BOLU - Namzetê HDP'ê yê Bolu Kenan Balta, têkildarî êrîşa li dijî avahiya wan bertek nîşan dan û got: "Polîs hatin avahiya partiyê û gotin 'Vekirina avahiya partiyê nekin. Dê saet di 13.30’an de êrîşî we bikin'. Lê tedbîr negirtin. Tenê 6 polis li ber derî sekinin."
Şevê din li dijî avahiya HDP'ê ya Boluyê êrîş pêk hat. Komek nijadperest êrîşî avahiya HDP'ê ya Boluyê kirin û alên hatibûn daliqandin qetandin. Gefa li dijî endam û rêveberên HDP'ê didome. Namzetê Parlamenteriyê yê HDP'ê yê Boluyê Kenan Balta têkildarî bûyerê ji Ajansa me Mezopotamya (MA) re axivî. Kenan Balta, diyar kir ku niha li avahiya HDP'ê rawestiya ne û li gori agahiyên polîsan dê êrîş bidome. Balta, der bare bûyerê de agahî da û got: "Polîs hatin avahiya partiyê û gotin 'Vekirina avahiya partiyê nekin. Dê saet di 13.30’an de êrîşî we bikin'. Lê tedbîr negirtin. Tenê 6 polis li ber derî sekinin. Me plan kir ku îro sate di 14.00’an de avahiye partiyê vekin. Gotin 'Vekenik ji ber ku dê saet di 13.30’an de êrîş bikin' Lê tedbîr û ewlehî nestendin. Tenê gotin û çûn. Rêxistina HDP'ê ya Bolu nû avahî stendibû. amadekariya vekirina wê dikirin. Ji bo vekirina avahiyê Hevserokên HDP'ê yên Bolu çûn serî li Walîtî û Miduriyata polisan dan. Midûrê Şaxa Ewlehiyê ya Bolu ji rêveberên HDP’ê re got 'Hûn alê vekin ez dê we binçav bikim' û gef xwarin."