AMED - Parlamenterê HDP'ê yê Girtî Îdrîs Baluken, ku ji ber axaftinek xwe ya li Xerpêtê heta 10 sal cezayê hepsê dihat darizandin, beraet kir. Heyeta dadgehê îmze avêt bin biryarek mînak û diyar kir ku axaftina Baluken li gorî stantardên azadiya îfadeyê ye.
Dozger der barê parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Baluken de bi sedema ku di 2012'an de di 2'emîn Kongreya Asayî ya Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) ya Xerpêtê de axivî der barê wî de fezleke amade kiribû. Piştî di 20'ê Gulana 2016’an de destnedayina wekîlan rabû, Serdozgerê Komarê yê Xarpêtê doz vekir. Dozger heta 10 salan ceza ji Balûken xwest. Danişina dozê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Xerpêtê hat dîtin. Heyeta dadgehê di danişina biryarê de biryar da û der barê Balûken de bi sedema ku axaftina Baluken li gorî stantardên azadiya îfadeyê ye û biryara beraetê da.
Îdrîs Baluken di 4'ê Mijdara 2016'an de di çarçoveya operasyona li dijî Hevserokên HDP'ê û parlamenterên HDP'ê de hatibû binçavkirin û hatibû girtin. Dadgeha Cezayên Giran a Amedê berê jî der barê Îdris Baluken 16 sal û 8 meh cezayê girtîgehê biribû.
MA / Deniz Tekin