AMED - Bi hinceta “ne pirtûka dersê ye, dibe ku rê li ber pêwendiyeke bişîfre û bêkontrol vebike” nehiştin pirtûka Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattin Demîrtaş a bi navê “Seher” têkeve Girtîgeha Amedê.
Bi hinceta “ne pirtûka dersê ye, dibe ku rê li ber pêwendiyeke bişîfre û bêkontrol vebike” nehiştin pirtûka Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattin Demîrtaş a bi navê “Seher” ku di 16’ê Îlonê de ji aliyê Weşanxaneya Dîpnotê ve hatibû weşandin û elqeyeke zêde ji bo wê tê dayîn, nedan girtiyan.
Hevşaredarê Şaredariya Xîzanê Îhsan Ûgûr, dema di 2’yê Cotmehê de ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sewqî Girtîgeha Xarpêtê tê kirin, pirtûka “Seher” jî di nav de 10 pirtûkan bi xwe re tîne. Lê belê îdareya girtîgehê ji bo lêkolînkirinê dest datîne ser van pirtûkan. Desteya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê di bin banê serokatiya Mudurê Girtîgehê de kom bû û biryareke skandalî da. Di biryarê de derheqê 10 pirtûkên ku der barê wan de biryara berhevkirinê tune ye, biryara ku divê nedin girtî û hikumxwaran hat dayîn.
Pirtûkên bi navê “Seher”, “Ben Frankfurt’ta Şoforken”, “Careke Ji Caran”, “Medeniyetler ve Şehirler”, “Vejîn”, “Gulên Şoran”, “Görmek”, “Tarihin Tanığı Aras”, “Tanrı’nın Tarihi” û “Heval Marcello” bi hinceta “ne pirtûka dersê ye, dibe kur ê li ber pêwendiyeke bişîfre û bêkontrol vebike” nedan girtiyan.
Parêzerê Ûgûr, Cîhan Aydin diyar kir ku biryara ku îdareya girtîgehê der barê pirtûkan de daye derqanûnî ye û ji bo wê wan li Dadweriya Înfazê ya Amedê îtirazî vê biryarê kiriye.
MA / Deniz Tekin