ŞENGAL – Ji bo zarokên Êzidî serdema perwerdê û hindekariyê dest pê kir. Îsal li Şengalê 13 dibin vebûn û bi giştî dê hezar xwendekar perwerê bibînin.
Li Şengalê serdema perwerdê û hindekariyê destê pê kir. DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de êrîşî gelê Şengalê kir. Wê demê ji bo Êzidiyan serdemek nû dest pê kir. Êzidiyan sazîbûna xwe avakirin û ji dîrokê heya roja îro cara yekemîne ku dê bi ziman û ola xwe perwerdê bibînin. Êzidî bi awayek azad xwedî li ziman û ola xwe derdikevin. Ji bo Êzidîyan mijara herî sereke ya guhertin û veguhertinê pergala perwerdêye. Zarokên Êzidî ligel hemû bêderfetiyan bi ziman û baweriya xwe perwerdê dibînin.
NIHA LI ŞENGALÊ 13 DIBISTAN VEBÛNE
Saziya Ziman û Perwerdê ya Êzidiyên Şingalê (SZPÊŞ) ji bo serdema nû ya pewerdê ev 3 salin xebatan didin meşandin. SZPÊŞ’ê heya niha 13 dibistan vekirin. Navê kesên ku di êrîşên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dane, li dibistanan kirin. Navên dibistanan wiha ne: “Şehît Vînar (Çilmêra), Şehît Zinar (Deriyê Xidir Tala), Şehît Azad (Qempa Ş. Nazê), Şehît Babîr (Qempa Xerbê), Şehît Xelef (Derkê Qewala), Şehît Qasim (Gundê Kolika), Şehît Zana (Milêk), Şehît Cemal (Gundê Kersê), Şêx Xêrî (Xanesor), Şehît Brûsk (Derê Gelî), Şehît Şengal (Şengal), Şehît Cîlan (Şengal) û Şehit Nazê (Şengal).
ÊZIDÎTÎ TÊ FÊRKIRIN
Yek ji dersên herî girîng zimanê kurdiye. Zarokên ku bi salane ji perwerdeya bi zimanê xwe bêpar mayîn, niha ferî zimanê xwe dibin. Li kêleka zimanê kurdî, dersa êzidîtiyê jî tê dayîn. Ev ders di refên çar û pênç de destpê dike. Bi vê dersê re dîrok, ol, rê û resma Êzidiyan jî tê dayîn. Hin dersên ji refa yekê destpê dikin û heya refa şeşan didome wihan e: “Zimanê kurdî, Zanistiya Civakî, Bîrkarî, Civak û Jiyan, Zanyarî, Êzidiyatî, Erebî, Îngîlizî, Muzîk û Wêne.”
DI NÎVA SALÊ DE DÊ HÊJMARA MAMOSTEYAN DERKEVE ZÊDE BIBE
Li gorî agaiyên rêveberên (SZPÊŞ) di sala derbasbûyî de hejmara xwendekaran 600 bû, lê piştî gel vegeriya Şengalê niha jî hêjar hezar e. Niha 35 mamoste dersan didin. Li gorî pêdiviyan dê 40 mamosteyên din bigirin kar û ev mamoste dê di nîveka salê de dest bi kar bikin.
LI GUNDÊ KERSÊ 38 XWENDEKAR DIXWÎNIN
Berî perwerde destpê bike, hemû xwendekar hatin dibistanan û marûnên xwe yên dersan girtin. Ji bo em şahidiyê ji kelecaniya xwendaran re bikin, me berê xwe da Gundê Kersê Dibistana Şehîd Cemal. 22 xwendekarên keç û 16 jî yên kur li benda mamostayên xwe ne. Mamostayên ketin dibistanê her yek ji wan li refên xwe geriyan. Mamosteyan xwendedarên xwe dîtin û destpêkê meteryalên dersan li xwendekaran belav kirin. Pirtûk, çante, qelem, defter û silgiyên dibistanê dan zarokan. Li gorî baweriya Êzidiyan ji ber ku rojên Çarşem û Pêncşemê pîrozin, ew roj dê betlanebin.
‘HERÎ ZÊDE JI ZIMANÊ KURDÎ HES DIKE’
Xwendekara refa sêyemîn Berîvan Hîtta ya 7 salî bi çanteyê xwe hişk girtiye û keyfxweşiya xwe tîne ziman. Hîtta, diyar kir ku ji ber ku wê hevalên xwe dîtiye pir keyfxweşe û wiha got: “Ez herî zêde ji zimanê kurdî hes dikim. Gava mezin bûm ezê bibin mamoste. Ez dixwazim mîna mamostayê xwe ders bidim.” Xwendekarek din a refa sêyemîn Mîrad Xîzmet ê 9 salî jî, keyfxweşiya xwe bilêv kir û wiha axivî: “Ez pir ji dersa wêne hes dikim.”
Yek ji mamostayên xwendekaran Heyder Êzidî ku sê sale mamostatî dike jî, diyar kir ku her roja derbas dibe xwendekar bêtir pêş dikevin. Heyder, da zanîn ku ew nû hatiye vê refê û wiha axivî: “Ez pir bi kelecanim. Li gorî sala derbasbûyî derfet baştirin. Perwede dayîna xwendekarên Êzidî ji bo min rûmete. Berî fermanê em bi ziman û ola xwe ferî perwerdê nedibûn. Ji ber vê yekê civakeke ku naxwaze perwerde bibîne hatiye avakirin. Lê niha ev rewş goheriye. Gelê Êzidî pir baş nêzî me dibin. Em dixwazin a herî baş bikin. Em di vê zanebûnê dene. Em minnetdarê kesên alîkarî dan me ne.”
MA / Selamî Aslan