AGIRÎ – Gundê Sîlekosê yê Bazîdê, beriya Serhildana Agiriyê girêdayî Îranê bû. Piştre di sala 1932’yan de bi peymanekê bi Tirkiyeyê ve hat girêdan. Lê ev gund di nav qeydên dewletê de cih nagire. Piraniya gundiyên ku nasnameyên xwe di salên 1950’yî de wergirtin, hem welatiyê Îranê hem jî yên Tirkiyeyê ne û ji bo herdu welatan jî leşkeriya mecbûrî kirine. Lê ji ber nebûna îskana gund ceryana gund tune ye.
Gundê Sîlekos ê Bazîda Agiriyê, ku beriya Serhildana Agiriyê bi Îranê ve bû, lê di 23’yê Çîleya 1932’yan de bi peymanekê bi Tirkiyeyê ve hat girêdan, bi awayekî fiîlî heye lê belê di tu ewraqên fermî yên dewletê de navê wê derbas nabe. Ji ber vê ne îskana gund û ne jî ceryana gund heye. Piraniya gund hem welatiyên Îranê hem jî yên Tirkiyeyê ne. Gelek welatiyên vî gundî ji bo her du welatan jî leşkerî kirine. Her wiha gelek extiyarên ku paşê nasname wergirtine jî mecbur mane biçin leşkeriyê. Şêniyên Sîlekosê nasnameyên xwe li ser gundê Zorabe yê Bazîdê derdixin û ji ber nebûna mafê wan ê îskanê nêzî 300 sal in wek penaberan li ser xaka xwe dijîn.
DI FERMIYETÊ DE NAVÊ GUND TUNE YE!
Niştecihê gund Mecît Bayraci (65) ku di dema Serhildana Agiriyê de 4 apên wî hatine kuştin, di dema serhildanê de çûnhatina gund tê qedexekirin ew ji mecbûrî diçin Îranê û wiha got: “Di salên 1950’yî de bi riyên qaçax tên gund û dijîn. Bi salan em li gundê xwe qaçax jiyan. Heta salên 1960’î jî gundê me qedexe bû. Hîn jî di fermiyetê de navê gundê me tune ye.”
‘EXTIYARAN JÎ ŞANDIN LEŞKERIYÊ, LÊ TAPÛ NEDAN’
Bayraci wiha axivî: “Em li ser xaka xwe wek penaberan dijîn. Em bûn welatiyê Tirkiyeyê, lê belê hîn jî mafê me yê îskanê tune ye. Tapûya gundê me nadin. Gundê me berê girêdayî bajarê Makû yê Îranê bû. Bavê min li Makûyê çê bû. Hin xizmên me welatiyên Îranê hin jê jî yên Tirkiyeyê ne. Ji ber vê gelek xizmên me hem li Îranê hem jî li Tirkiyeyê leşkerî kirin. Hin jê her çi qas emrê wan derbas bûbû jî, ji ber ku paşê bûn welatiyê Tirkiyeyê ew şandin leşkeriyê.”
Bayraci, diyar kir ku piştî serhildanê bavê wî ew vegeriyane gund û ev tişt gotin: “Di serhildana sêyemîn a Agiriyê de hin xizmên me çûn Îranê hin jê jî li Bazîdê mane. Bavê min Bekir Bayraci jî çûye Îranê. Piştî serhildanê di salên 1950’î de bi riyên qaçax dîsa vegeriyane gund. Wê demê ji wan kesên ku li ser nufûsa Tirkiyeyê qeydkiriye û li Bazîdê dimîne yek jê jî kurê apê wî Omer Bayraci ye. Qet zarokên Omer Bayraci çê nebûne. Dema Omer Bayraci miriye bavê min Bekir Bayraci nasnameya wî wergirtiye û navê wî bûye Omer Bayraci. Xizmên me yên din jî li ser xizm û dostên me yên Bazîdê qeyd bûne. Bi vî awayî bûne welatiyê Tirkiyeyê.”
‘JIBÎRKIRINE NAVÊ GUNDÊ ME BIGUHERÎNIN’
Bayraci wiha domand: “Wê dema ku navê gundan dihat guherandin, ji ber ku gundê me di fermiyetê de ne qeydkirî bû, jibîrkirina navê wî biguherînin. Dema em ji Bazîdê diçin gund carinan di rê de leşker nasnameyê me kontrol dikin. Leşker dipirsin ka em ji kîjan gundî ne. Dema em dibêjin ‘Sîlekos’ dibêjin ew der kuderê ye, ma gundekî wisa heye?” Bayraci, dest nîşan kir ku ji dema Osmaniyan ve nêviyê malbata wan li Îranê û nêviyê din jî li Tirkiyeyê ne û wiha got: “Li herdu aliyan jî 100 malbatên me hene. Niha li gundê Sîlekosê 20 mal hene. Nêzî 300 sal in ku malbata me li vî gundî dijî. Lê hîn jî di çavkaniyên fermî yên dewletê de navê gund derbas nabe. Ji ber vê hîn jî em li ser xaka xwe wek penaberan dijîn.”
'DEWLET DIXWAZE EM HEVDU BIKUJIN’
Bayraci, dest nîşan kir ku ji ber tapuya gund tune ye tim li gund şer û gengeşî çê dibin û wiha domand: “Ji ber vê em gelek caran çûn dadgehê. Lê belê me tu tişt çareser nekir. Gundên derdorê îdia dikin ku erdên gundê me ên wan in. Heywanên xwe li nav erdên gundê me diçêrînin. Tim bi ser me de tên û heqaretan li me dikin. Rayedar jî tu çareseriyê peyda nakin. Ne tapoya gund didin me ne jî çareseriyekê peyda dikin. Dewlet musadeyê dide kesên nêzî xwe. Ji ber vê di navbera me de tim şer diqewime. Dewlet jî dixwaze em hevdu bikujin.” Bayraci, dest nîşan kir ku li gund ceryan tune ye û her wiha heta niha av jî tune bû, lê belê wan îsal bi derfetên xwe ji mesafeyeke 10 kîlometre dûrî wan e aniye.
Di 23’yê Çileya 1932’yan de Tirkiye navçeya Kotûr a Wanê dide Îranê û beramberiya wê Îran jî gelek gundên kurdan dide Tirkiyeyê. Sîlekos jî yek ji van gunda ye.
MA / Mahmut Ruvanas