NAVENDA NÛÇEYAN - HDP'ê li Êlih, Riha, Meletî û Mereşê heya derengiya şevê xebatên hilbijartinê berdewam kirin. Ciwanên Êlihî bê navber dirûşmeya "Çetel kevçî, Erdoganê çavbirçî" berz kirin.
ÊLIH
Namzetên HDP’ê yên Êlihê Ayşe Acar Başaran, Dr. Necdet Îpekyuz, Şukru Baytar û Mehmet Ruştu Tîryakî, di çarçoveyê xebatên hilbijartinê de gund bi gund digerin û ji hilbijêran dengan dixwazin. Ayşe Acar Başaran û Şukru Baytar li gundên navçeya Hezo geriyan, Îpekyuz û Beşîrî jî çûn serdana dikandaran. Dikandar û welatiyên gundan eleqeyek mezin nîaşnî namzetan da. Bi taybetî zarok û ciwanên gundan bi pêşwazî kirina namzetan re coşek mezin derket holê. Namzetên HDP’ê piştî bernameya çûyîna gundan, di saet firatê de li Otela Hasankeyfê bi çapemeniya herêmê re fitirîn.
‘ÇETEL KEVÇÎ, ERDOGANÊ ÇAV BIRÇÎ’
Piştî fitarê namzet û endamên partiyê, li taxên bajêr bi gel re hatin gelhev. Namzet çûn serdana qewexane û dikandaran û li taxa Petrolkentê belavok belav kirin. Bi belavkirina belavokan re, zarok û ciwan jî beşdarî belavkirina belavokan kirin û her ku çû girse mezin bû. Ciwan û zarokên dirûşmeya “Çetel kevçî, Erdoganê çavbirçî" ku nû avakirin bênavber berz kirin.
RIHA
HDP’ê li Rihayê jî xebatên hilbijartinê berdewam dikin Namzetên Rihayê bi rêveber û endamên navçe û bajar re taxên navçeyan geriyan û beşdarî vekirin buroyan bûn. Di saetên şevê de, namzetên HDP’ê Aliye Kizildamar, Şerîf Bendaş û Îsmaîl Tellî li taxa Devteştî ya navçeya Halîliyê çûn serdana dikandaran û beşdarî vekirina buroyê bûn. Piştî vekirina buroyê namzet li qehwexane û kolanên taxê geriyan û welatî silav kirin. Namzetê HDP’ê Îsmaîl Kaplan li taxa Bûbik a Pirsûsê beşdarî civîna gel bû. Kaplan di çivînê de axivî û wiha got: “Emê di 24’ê Hezîranê de bersiva pêwîst bidin AKP’ê.”
MELETÎ
Rêxistin û namzetên HDP’ê yên Meletiyê jî, şevê din jî çûn serdana mal û dikandaran. Namzetê HDP’ê Mehmet Tuncel di serdanê de axivî û got: “Welatî di ferqa rewşa xerab a heyî dene. Em ê partiya desthilatdar di sindoqên 24’ê Hezîranê de veşêrin.” HDP’iyan li taxên Çîlesiz, Karakavak û Fahrî Kayahan ên navçeya Yeşilyurt jî çûn serdanên mal û dikandarin bazarê. HDP’iyan derbarê piştevanî dayîna HDP’ê û Demîrtaş de dengdêr agahdar kirin.
MEREŞ
Namzetên HDP’ê yên Mereşê jî, li gundên navçeya Turkoglu xebatên hilbijartinê bi rêve birin. Namzetên HDP’ê rastî eleqeyek mezin a welatiyan hatin. Di vê çarçoveyê de xebatên hilbijartinê yên HDP’a Mereşê berdewam dikin.