COLEMÊRG – Şêniyên gundên Colemêrgê anîn ziman ku piştî referandûmê dor hatiye yekîtiya kurdan û wiha gotin: “Kurd tenê dikarin bi yekîtiyê bijîn. Ji bilî vê tu rê tune ne.”
Piştî referandûma li Herêma Kurdistana Federe, şêniyên mezrika Sûman a Girêdayî Colemêrgê diyarkirin ku êdî dor hatiye avakirina yekîtiya kurdan. Welatiyê bi navê Neam Aşkan wiha bang li lîderên kurdan kir: “Yekane daxwaza me yekîtiya kurdan e. Divê êdî Barzanî jî ji bo yekîtiya kurdan tev bigere. Ew jî kurd e û kesekî ji me ye. Divê êdî ew pêşniyara yekîtiyê bide ber kurdan.”
‘EM BI HEV RE DIKARIN BI SER KEVIN’
Gundiyê bi navê Halît Aşkan jî, diyar kir ku yekane daxwaza wan yekîtiya kurda ye û divê lîderên kurd bên gel hev û bibin yek. Aşkan, dest nîşan kir ku ji bo pêşeroja gelê kurd divê demildest gav bên avêtin. Aşkan got ku heke kurd nebin yek, wê êş û azarên gelek giran bikêşin.
Welatiyê bi navê Resûl Aşkan jî wiha got: “Heke em nebin yek em ê herin yek bi yek. Heke em xwedî li wê avaniya ku li Başûr çê bûye dernekevin û bibêjin ‘ji me re çi’ pêşî em ê winda bikin. Ancax kurd, bi hevkarî dikarin bi ser kevin. Ji bilî vê tu rê tune ne.”
‘TENÊ DAXWAZA MIN YEKÎTÎ YE’
Necîbe Yîgît ku li gundê Çemê Emo yê Colemêrgê dijî wiha got: “Bang li gelê kurd û pêşengên wan dikim. Werin em hemû dest bidin destê hevdu û bibin yek. Êdî em li her çar perçeyan wek xwişk û bira bijîn. Tenê daxwaza min yekîtiya kurdan e.”
Salîh Yîgît jî, dest nîşan kir ku ji bo xwîn rawest e û êdî ciwan nemirin divê kurd bibin yek û wiha got: “Şivantiyê dikim, lê çav û guhê me li avakirina yekîtiya netewî ye. Êdî em jî dixwazin rojeke rihet bibînin.”