest ku têkildarî kiryaran divê biryara girtinê were dayîn, lêpirsîneke îdarî were vekirin û heta ku ev lêpirsîn bi encam bibe divê kesên êşkencekar peywira wan were sekinandin, ji bo kesên mexdûr divê şertên tedawiya fizîkî û psîkolojîk were avakirin. Heyetê bang li hikumetê kir ku ji bo ku bûyerên bi vî rengî çênebe, bila îradeyeke xurt derxe holê.