AGIRÎ - Li şûna peykerê Ehmedê Xanê ku qeyûmê Bazîdê rakir, Caf-Restaurant ava kirin.
Peykerê Fîlozofê Kurd Ehmedê Xanî yê di nava Parka Ehmedê Xanî ya li ser Rêya Agiriya Mezin a navçeya Bazîda Agiriyê di 22’yê Hezîran 2017’an de ji aliyê Qeymeqam û Qeyûmê Bazîdê Ulaş Akhan ve hatibû rûxandin. Qeyûm Akhan piştî peyker rûxand daxuyanî dabû û gotibû: “Ji ber xebatên çêkirina rê, kaldirim û sererast kirina sitargehê peykerê Ahmed-î Hanî ji ber qezayê zirar dît. Ji ber vê yekê xebatkarên me yên şarêdariyê peyker ji cihê wê rakirin. Şaredariya me bi heman awayî ji bo peyker li şûna wê danîn siparîş dane û dê di demek nêz de dîsan danin cihê wê.”
Lê ligel ku salek di ser rakirin peyker re derbas bû jî, peyker dîsa nedanîn cihê wê û li şûna peykerê Ehmedê Xanî “Sara Harman Cafe-Restaurant-Baçeyê Çayê yê Malbatan” hat avakirin.