WAN - 4’emîn danîşîna nûçegihanê dîhaberê Selman Keleş û rojnameger Arîf Aslan ên 8 mehan di girtîgehê de man û hatin berdan, hat dîtin. Dedgehê, derbarê Keleş de cardin biryara girtinê da.
4’emîn danîşîna nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Medya Dîcle (dîhaber) a bi KHK’ê hat girtin Selman Keleş û rojnameger Arîf Aslan ên bi îdîya “Endamê rêxistinê” 8 mehan di girtîgeha Wanê de man û di 21’ê Mijdara 2017’an hatin berdan, hat dîtin. Danişîn li Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Wanê hat dîtin. Aslan û parêzer di danişînê de amade bûn.
DERBARÊ KELEŞ DE CARDIN BIRYARA GIRTINÊ HAT DAYÎN
Piştî danasîna nasnameyan Aslan parastin kir, hemû sûc û îdîayên li ser xwe qebûl nekirin. Aslan xwest şertê kontrola edlî ya ji wî hat dayîn, bê rakirin. Dadgehê daxwazên Aslan red kirin.
Şandeya dadgehê ji ber dozeke li navçeya Xinûs a Erzeromê ya derbarê rojnameger Keleş de hatî vekirin, cardin biryara girtinê da û danişîn taloqî 15’ê Mijdara 2018’an kir.