WAN - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Budan, bi karwanek ji sedan maşîne pêk tê hat Wanê û tev li merasima Buroya Hilbijartinê ya Navendî ya Wanê bû. Buldan, li ber buroya hilbijartinê ya Navendî ji aliyê deh hezaran kesan ve bi dirûşmeyan hat pêşwazîkirin. Buldan, piştî girse silav kir, bal kişand ser hatina Erdogan a Amedê û wiha got: "Erdogan derewan dike. Gotinê wî tune heriyê davêje. Tayip Bey bi qasî kuleya saetê û mînareya çarling ji hev nas nake cahîl e."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Bervîn Buldan, bi armanca tev li vekirina Buyora Hilbijartinê ya Navendî bibe hat Wanê. Buldan li balafirgeha Ferit Melen a Wanê ji aliyê endam û rêveberên HDP'ê, Namzetên HDP'ê û girseyek mezin bi sedan maşîne hat pêşwazîkirin. Buldan piştî bi karwana ji sedan maşîne pêk dihat derbasî avahiya HDP'ê ya Wanê bû. Buldan piştre derbasî Buroya Hilbijartinê ya Navendî ya Wanê bû. Buldan, bi tevlêbûna namzetên HDP'ê yên Wanê derket ser otobusa hilbijartinê û gel slav kir. Dema Buldan derket ser otobusê deh hezaran bi yek dengî dirûşme berz kirin.
Buldan gel silav kir û wiha got: "Îktîdara AKP'ê 16 salin kurdan înkar dikin. Duh li Amedê Serokomar Recep Tayip beg got "Birayê min ên kurd hene, lê pirsgireka kurd tune." Li gorî wî pirsgirêka kurd tune. Li gorî wî pirsgirêka gur heye. Wan bi MHP'ê re îtîfaq çêkir. Ji ber wê li gorî wan pirsgirêka kurd tune."
GER PIRSGIRÊKA KURD TUNE BE TU ÇIMA ÇÛ EFRÎNÊ?
Buldan, bang li Erdogan kir û wiha got: "Ez ji Erdogan re dibêjim dibe ku pirsgirêka te ya kurd tune be. Lê pirsgirêka kurdan bi tere heye. Pirsgirêka me bi te re heye. Ger ku li vî welatî pirsgirêka kurd tune, tu çima çû Efrînê. Tu çima çû Gever, Nisêbîn û Cizîrê? Li vî welatî hişmendiya ku pirsgirêka kurd nebîne, mahkûmê tunebûnê û têkçûnê ye. Ji ber ve yekê hişmendiya AKP'ê jî dê di 24'ê hezîranê de biçe. Em dibêjin oxir be ji tere."
BI QASÎ KULEYÊ Û MÎNAREYÊ JI HEV NAS NEKE CAHÎL E
Buldan, ziyareta Erdogan a Amedê jî rexne kir û wiha got: "Serokomarekî welatekî divê hurmhetê ji hemû bawerî û rengan re nîşan bide. Lê ew înkar dike. Duh li Amedê Tayip beg got Kuleya saetê xera kirin. Lê bi qasî ku Quleya Saetê û Mînareya Çarling ji hev nasnake cahîl e.
HERIYÊ DAVÊJE Û DI AXIVE
Ji ber gotinê wî tune tiştekî bêje tune heriyê davê û şopa wê dihêle. Ji ber ku duh li Amede cam rawestiya Tayip bêy ji rawestiya. Divê em 20 rojan sebir bikin. Van rojan her şev Demîrtaş û girtîgeha Erdîrne tê xewna Erdogan. Çend rojin der barê birêz Demîrtaş de di axive. Lê hemû derew in. Tu ratiya wê tune. Dibêje destê Demîrtaş di bûyerên kobanê de heye. Lê Birêz Demîrtaş ji ber azardiya ramanê tê darizandin."
YÊN FERMANA KOMKUJIYA PIRSÛSÊ DA AKP BÛ
Buldan, diyar kir ku yên fermana komkujiya Pirsûsê da, yên komkujiya Enqere da Hikûmeta AKP'ê ye û wiha lê zêde kir: "Ew qas ji Selehattîn Demîrtaş û siyaseta wî ditirsin, cesaret nakin wî berdin. Hemû cîhan û alem dibêjin Demîrtaş berdin, lê cenaseta wan tune. Ew bernedin jî gel dê Demîrtaş di 24'ê Hezîranê de serbest berde. HDP dê dersa AKP'ê û Erdogan bide. Gelê Wanê dê tola Bekir Kaya û Figen Yuksekdag bide. Gelê Wanê ji Bekir Kaya hez dike. Dê di 24'ê Hezîranê de azad bikin.
HENDEK KIRIN HINCET Û QEYÛM TAYIN KIRIN
Em dipirsin li Wanê û navçeyên wê hendekê hatin kolan hene na? Wê demê hemû derew û bêbextî ye. Feraseta wan xerabe ye. Ji ber ku naxwazin em siyasetê bikin me reş dikin û derewan li me dikin." Budan berê xwe da deh hezaran kesên beşdarî mîtîngê bû û got: "Binerin her kes li vir e. Siyaset li vir e. Benda ji sedî 10 tenê ji bo HDP'ê heye. Niha hemû lîstik li ser HDP'ê tê meşandin. Namzetên me, hevserokên me, hevşaredarên me girtî ne. Lê tevî hemû lîstik û astengiyan dîsa em li qadan in em li cem gelê xwe ne. Em dê bi hêzek mezintir bên meclîsê. Ji ber ku HDP baweriya vî welatî ye. Temînata aştî, demokrasî, edalet û azadiyê ye. Bêyî HDP parlamento nabe. Bi hezaran ciwanên Wanî îro betal in. Esnaf gelek rojan siftah nake û êvarî diçe mal. AKP'ê hilberîn, sewalkarî û çotkarî xelas kirin. Li gel vê yekê tê dengan dixwazin. Em dizanin ku heta pirsgirêka gelê Wanê û kurdan çareser nabe, pirsgirêka Tirkiye jî çareser nabe. Ger ku HDP biçe meclîsê û Demîrtaş bibe Serokomar dê înkar û îmha ji holê rabe.
EM HETA HETA JI WE BAWER DIKIN
Buldan, herî dawî got: "Em heta dawî ji gelê Wanê bawer dikin û gelê Wanê heta dawî li vîna xwe û partiya xwe xwedî derketiye. Em dibêjin hûn dê bikin 8-0. Em ji we hemûyan re serkeftinê dixwazin. Rêya we reya me vekiribê. An Azadî An Azadî, An Serkeftin An Serkeftin. "