STENBOL - Meclîsa ÎSÎG'ê di rapora gulanê ya der barê rewşa karkeran de diyar kir ku herî kêm 166 karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.
Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya kar (İSİGM), rapora cînayetên kar a Gulanê aşkere kir. ÎSÎGM'ê ku dane ji çapemeniyê û malbatan kom kir kir kapor û bi raya giştî re parve kir. ÎSÎGM'ê diyar kir ku di gulanê de herî kêm 166 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Rapor wiha ye:
DI 5 MEHAN DE 754 KARKER MIRIN
Di meha çile de herî kêm 144, di sibatê de herî kêm 128, di Adarê de herî kêm 129, di Nîsanê de herî kêm 187 û di meha Gulanê de herî kêm 166 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Di 5 mehên 2018'an de herî kêm 754 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Di cînayetên kar de 10 jê jin in û 14 jê zarok in.