EDENE – Li Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê bi hinceta “Hûn propagandaya rêxistinê dikin” axaftina zimanê kurdî hat qedexekirin. Hat ragihandin ku ji bo nameyên kurdî jî lêpirsin hatine vekirin.
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa M a Ceyhana Edeneyê ji bo spartina kincên yek reng, nedana pirtûkan, lêgerînên kêfî û zextan şermezar bikin ji 5’ê cotmehê ve dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger a 5 rojan kirin e. Girtiyan da zanîn ku heke ku daxwazên wan bê bersiv bimîne dê çalakiya xwe veguherînin çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger.
Tahîr Olmez ê xizmê girtiyekî têkildarî qewamindinên Girtîgeha Ceyhanê agahî dan û got ku her roja ku diçe li dijî girtiyan binpêkirina mafan zêde dibe. Ozdemîr ev tişt got: “Bi awayekî bêhiqûqî hemû mafên girtiyan ji destên wan girtin e. Hevdîtina têlefonê ji hefteyekê derxistine du hefteyan. Girtiyan didin zorê ku bi girtiyên FETO re bimînin. Dema girtiyên doza PKK’ê vê qebûl nakin ji aliyê gardiyanan ve tên derpkirin.”
'KURDÎ QEDEXE YE’
Ozdemîr destnîşan kir ku gardiyanan li girtîgehê axaftina kurdî qedexe kiriye û wiha dewam kir: “Gardiyan nahêlin ku girtî li qawîşên xwe bi kurdî biaxivin. Gardiyan ji axaftina kurdî re dibêjin ‘Hûn propagandaya rêxistinê dikin.’ Nameyên bi kurdî ne tên şandin û ne jî didin girtiyan. Her wiha der barê nameyên kurdî de lêpirsîn li girtiyan tên vekirin. Li gel van pêkanînan kincên yek rengî dispêrin girtiyan. Saetên hevdîtinê hatine bisînorkirin.”
Ozdemîr xwest binpêkirina mafan bê bidawîkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hikumeta AKP’ê tecrîda li Îmraliyê pêk tîne belavî tevahiya girtîgehan kiriye. Bila AKP dev ji vê bêhiqûqiyê berde. Em wek malbatên girtiyan li pey girtiyên xwe ne.”