STENBOL - Li Stenbolê, du ciwanên li ser dîwaran ketil xêz kirin, ‘HDP’ û ‘Hêvî’ nivîsan ên hatin binçavkirin, hat xwestin ku bên girtin.
Ciwanên binavê Sadettîn Kose û Bîrol Tutuş ji ber ku li Taxa Gazî ya Stenbolê li ser dîwaran ketil xêz kirin, “HDP” û “Hêvî” nivîsandin hatin binçavkirin. Ciwanên di saetên şevê de hatin binçavkirin birîn midûryeta Polîsan a Stenbolê. Polîsan di saetên serê sibê de ciwan anîn Edliya Çaglayana Stenbolê.
Dozger îfadeya ciwanan girt û bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Ciwanên HDP’î yên sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê hatin kirin, li bendêne ku derkevin pêşberî dadgehê.