STENBOL - Rojnameger Zekîne Turkerî, têkildarî krîza piştî referanduma serxwebûnê ya Herêma Xweser a Katalonya diyar kir ku hikûmeta Îspanya di tundiya li dijî Katalan de tu encamê bi dest naxe û wiha got: "Îspanya negihiştin ser trêne. Kurd îro li Rojhalata Navîn di çi rewşê de bin, Katalan jî di Yekîtiya Ewropa de di heman rewşê de ye.
Gelê Katalan di 1'ê Cotmehê de li Îspanya referanduma serxwebûnê pêk anî û gel ji serxwebûna Katalan re got erê. Katalan ku ji sedî 16'ê nifûsa Îspanya ye, di referandumê de ji sedî 90,09 çûn ser sindoqê. Gelê Katalan tevî hemû êrîşên dijwar li sindoqan xwedî derket. Li bendê bû piştî referandumê gelê Katalan serxwebûna xwe îlan bike, lê Serokê Herêma Katalonya Carles Puigdemont, diyar kir ku ji bo pêvajoya muzakereyan pêş bikeve serxwebûna xwe radiwestînin.
JI BO ÎLANA SERXWEBÛNÊ PAŞVE BIXIN DÊ DEM BÊ DAYÎN
Piştî referanduma serxwebûnê ya Herêma Xweser a Katalonya krîz pêş ket. Piştî referandumê Serokê Îspanya Mariano Rajoy, ji Serokê Katalan Puigdemont xwest ku di nava 5 rojan de helwesta xwe zelal bike. Li ser vê yekê rageşî û tundî zêde bû. Ger ku Puigdemont roja duşemê diyar bike ku serxwebûn îlan kiriye, dê dîsa ji bo paşvekişandina serxwebûnê dê 3 roj wext bide. Welatiya Îspanyayê Rojnameger Zekine Tarkerî têkildarî geşedanên Îspanyayê û rewşa Katalanan de nirxandin kir.
‘JI 2004'AN DE SERXWEBÛNA KATALAN DI ROJEVÊ DE YE'
Rojnameger Zekîne Turkerî, diyar kir ku hikûmeta îspanya di destê rêveberiya çepgirde ye û wiha got: "Katalan ji sala 2004'an de doza referanduma serxwebûnê dikin. Gelek hikûmetan îdiaya serxwebûna Kalanan kir. Vê yekê bandor li ser çûniya referandumê kir. Di sala 2010’an de Dadgeha Qanûna Bingehîn statuya Katalanan betal kir. Hikûmeta gelparêz a li Îktidarê Hikûmeta Pepe bi tu awayî nêzî diyalogê nabe. Ji ber ku vê yekê dijzagonî dibîne bi hêza xwe ya ewlehiyê mudaxale kir. Yekîtiya Ewropa ev mudaxale rexne kir. Ji ber ku tundiyek bê rêje û sînor pêk anî. Ji ber tundiyek zêde pêk ankî, 850 kes birîndar bûn. Ez li hemberî helwesta Ewropa mat dimînim. Ewropa got ez serxwebûna Katalanan nas nakim. Ewropa alîgirê yekîtiya Îspanya ye. Ji ber ku gelek milletên din jî li Ewropa hene. Naxwaze Îspanya ji miletên din re bibe mînak. Niha li Katalonya yên serxwebûnê dixwazin û yên dixwazin li cem Îspanya bibînin hêjmara wan nêzî hev e. Ger ku di referandumê de erê pir zêde derketiya dibû ku helwesta Ewropa hinek din cudatir bûya. Ew difkirin ku ger Katalan biçin di dorê de Basklî, Galiçyayî hene. Li Îspanya 3 milettên din ên cuda hene."
‘PÊKANÎNÊN POİGDEMONT PÊKENOK BÛN'
Turkerî, anî ziman ku niha li Katalonya hikûmeta rastgir pirsgirêkê kûr dike û zextan zêde dike û wiha got: "Piştî referanduma serxwebûnê li bendê bû serxwebûn bihata îlankirin. Lê serokê Hikûmeta Herêma Katalonya Carles Puigdemont daxuyanî da ku serxwebûnê taloq dikin. Niha nêviyê gelê Katalan alîgirê bi Îspanya re bijî nêvî jî alîgirê serxewbûnê ye. Referandum di şertên awarte de pêk hat. Puigdemont berê diyar kir ku dê di nava 48 saetan de serxwebûnê îlan bike. Piştre taloq kir. Gelek sermayeyên mezin ji Katalonya vekişiyan. Gelek şîrketan navenda xwe ji Barcelo girtin û derbasî Madridê bûn. Zextên YE'ê heye. Di nava van şertan de tişta ku Puigdemont kir pêkenok bû. bareki giran li ser milê wî ye.
‘EM LI ROJHILATA NAVÎN Û EW LI YE'Ê HEMAN TIŞTÎ DIJÎN'
Turkerî, anî ziman ku li pêş Katalan hikûmeta wekî dîwarekî heye û wiha got: 'Em li Rojhilata Navîn û ew jî li Yekîtiya Ewropa heman rewşê dijîn. Li her derê nijadperestî yek e. Li Îspanya 3 partiyên mezin piştgiriye dide Serokê Îspanya Mariano Rajoyê. Tişta ku Rajoy dike dê hestên Katalanan ên nijadperestî zêdetir bike. Ev helwest nabe çareserî. Katalanlar û Puigdemontan xwe bi tenê hîs kir. Niha li YE'ê hin kes ji bo diyalog neyê girtin ketine navberê. Ji vê yekê kesên çepgir bêzar bûn. Bi wan diyalogan hikûmeta Puigdemont li ser piyan ma. Ger ku ew piştgiriya xwe paşve bikişînin dê hikûmeta Katalan bikeve xwar."
‘GELO EM BANG LI YPG'Ê BIKIN'
Rojnameger Turkerî, destnîşan kir ku di referandumê de li dijî êrîşan daxuyaniyen "Em ji kurdan fêrî têkoşînê bûn" hatin kirin û wiha got: Ez jî roja Referandumê li wir bûm. Ez wê rojê saet di 4'ê sibê de rabûm. Ez li gelek navendên dengan ên bajarê Barcelonayê geriyam. Min rêxistinek pir mezin dît. Dizanîbûn ku ez rojnamegerek kurd im. Çepgirên gotin 'Gelo em bang li YPG’ê bikin ji bo parastinê' jî hebûn."
Turkerî, herî dawî li ser hestên Katalonên ku serxwebûnê dixwazin jî rawestiya û wiha bi dawî kir: "Li gorî min dê serdemek kaotik pêk bê. Mariano Rajoy dem da Katalan. Got ez dê xala 5'emîn a Qanûna Bingehîn têxim meriyetê. Got ez dê vê otonomiya we jî betal bikim. Ger ku vê yekê jî bike rê li pêş veke ku Katalonya zûtir serxwebûna xwe pêk bîne. Li gorî min êdî veger tune ye. Li gorî min êdî ji bo Îspanya her tişt derbas bû. Îspanya dereng ma. Negihişt ser tirênê. 5 sal berê çû Dadgeha Qanûna Bingehîn û trên revand. Li gorî min îspanya dê xala 155'an têxe meriyetê. Ger k vê yekê pêk bîne dê rê li pêş Serxwebûna Katalonya vekin."
MA / Necla Demir