Temellî: Ew ne kuleya saetê ye, ew Minareya Çar Ling e

  • rojane
  • 16:29 4 Hezîran 2018
  • |
img

ÊLIH – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Hezoya Êlihê axivî û got: “Erdogan dibêje kuleya saetê ye. Ew ne kuleya saetê ye. Ew Minareya Çar Ling e ya we Tahîr Elçî li berê qetil kirin. Em ê hesabê Tahîr Elçî ji we bixwazin.” Temellî anî ziman ku Erdogan bi zanebûn Demîrtaş bi bûyerê Kobanê ve sûcdar dike û got: “Li gel daxwaza te Kobanê neket û wê Erdogan bikeve.” 

Hevserokê Giştî yê HDP’ê û namzetê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî gera xwe ya hilbijartina 24’ê Hezîranê ya li bajarên herêmê didomîne. Temellî duh li Sêrt û navçeyê wê bû û îro jî derbasî Êlih û navçeyên wê bû. Temellî, namzetên HDP’ê yên Êlihê Feleknas Uca, Ayşe Acar Başaran, Necdet Temîzyuz, Mehmet Ruştu Tiryakî û Şukru Baytar, Hevserokên HDP’a Êlihê Nizamettîn Toguç û Bêrîvan Helen Işik, Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr ê qeyûm tayînî şûna wî kirin, aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata ya hefteyek berê ji girtîgehê hat berdan û rêveberên HDP û DBP’ê ewil bajarokê Awîskê ya bi ser Qubînê ve ziyaret kirin. 
 
Temellî û heyeta pê re pişt re derbasî navenda Qubînê bûn û gel silav kirin. Temellî û namzet li kolanên Qûbînê geriyan û gel ew li ser kolanan pêşwazî kirin.  Heyet pişt re di riya gundan de derbasî navçeya Hezo ya Êlihê bû. Konvoya HDP li nav Hezo geriya û hat ber buroya hilbijartinê ya li Durêya Uçyolê bi gel re kom bûn. Heyet bi coşek mezin hat pêşwazîkirin û dirûşmeyan berz kirin. Gel li ber stranên hilbijartinê govend gerand. Pişt re namzet yek bi yek derketin ser otobusa hilbijartinê û gel silav kirin. Temellî jî derket ser otubusê gel silav kir û xîtabî gel kir. 
 
Axaftina Temellî wiha ye: 
 
'EM Ê HESABÊ ELÇÎ JI WE BIXWAZIN'  
 
“Hatiye Amedê dibêje çi; behsa kuleya saetê dike. Ew kûleya saetê ku dibêje, ne kuleya saetê ye. Ew Minareya Çar Ling a dîrokî ye. Dema Tahîr Elçî li wir minare û dîrokê diparast hat kuştin. Em ê di 24’ê Hezîranê de hesabê Tahîr Elçî ji we bipirsin. Em ê di 24’ê Hezîranê de we bişînin sergoyê çopê. Ewqas hînî derewan bûne. Hemû welat bi qedexe û OHAL’ê birêve dibin. Ji bo xebat û coşa HDP’ê têk bibin û qedexe bikin çi ji destê wan tê dikin. Ji ber tirsa desthilatdariya xwe hemû personelên saziyên dewletê li dijî HDP’ê xistine tevgerê û seferber kirin e. Xwe bi artêşa polîs û leşkeran diparêz e. 
 
KOBANÊ NEKET WÊ ERDOGAN BIKEVE
 
Sindoq li ku dibin bila bibin em ê biçin dengê xwe biavêjin û em ê hemû ji vê îxtîdarê xelas bibin. Bûyerê 6-8’ê Cotmehê yên Kobanê carek din dixe rojevê. Ji bo birêz Demîrtaş sûcdar bike çi ji destê wî tê dike û bûyerên Kobanê tîne rojevê. Halbukî birêz namzetê me Demîrtaş ji bo hestiyariya mirovan bang kir û xwest pêşî li komkujiyan û talanê bigire. DAIŞ’ê li Kobanê komkujî pêk dianî. Çi got ‘Ha Kobanê ket û wa dikeve.’ Lê dilê wî rehet nebû. Kobanê neket û dê Erdogan bikeve.
 
Heta hemû cîhan ji vê DAIŞ’ê rizgar nebe xelasiya Sûriyeyê nîne. Kengê Sûriye rigar bibe, dê gelên Sûriyeyê qedera xwe diyar bike. Tu nikarî ji bo Sûriyeyê fermana şer bidî. Tenê tu dikarî ji bo pirsgirêkên li welatê xwe biaxivî. 
 
