ENQERE - Ji sazumankarê malpera înternetê ya gorulmuştur.org ku dibe dengê girtiyan nivîskar Adîl Okay, diyar kir ku ji bo cîhanek xweştir û ji bo zarokên xwe ji girtiyan re name bişînin."
Li Tirkiye nezî 230 hezar girtî hene. Ji girtiyan zêdeyî Hezar girtî nexweş in û zêdeyî 300 girtî rewşa wan giran e. Dîsa zêdeyî 70 hezar girtî xwendekar in. Ji sazumankarê malpera înternetê ya gorulmuştur.org, nivîskar Adîl Okay, ji bo bibe dengê girtiyan 7 salin bi riya malperê hewl dide bibe dengên girtiyan û nameyên wan di malpera xwe de dişewîne. Okay, diyar kir ku ji bo cîhanek xweştir û ji bo zarokên xwe ji girtiyan re name bişînin."
Okay, bi riya malperê hewl dide bibe dengê girtiyan û daxwaz, pirsgirêk û dengê wan bi civakê re parve bike.
Okay, li ser rewşa girtiyan û zextên li ser gitiyan ji Ajansa me Mezopotamya (MA) re axivî. Okay, ji ber sedemên polîtîk li Edene hat girtin. Di salên1980’an de rastî îşkenceyê hat û milekî wî seqet bûye. Beriya darbeya 12'ê Îlonê ji Girtîgeha Edeneyê fîrar kir. Di sala 1983'an de li Giransa bi cih bû. Piştî 20 salan doza wî betal bû û dîsa vegeriya Tirkiye. 10 sal berê ji girtîgehên Tirkiye re pirtûk şandin û di demek kin de bi sedan girtiyan re hevalti pêş xist.
7 sal berê bi awayekî rêk û pêk bi riya nameyan têkiliya bigirtiyan re zêde kir. Dema keça wî ya 5 salî nameyên girtiyan pirsî, ew wekî "Şîrîn" pênas kerin. Li ser vê yekê ji nêzî 30 girtîgehan re nepoxên rengîn yên keça xwe Oyku ji girtiyan reşand. Piştî nepoxên Oyku nedan girtiyan, vê carê dest bi çalikyan kir û daxuyanî dan. Li ser vê yekê parlamenterê berê Akin Birdal mijar bir rojeva meclîsê. Wezîrê Dadê yê wê demê jî gotibû “Nepox hiqûqê sist dikin" û bersîva dabû.
RAMAN NAYÊN GIRTIN
Okay, piştî hêjmara nameyên girtiyan zêde bû malpera gorulmuştur.org ava kir. Pişter bi koma Red fotoğraf re projeya 55 wêne jie 22 girtiyan re bişîne da destpêkirin. piştî vê kampanayê bi navê “Raman/wêneyên ji Hundir şandina Derve nayên girtin" pêşengeh vekir.
Okay, bi vê projeyê li ser daxwaza 68 girtiyan 68 wêne bi destê 60 wênekêşan li derve kişand û kir pêşengeha wêneyan. Ev pêşengeha wêneyan li gelek bajarên cuda vekir.
LÊGERÎNA TAZÎ ÎŞKENCEYA HERÎ MEZIN E
Okay, bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan û wiha got: "Li Girtîgehan piştî OHAL’ê binpêkirina mafan gelek zêde bû. Girtiyên li jî zextan û qedexeyan derdikevin rastî îşkenceyê tên. Qedexe pir zêde bûn. Îşkence gelek zêde bûye. Yek ji van îşkenceyan lêgerîna tazî ye. Lêgerîna tazî îşkenceya herî giran e. Lêgerîna tazî şikandina rûmetê ye. Lêgerîna tazî bi serê xwe îşkence ye. Mînak parazvanê mafê mirovan û Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê Alî Tanriverdî, 71 salî bû hat girtin. Li girtîgehê bi zorê 3 nûmare li porê wî xistin. Ev îşkenceya herî mezin e.
Mînak Kasim Karataş 25 salin girtî ye. Keça wî Gulistan a li ber deriyê girtîgehan mezin bûye li min geriya. Got 'bavê min krîza dil derbas kiriye û xwest em alîkarî bikin. Dîsa mînak Turan Demir ê girtî. nivîsand û got: "Ez naxwazim zaroka min mezin bibe. Ez dixwazim piştî ez derketim em bi hevre mezin bibin.
HÛN JÎ NAMEYEKÊ BINIVÎSIN
Okay, herî dawî bang li her kesî kir û xwest ji bo cîhanek xweş her kes karibe ji hevalekî xwe yê girtî re nameyekê bişîne û wiha got: "Li Tirkiye faşizm pir pêş ketiye. Lê divê em yer yek karibin piştgiriyek biçûk bidin girtiyan. Ji bo cîhanek xweşik em dikarin her yek nameyekê bişînin.
MA / Selamî Aslan