ENQERE - Li Haymana ku weke depoya dengên AKP’ê dihat dîtin, hevsengiya partiyan guherin. Li navçeyê ji ber krîza aborî û polîtîkayên desthilatdariyê yên li dijî Kurdan, bû sedem ku ba bizivire û HDP hilpekîne. Welatî Erdogan Yildiz ê 12 salan di nava AKP’ê de xebitî jî berê xwe da HDP’ê.
Li navçeya Haymana Enqereyê ji ber krîza aborî û polîtîkayên tifaqa AKP-MHP’ê yên li dijî Kurdan hişt ku dengeyên di hilbijartinê de biguherin. Nifûsa navçeyê ji sedî 90 jê Kurdin û di hilbijartinên bûrî de partiyên muhafazekar û netewperest qezenc dikirin. Di hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an de AKP’ê ji sedî 58 û HDP’ê jî ji sedî 18,5 deng girtin. Di referandumê de li Heymana ji sedî 71,6 “Erê” û ji sedî 28,4 “Na” deng derketibûn. Ji ber polîtîkayên AKP û MHP’ê yên li dijî Kurdan dengê HDP’ê yên navçeyê zêde bûn.
DIKANDAR DEREBAN DIGIRIN
Serokê Odeya Hostakar û Dikandarên Haymana Alî Sivaci, diyar kir ku berî du salan hezar û 200 dikandarên girêdayî odeyê habûn, lê dinava du salên dawî de ev hejmar daket 480’î û her ku diçe rewşa aboriyê xwerab dibe. Îro dikandarên Haymana dinava rûnên xwe de dihelin. Her dikandarekê du sê krediyên wan hene. 4 krediyên min hene. Lê dîsan jî têra min nake. Ji ber pereyê gel nemaye. Welatî ji ber krîza aborî ya heyî bi bertekin. Aborî têk çûye û krîzek li pêşberî me heye.”
‘DIBE KU HDP HILPEKE’
Sivci, derbarê hilbijartina 24’ê Hezîranê de jî wiha got: “Ciwan ecayîb dixebitin. Bi taybetî li gundan bi cesaretek mezin xebatan bi rêve dibin. Bi stratejiyek rast, HDP dikare hilpekînek mezin bike.”
Çetîn Bariş ê 32 salin dikandariyê dike jî, diyar kir ku ew ê vê carî li dû Tayyîp li tenekê bixe û wiha axivî: “Teqez AKP dê vê carê winda bike. Erdogan hez Kurdan neka û divê hemû Kurd zilehek xurt li ERdogan bixin. Kurdên li Haymana êdî ji Erdogan pir aciz bûne. Min hikûmetek mîna AKP’ê ne dît û ne jî bihîst. Mirov evqas xerab nabe. Rûyê dikandaran nakene. Divê em bêjin êdî bese. Desthilatdariyê rêya Haymana û Enqerê nû xelas kir. Çawan dibe ku di 20 salan de rêyek temam nebe? Di hilbijartinan de dibêjin me rê û pir çêkirin. Li vê derê termal heye û ava gerim heye. Lê gel nayê vê derê. Divê di 24’ê Hezîranê de Tayyîp here.”
PIŞTÎ 12 SALAN JI AKP’Ê DERBASÎ HDP’Ê BÛ
Welatiyê ji Haymana Erdogan Yildiz ê ji sedî 50 kore jî, xebatên hilbijartinê yê HDP’ê bi rêve dibe. Yildiz ê berî 10 rojan li buroya HDP’ê dest bi xebatan kir, li navçeyê 12 salan xebatên AKP bi rêve dibir. Yildiz, derbarê vê guhertina xwe de wiha axivî: “Polîtîkayên AKP’ê li dijî Kurdane. Nêzîkatiyên wan ê ji Kurdan re hişt ku ez bişikim. Derew û rantên dinava AKP’ê de êdî ez pir westandim. Ji ber vê yekê partiya herî xweş û xweşik HDP’ê ye. Li vê derê rant û pere tuneye. Bi rastî jî hewl didin karên baş bikin.”
MA / Selamî Aslan