NAVENDA NÛÇEYAN - QSD'ê diyar kir ku wan dest bi pêngava parastina sînorê Iraq-Sûriyeyê, rizgarkirina bajarokê Dişîşa û gundên parêzgeha Hesekê kirine.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyanî da çapemeniyê û dest bi pêngava rizgarkirina bajarokê Dişîşa û parastina sînorê Sûriye û Iraqê kirin. Daxuyanî li gundê başûrê rojhilat ê Hesekê ji aliyê Berdevka Fermî ya Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa El-Ebdulah ve hat dayîn.
PÊNGAVA JI BO PARASTINA SÎNOR Û PAQIJKIRINA GUNDEWARÊN HESEKÊ YE
Lîlwa El-Ebdulah, diyar kir ku di çarçoveya qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê de, piştî ku bajarokê Baxozê hat rizgarkirin û dor li herêmên ku çeteyên DAIŞ'ê lê ne hat girtin, hêzên wan niha dest bi pêngava rizgarkirina bajarokê Dişîşa ya Hesekê dikin.
BI PÊNGAVÊ RE WÊ HERÊMÊN RIZGARKIRÎ EWLE BIBIN
El-Ebdulah, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Pêngava rizgarkirina Dişîşa ji bo parastina sînorê Sûriye û Iraqê û paqijkirina hemû gundên parêzbeha Hesekê ji çeteyên DAÎŞ'ê ye. Li herêmeke ji 3 hezar kîlometreçargoşeyî yên parêzgeha Hesekê terorîst hene. Navenda vê herêmê jî bajarokê Dişîşa ye. Pêngava rizgarkirina Dişîşa li ser esasê planek ku berê hatiye amadekirin dest pê dike û wê bi artêşa Iraqê û Koalîsyona Navdewletî re bi rengekî koordîneyê bê meşandin. Hêzên me li gorî wê plan û şêwira hevbeş a ji bo tinekirina terorê û têkbirina wê ber bi bajarokê Dişîşa ve biçin. Armanc parastina ewlekarî û aramiya herêmên rizgarkirî û şêniyên herêmê yên salên derbasbûyî gelek zilm û zordarî ji destê çeteyan kişandin.”
‘EM ARMANC DIKIN KU HEMÛ AXA HESEKÊ RIZGAR BIKIN’
El-Ebdulah, da zanîn ku armanca wan a ji vê hemleyê rizgarkirina xaka başûrê rojhilatê Hesekê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêngava me ya Bagera Cizîrê ji ber êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser kantona Efrînê hatibûn rawestandin. Lê hêzên me QSD 1'ê Gulana derbasbûyî careke din dest bi pêngavê kirin. Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngavê de hêzên me pêş ketin û herêmek berfireh ji xaka ku gundê Baxoz jî di nav de rizgar kir. Ev pêngava ku hêzên me ragihandiye bi armanca rizgarkirina tiştê maye ji gundên başûrê rojhilatê Hesekê û paqijkirina xeta sînorê me ya bi Iraqê re ye."