NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên HDP'ê tempoya xebatên hilbijartinê zêde kirin, girîngiya hilbijartinê ji gel re vegotin û ji bo pêşeroja welat deng xwestin.
Xebetên HDP'ê yên hilbijartina 24'ê hezîranê bi gera gundan, ziyareta esnafan berdewan dike. Namzetên HDP'ê yên Edene, Mêrsîn, Antalya, Osmaniye li taxan û navçeyan geriyan û gel û esnaf ziyaret kirin.
EDENE
Namzetên HDP'ê yên Edeneyê, bi tempoyek xurt xebatên hilbijartinê berdewam dikin. Namzetan bazara gel a Taxa Feyzîpaşa ya navçeya Seyhanê ziyaret kirin. Namzetên HDP'ê Rozerîn Tosun, Demîz Varol û Berîtan Onen li bazarê rastî eleqeyek mezina welatiyan hatin. Namzetan bi welatî û esnafên bazarê re sohbet kirin û deng ji bo welatiyan xwestin. Namzet, dûre çûn serdanên bazarên Taxên Yunus Emre, Anadolu, Kîremîthane û Başak ên navçeyên Yuregirê û dikandarên Kurttepe ya Çukurovayê ziyaret kirin.
MÊRSÎN
Namzetên HDP'ê di çarçoveyê xebatên hilbijartinê de, li navçeyên Tarsus, Akdenîz, Toroslar, Yenîşehîr û Mezîtlî yên Mêrsînê bi gel re kom bûn û çûn serdana komele, dikandar û bazarên gel. Namzetên rastî eleqeya gel hatin, pirsgirêkên dengdêran guhdar kirin.
ANTALYA
HDP'ê li Antalyayê jî li navenda bajêr stant vekir. HDP'iyên dengek ji bo HDP'ê û dengek ji bo Selahattîn Demîrtaş xwestin, ji dengderên xwestin xwedî deng û sindoqên xwe derbikevin.
OSMANIYE
Namzetên HDP'ê yên Osmanîyê Ahmet Eken, Derya Turhan û Muslum Çagan bi endamên partiyê re, bazara li semta Bazar a bajêr ziyaret kirin. Namzetan li esnafên bazarê û welatiyên hatibûn bazarê belavok belav kirin û piştgirî xwestin.