OSMANIYE - Namzeta HDP'ê ya Osmaniyeyê karker Derya Turhan got: "Bang li hemû karkerên çandiniyê dikim; ji bo jiyaneke mirovane û pêşerojeke bi ewle dengê xwe bidin HDP'ê."
Namzeta HDP'ê ya Osmaniyeyê Derya Turhana 21 salî li Osmaniyeyê hat dinê. Turhan Lîseyê li Osmaniyeyê xwend û di dema xwendina xwe de jî li nav zeviyan dixebitî. Turhan jî wekî bi milyonan karkerên demsalî, 11 salan li nav zeviyan xebitî. Turhan, bilêv kir ku ji ber bêderfetiyên madî wê nikaribûye lîseyê bixwîne. Turhan, destnîşan kir ku ji bo bibe dengê jinan û karkerên çandiniyê ew bûye namzet.
'MIN XWEST BIBIM DENGÊ KARKERÊN DEMSALÎ'
Turhan, anî ziman ku ji ber bavê wê hemaltî dikir, dahateke wan a dirust tune bû û loma ew heftç 5 rojan diçû dibistanê û 2 rojan jî li nav zeviyan dixebitî. Turhan got: "Ji ber ku HDP edaletê û wekheviyê diparêze ew bûye namzet. Min xwest wekî jinên HDP'î bibim mînak. Min xwest ji nav zeviyan dakevim û ji bo hevalên xwe bibim mînak. Loma ez bûm namzet. Min xwest bibim dengê karkerên çandiniyê û loma niha li vira me."
Turhan, anî ziman ligel karkeriya çandiniyê ew li nav malan jî xebitiyê û got: "Em her sibeh saet di 4'an de radibin. Tarî ye, lê ji bo wesayîtê em mecbûr in derkevin derve. Talûke ye, em ditirsin. Lê ji ber em mecbûr in bixebitin, em vê talûkeyê jî didin ber çavan. Dema wesayît tê mesaiya me dest pê dike û em di nêvengeke ku bêhneke pîs jê tê û ne paqij diçin kar. Em gelekî qelebalix in. Carinan em 3 kes li 2 qoltixan rûdinên. Hayê me ji vê talûkeyê heye, lê em emcbûr in. Gelek kes heta em digihên ser erd, di erebê de di xew re diçin."
Turhan got: "Dema em digihên ser kar, tengasî zêdetir dibin. Zivistanê herî heye û hewa sar e. Havînan jî em ji germa ji ser hişê xwe diçin. Li ser serê me tim yek heye û dibêje 'lez bikin lez'. Em xwarina xwe li nav erd dixwin. Em pêdiviyên xwe yên din jî li nav erd bi cih tînin. Yewmiyeya ku em digirin, ne beramberiya keda me ye. Piştî penaberên sûriyeyî hatin, yewmiye kêmtir bû. Em dixebitin, lê ancax piştî 3-4 mehan şûnde em pereyê xwe digirin."
'HDP PARTIYA KEDKARAN E'
Turhan, jiyana karkerên çandiniyê ne jiyaneke mirovane ye û got: "Tu ewlehiyeke wê tune ye. Ji bo karkerên çandiniyê bi awayekî mirovane bijîn, ji bo li nêvengeke ewle bixebitin bûm namzet. Dixwazim bibim dengê wan. HDP partiya kedkaran e û dê pirsgirêkan çareser bike. Bang li hemû karkerên çandiniyê dikim; ji bo jiyaneke mirovane û pêşerojeke biewle dengê xwe bidin HDP'ê. Dengek ji bo HDP û dengek jî ji bo Selahattin Demirtaş."
MA / Hamdullah Kesen