STENBOL - Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestîn in (KCDP) rapora meha Gulanê eşkere kir û got: “Di meha Gulanê de 37 jin hatin kuştin.”
Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora kuştinên jinan a meha Gulanê ragihand. KCDP'ê, diyar kir ku di meha Gulanê de herî kêm 37 jin hatin kuştin û 23 zarok bi îstismara zayendî re rû bi rû man. KCDP’ê, da zanîn ku hejmara îstismara zayendî ya li dijî zarokan, tundiya li ser jinan û qetilkirinên jinan ji hejmara ku li ser çapemeniyê tê nîşandan, zêdetirin.
KÊM NABE, ZÊDE DIBE
KCDP’ê, wiha got:"Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu dibêje 'Mirinên jinan ên girêdayî tundiyê ji sedî 39 kêm bûye' lê berovajî vê yekê komkujiyên li ser jinê hîn zêde dibe. Her roj jin tên kuştin û li dijî vê yekê tedbîr nayê sitendin. Nûçeyên ku her roj li ser medyayê tê parvekirin nîşan dide ku şîdet, kuştin û îstismara li ser zarok û jinan her ku diçe zêde dibe."
'KUJER NAYÊN TESPÎT KIRIN
KCDP, da zanîn ku mirinên bi guman û komkujiyên ku kujerê wê nayê tespîtkirin her ku diçe zêde dibİN û wiha pêde çû: “Heta ku kujerên cinayetan neyê dîtin, neyê darizandin kuştin û tundiya li ser jin û zarokan her ku diçe zêdetir dibe. Li gorî meha Nîsanê di meha gulanê de kuştin û tundiya li ser jinan zêdetir bûne. Li gorî mehên berê di meha Gulanê de kuştin zêdetir bûn. Vê mehê 13 jinan bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan û kuştina 12 jinan jî nehat tespîtkirin. Vê mehê asta tundiyê zêdetir bû û kuştinên hovane pêk hat."
KCDP’ê di dawiya rapora xwe de wiha got: “Di meha Gulanê de 35 jin bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan û ji sedî 38 jî kujerên wan nehatin tespîtkirin. Ji sedî 62 jin jî ji aliyê mêrên ku nêzî wan ve hatin kuştin.