EDENE /MERSÎN - Parlamenterê Enqerê Sirri Sureyya Onder di vekirina buroya HDP’a Mêrsînê de axivî û got: “Li hemberî berxwedana gelan hemû dîktator û zilmkar têk çûne.”
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Edene û Mêrsînê bi gel re kom bûn. Li taxa Anadou ya navçeya Yuregir a Edeneyê buroya hilbijartinê hat vekirin. Gelek jin, dayîk û zarokên taxê beşdarî vekirina buroyê bûn. Di vekirinê de namzeta HDP’ê Berîtan Onen, axivî û wiha got: “Em ê li dijî mirina li ser ciwanan tê ferzkirin, aştiyê biparêzin.”
Dûre namzeta HDP’ê Hatîce Kavran jî di axaftina kir ku wiha got: “Em Kurd, Tirk, Elewî û hemû beşên civakê dê bi rengên xwe beşdarî HDP’ê bibin û emê bêjin em jî hene.” Piştre namzetê parlamenteriyê Kemal Pekoz jî, diyar kir ku di 16 salên dawî de desthilatdariyê tu tişt neda gelan û wiha bilêv kir: “Bi qeyûman vîna me tune hesibandin. Em ê bersiva pêwîst di 24’ê Hezîranê de bidin wan.”
HDP’ê li Mêrsînê jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de komele ziyaret kirin û buroya hilbijartinê vekir. Di vekirina buroyê de Parlamenterê HDP’ê yê Enqerê Sirri Sureya Onder axivî û wiha bilêv kir: “Em silavên xwe ji Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş û hemû girtiyên siyasî re dişînin. Sinorê zilmê heye, êdî heya vî sînorî hatin. Kenê xwe li kar û xwarina mirovan kirin. Bi azadiya mirovan lîstin. Bi jiyana mirovan lîstin. Êdî tu tiştên li ser bilîzîn nemaye. Sînorê zilmê heye, lê sînorê têkoşîn û berxwedanê tuneye. Li hemberî berxwedana gelan hemû dîktator û zilmkar têk çûne. Bila şika tu kesê ji vê yekê nebe.”
‘ZAROKÊN KESÊN ZILM DÎTIN ALA WAN BILIND KIRIN’
Onder, anî ziman ku bi salane zilm li Kurdan kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelê Kurd dê di 24’ê Hezîranê de bersiva pêwîst bi de wan. Di nava şevekê de 4 mîlyon Kurd ji cih û warên wan koç kirin, mal û gundên wan rûxandin. Îro em diçin gundan û hemû zarokan wan qadên metropolan tije dikn. Wan ala têkoşîna pîr û kalên xwe dewir girtin. Ev zarokê dê heya dawiyê vê alî danexin. 19 roj pêşiya me man. Berpirsiyariyên me hemûyan hene. Hikûmeta ku vîna gel dizî, qeyûm tayînê şaredariyên gel kirin. Hemû qeyûmên wan diz derketin. Lê ev gel tu carî vîna xwe deslîmî tu kesê nake û çavê xwe bernade malê tu kesê. Em ê hesabê van hemû ji wan bixwazin.”