AMED – Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Erzinganê, ji ber ku xwendekara zanîngehê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wêneyê ku şiklê dil lê hebû di nav de "Kurdistan" hatibû nivîsandin parve kiriye, bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" tawanbar kir û sal û 3 meh ceza lê birî.
Li Dibistana Bilind a Egînê Erzinganê, xwendekar S.B.(22), di navbera 2013-2015'an de li ser hesabê xwe yê Facebookê ristek ji helbesta Cegerxwîn "Kurdino! bibin yek; eger hun nebin yek, hun e herin yek bi yek" û wêneyê ku şiklê dil li ser e û li nav dil "Kurdistan" nivîsandiye parve kir. Lê belê, piştî ku di sala 2017'an de Midûra Yûrda Keçan a Egînê hesabê S.B. raçav kir, ji ber parvekirina ku "Kurdistan" li ser re lêpirsîna dîsîplînê da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de îfadeya S.B. hat girtin û ji ber vê parvekirinê S.B. ji yûrdê hat avêtin. Her wiha midûra yûrdê der barê S.B. de girtek girt û şand Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Egînê.
Li ser vê îxbarê Serdozgeriya Komarê ya Erzinganê jî der barê S.B. de lêpirsîn da destpêkirin. Piştî S.B. îfade da polîsan, di meha Sibatê de bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" der barê wê de îdianame hat amadekirin û di îdianameyê de hat xwestin ku di navbera 1-5 salan de bê cezakirin. Her wiha dadgehê diyar kir ku rista Cegerxwîn "Kurdino! bibin yek; eger hun nebin yek, hun e herin yek bi yek" di çarçoveya azadiya fikr û ramanzê de ye. Lê belê ji ber wêneyê ku "Kurdistan" li ser nivîsandî dadgehê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" sal û 3 meh ceza li S.B.'yê birî.
Parêzerê S.B., Mehdî Ozdemîr diyar kir ku peyva "Kurdistanê" di qanûna bingehîn a ewil a Komara Tirkiyeyê de û di dema Dewleta Osmanî de tim dihat bikaranîn û ev têgeheke cografîk e. Ozdemîr, anî ziman ku dadgehê ji ber peyva "Kurdistan" muwekîla wê bi "propagandaya rêxistinê" tawanbar kiriye û got: "Ev yek ji bo propagandaya rêxistinê" ne hincet e. Her wiha peyva Kurdistanê beriya ku PKK bê avakirin tim dihat bikaranîn. Wekî sûc hesibandina vê yekê binpêkirina azadiya fikr û ramanê ye. Peyva Kurdistanê, şidet, propagandayeke derqanûnî, rîke û nîşaneya şidetê di xwe de nahebîne. Loma divê ev peyva ku muwekîla min parve kiriye, wekî sûc neyê hesibandin."
Ozdemîr, diyar kir ku li ser vê wan li dadgeha di ser ya herêmî re li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Erzinganî îtirazî vê rewşê kiriye û got: "Li gorî encama îtirazê em ê dosyeyê bişînin Dadgeha Qanûna Bingehîn û eger bivê em bişînin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Di biryarên Dadgeha Bilind û DMME'yê de bi awayekî aşkere dixuyê ku peyva Kurdistanê termeke cografîk e û tu sûcî di xwe de nahebîne."
MA/ Deniz Tekin