EM TÊKOŞÎNA BI HEV RE BÛNÊ DIDIN 
 
Di hemû axaftinên xwe de dixwaze HDP’ê sûcdar bike. HDP têkoşîna aştî, demokrasiyê û azadiyê dide. Pirsgirêka me bi tu sînoran re nîne. Armanca me ew e ku em di nav van sînoaran de hemû netew, çand û baweriyan biparêzin. Jiyana nû ev e. Em ê di welatek hevpar ê demokratîk de bijîn. Em ê di 24’ê Hezîranê de hêza xwe bidin nîşandan. Pêwîste em hemû jin, karker, ciwan, kedkar, astengdar û hemû beşên civakê ji bo jiyanek azad û welatek hevpar xwedî li sindoqan derbikevin. 
 
TU YÊ XWEŞ EFRÎNÊ BIBÎNÎ
 
Dê demorkasî û aramî were ser rûyê vê axê. Heke em vê yekê bînin, dê aştî were Rojhilata Navîn, Sûriye û Iraqê jî. Dema em vê yekê pêk bînin, em ê we gelek caran li Efrînê bibin û bînin. Niha gotina “Li Efrînê bigere û were (Afrînî dolaş da gel)’ hêsan e. Hûn ê piştî 24’ê Hezîranê li Efrînê xweş bigerin û bizivirin. 
 
WERIN EM BI HEV RE SERÎ RAKIN 
 
Tişta ku birêz Demîrtaş lê xwedî derdiket avakirina jiyana nû û demokratîk bû. Em jiyanek piralî dixwazin. Ez bang li hemû namzetan dikim îro roj roja li hevkirinê ye. Guh bidin daxwaza protokolê ya Demîrtaş û biçin Edîrneyê. Li dijî gefan wêrek bin û xwe tev li projeyên Demîrtaş bikin. Werin em hemû bi hev re li dijî dîktatoriyê û rejîma yek zilam serê xwe rakin û jê rizgar bibin. 
 
Heta pirsgirêka kurd çareser nebe pirsgirêka demorkasiyê ya li welêt çareser nabe. 
 
DAXWAZA PERWERDEHIYA ZIMANÊ DAYIK E MAF E
 
Ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî gelên Tirkiyeyê têdikoşin. Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafê bingehîn û daxwaza sereke ye. Her gel bi têkoşînê destekftiyan bi ser dikeve. Em hemû gelên Tirkiyeyê ji bo têkoşîna mafê zimanê zikmakî vedixwînin xebatan. Heke prisgirêkên me hevpar bin divê çareserî jî hevpar be. 
 
EM Ê ZAROK Û JINAN RIZGAR BIKIN 
 
Yek ji pirsgirêkek bingehîn jî ya jinê ye. Li Tirkiyê di her warî de pirsgirêka jinê heye. Her roj jin tên qetilkirin. Sedemê vê yekê jî polîtîkayên AKP’ê ye. HDP dê pêşiya hemû pirsgirêkên jinê vebike û çareser bike. Em ê polîtîkaya jin û zarokan di asta herî baş de birêve bibin. Em ê Wezareta Zarokan ava bikin. Em ê hemû mafê zarokan ên wekhev ava bikin. Em ê wek AKP’ê zarokan îstîsmar nekin. Zarok di 18 saliya xwe de dibe ciwan. Em ê di 24’ê Hezîranê de zarokên xwe ji vê cehenemê rizgar bikin. 
 
EM Ê DAWÎ LI BETALIYÊ BÎNIN 
 
Li welêt bi deh hezaran ciwanên me bêkar in. Ewlehiya wan kar nîne. Li gel bi hezaran ciwan zanîngeh xelas kirine jî lê nikarin ji xwe re kar bikin û betal in. Em ê dawî li betaliya bêkariyê bînin. 
 
RENGÊ HDP’Ê LI HER DEVERÎ YE 
 
Em ê heta 24’ê Hezîranê bi şev û roj bixebitin. Em ê biçin her deverî û deng, awaz û rengê HDP’ê belav bikin û ji bo HDP’ê û Demîrtaş dengan bixwazin. 
Em ê hemû bi hev re di bin wê roja 25’ê Hezîranê de bimeşin azadiyê. Riya me û riya we vekiribe. Serkeftin. 
 
 
 

Sernavên din

06/06/2018
09:22 'Ji bo mafê nûçewergirtinê em deng bidin HDP'ê'
09:22 ‘Em di 24'ê hesab ji kesên mirinê dixwazin bipirsin'
09:21 Namzetê HDP'ê karkerê îneşatê: Ji bo bibim dengê birayên xwe bûm namzet
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2018'AN
05/06/2018
21:10 HDP: 5'ê Heziranê di dîroka Tirkiye de rûpelek reş e
20:31 Polisan li Serêkaniyê mudaxaleyî girseya HDP'ê kir: Gelek kes binçavkirin
19:50 Li Wanê jinek bi awayekî şik 'întiîhar' kir
19:38 Li Mêrsînê HDP'î hatin binçavkirin
19:04 Xwîner ji bo pirtûka kurdî ya 'Seher' herikîn gotûbêjê
18:06 HDP rastî eleqeyek gelek mezin tê
17:06 Serlêdana parêzerên Ocalan dîsa hat redkirin
16:47 Şandeya AGÎT bi Demîrtaş re hevdîtin kir
16:26 Buldan: AKP difikire ku sindoqan bibe Qandîl û Minbiçê
16:16 HDP’ê êrîş şermezar kirin
16:08 Temellî: Dev ji şer berdin û bi edebê xwe biçin
15:54 Parêzer Demîr ji bo mûwekîlê xwe bibîne çû qereqolê û hat binçavkirin
15:36 HDP’a Dîlokê xwest namzetê wan girtî bê berdan
15:25 Ciwanên li ser dîwaran ketil xêz kirin, hatin girtin
15:16 YPG’ê koma şêwirmendê xwe yê dawiyê jî ji Minbicê vekişand
14:58 Li akademîsyena aştiyê Ersanli salek û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn
14:41 Ji bo tevlîbûna danişîna Hevserokê Giştî yê DBP’ê Arslan bang
14:23 Baroyan îşkence kirin rapor: Leşker bi niyeta kuştinê tevgeriyane
14:01 Der barê rojnameger Keleş de dîsan biryara girtinê hat dayîn
13:39 Ji ber ku ketil xêz kirin, ‘HDP’ û ‘Hêvî’ nivîsandin hat xwestin bên girtin
13:25 'Polîsan saeta êrîşê zanîbûn lê tedbîr negirtin'
12:33 Balukenê HDP'î bereat kir
12:28 'Poşmantiya herî mezin dê şeva 24’ê Hezîranê bijîn'
12:16 KCDP: Di Gulanê de 37 jin hatin kuştin
12:16 Ji bo hevdîtina bi Ocalan re cara 761’an serlêdan kirin
12:15 Biryar dan ku Yuksekdag bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bikin
11:39 Onder: Berxwedana gelan tim dîktator têk birin e
11:20 'Hûn jî nameyekê bişînin'
11:07 Li Haymana ba zivirî û HDP hilpekî
10:22 Doza Hevserokê Giştî yê DBP'ê Arslan sibê ye
10:20 Wêneyên îşkenceya polisan
09:59 Bêrîvanên gund piştî îşkence li şivanan hat kirin 5 roj in naçin zozanan
09:30 Malbata Kaceroglu bersîv da Erdogan: Yê ji polîs re got biçe bikuje ne Demirtaş bû
09:30 Welatiyên Fatîhê: Divê teqez HDP biçe meclîsê
09:29 Namzeta HDP'ê Dundar: Em bi dengekî dikarin faşîzmê bifetisînin
09:28 Li ser medyaya civakî peyva 'Kurdistan' parve kir, 15 meh ceza lê hat birîn!
09:27 Cotkarên erdexenî: Heta ev hikûmet neçe dê tu tiş baş nebe
09:27 Fatmagul Berktay: Divê jin li qada raya giştî bitêkoşin
09:26 Krîzê ew perîşan kirin: Esnafên bazarê êdî ji bankeyan bi faîz krediyê dikişînin
09:25 Oy ve Otesi: Hedefa me li 81 bajaran organîzekirina muşahidan e
09:24 ‘Reçeteya çareserkirina pirsgirêkan li cem me ye'
09:23 Bilgen: Em ê li Qersê bibin partiya yekemîn
09:22 Namzeta HDP'ê karkera çandiniyê: Ji bo jiyaneke mirovane bûm namzet
09:21 Ji bo aştiyê 5 salan li Roboskî jiya û niha namzeta HDP’ê ye
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2018'AN
03:25 Li Bolûyê êrîşî avahiya HDP’ê kirin
04/06/2018
18:54 New York Times: Milyoner ji ruyê Erdogan Tirkiye terk dikin
17:15 Buldan: Feraseta Erdogan 'heriyê bavê û bila şop bimîne' ye
16:29 Temellî: Ew ne kuleya saetê ye, ew Minareya Çar Ling e
16:03 Polîsan li Kadikoyê û Bakirkoyê mûdaxileyî KESK'iyan kirin
15:55 Yektîtiya Ekolojî: Divê xeta ekolojî bê avakirin
15:38 Ji bo pêşeroja welat deng xwestin
15:28 Di doza Ozgur Gundemê de mutala hat xwestin
14:55 QSD'ê dest bi pêngava rizgarkirina gundên Hesekê kir
14:46 Demîrtaş dê civîna çapemeniyê pêk bîne
14:36 Di germa havînê de komir belav kirin
13:51 Bîlgen: Prompterê jî xwe li ber gotinên Erdogan negirt
13:50 Qemyona ‘komira hilbijartinê’ belav dikir qelibî
13:21 Lîsa Çalan: Divê em deng bidin û hesab bixwazin
13:16 Gundiyên Odemîşê: Dest nede ax, av û daristana me
13:14 Namzetên HDP'ê heya paşîvê di nava gel de bûn
13:13 Mîhrîcana zarokan bi dawî bû
13:00 ÎSÎG: Di gulanê de 166 karker di kar de mirin
12:42 Li şûna peykerê Ehmedê Xanî Cafe-Restaurant ava kirin!
12:29 Gelek aliyên komkujiya 5'ê Hezîranê li benda ronîkirinê ye
12:08 Li Şemzînanê pevçûn: Zarokek ji piyê xwe birîndar bû
11:18 Dadgehê ji bo Baluken biryara mînak da: Axaftin li gorî azadiya îfadeyê ye
11:03 Qad Sûriyeyê mijar Îran e!
10:47 'Hilbijêrên kurd ên deng dan AKP'ê dîsa li HDP'ê vedigerin'
10:36 Meclîsa Welatiyên Beyoglu: Bo jiyanek xwişk û bira deng bidin û biçin
10:26 Doç. Ugurlu: Bi guhertinên bajaran mirovan dikin yek tîp
10:01 Gelo Çaglar ê 10 salî derman kirina kêm kuşt?
09:40 Li Şemzînanê 3 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn
09:32 Birîndarê 10’ê Cotmehê: Qedera Tirkiyeyê dê bi HDP’ê biguhere
09:31 HDP dê hilbijêran bibe ser sindoqan
09:24 Derûnînas Saygiligîl: Wezareta Jinê pêwist e
09:23 Karkerên SÎBAŞ'ê karên xwe dixwazin
09:22 Ji xwezayê distîne û dide xwezayê
09:21 Ji bo em dawî li cînayetên kar bînin bûm namzetê HDP'ê
09:21 Her ku bi kurdî axivîn rastî îşkenceyê hatin
09:20 ‘Em dê bibin dengê jin û ciwanan'
09:19 Bereketa Remezanê jî esnaf ji krîzê xelas nekir
09:18 ‘Ji bo HDP bendavê derbas bike, keça min dê ji Îzmîrê bê Enqerê dengê xwe bide’
09:17 Elewî: Em ê dengê xwe bidin HDP’ê
09:00 ROJEVA 04'Ê HEZÎRANA 2018'AN
08:24 Xebatên HDP'ê kelecana hilbijartinê zêde dike
03/06/2018
20:36 Erdogan ji bo girseya xwe mezin nişan bide ji çar alî mirov kişandin Amedê
18:51 Buldan: AKP dê berê li Stenbolê winda bike
18:04 Xebatên HDP'ê bi ziyaretan berdewam dikin
17:48 Temellî: Li Amedê kurdin li Enqereyê gur in.
16:18 Walî Aktaş ji bo AKP’ê di gera hilbijartinê de ye!
15:55 TAMAM TV dest bi weşanê kir
15:18 Savaş Buldan û hevalên xwe li ser gorên xwe hatin bibîranîn
14:35 ÎRA: Li Tirkiyeyê 192 rojnameger girtî ne
14:03 Li Êlihê AKP’iyê bi tund li zarokekê xist hat dîtin
13:58 Erdogan ji bo kurdan çi got û çi negot?