QAMIŞLO - Ji bo sînordarkirina Îranê ku di şerê navxweyî yê 7 salên Sûriyeyê de aktîf rol lîst, hemleyên dîplomatîk hatin amadekirin.
Îran hewl dide li ser sînorê Iraq û Urdunê li dijî “Şîî Hîlalî” herêmek tampon ava bike û Efrînê jî bazariya dinavbera Rûsya û Tirkiyeyê de berdewam dike.
Rengê şerê li Sûriyeyê guherî. Germahiya li qadê, cih ji şerê dîplomasiyê re hat hişt. Li başûrê Sûriyeyê, li herêmên Helep û Şamê, hemleyên dîplomatîk ên DYA, Rûsya, Îsraîl û Îranê herêmê ji bingeh de dihejînin. DYA û hêzên Ewropayî dixwazin li başûrê Sûriyeyê herêmek tampon ava bikin. Ev yek dibe sedema gengeşiyên dinava DYA û Îranê de û tê diyar kirin ku Rûsayî mûdaxilê mijarê ye.
ŞERÊ HÊZÊN EMPERYALÎST
DYA, Îsraîl û hêzên Ewropayî, hewl didin bi avakirina herêma tampon a li ser sînorê Îraqê û haya Urdunê, li aliyekê darbê li projeya “Şîî Hîlalî” ya Îranê bidin û li aliyê din jî sînorê Îsraîlê bixin bin ewlekariyê. DYA ji bo vê projeyê pêş bixwe û Îranê qels bike, planên cuda dixe dewrê. Di vê çarçoveyê de jî bi Rûsyayê re lihev dikin. DYA hewl dide bi Rûsyayê re bandora Îranê ya li ser başûrê Helep, Şam û Sûriyeyê bişkîne. Ji bo vê yekê li bendêye pêşketin leşkerî yên siyasî bên jiyîn. Zextê li Îranê dikin ku hêzên xwe yên derdora Helep û Şamê vekişîne û Îran jî ji bo hemleyek dijber amadekariyan dike.
PLANÊN DYA Û ÎRANÊ
Di vê çarçoveyê de berî 3 rojan, hîn eşîretên Erep ên Îranê li Helepê civîn li dar xistin û di civînê de bang li DYA, Îsraîl û Îngîltereyê kirin ku ji axa Sûriyeyê derbikevin. Li bendêye ku Îran bi vê re sînordar nebîne û di rojên pêş de li dijî rejîma Sûriyeyê hemleyên siyasî zêdetir bike. DYA, ji destkeftiyên Rojhilata Navîn ên Îranê acize û ji bo van destkeftiyan ji dest derbixe, hewl dide hebûna Îranê ya li Sûriyeyê têk bibe. Li gorî çavderiyên heyî dê rageşiyên siyasî zêdetir bibin. Li başûrê Sûriyeyê, herêma nû ya tê xwestin dibin kontrola Suudî Erebîstan, Urdun û Misirê de bê avakirin, mimkûne ku gelek dengeyên li welat biguherîne.
REWŞA EFRÎNÊ
Ji bo xeta Efrîn û Helebê jî, hevdîtinên dinavbera Rûsya û Tirkiyeyê de zêdetir bûn. Tirkiye ji bo li herêmê bimînê bazariyên xwe yên li ser Rûsyayê berdewam dike. Li gorî agahiyên ber dest, hin hêzên Rûsyayê ji bo bikevin Efrînê amadekariyan dikin. Li kêleka vê yekê ji bo gohertina demografiya herêmê Tirkiye planên xwe berdewam dike. Ji bo komên selefî-radîkal ên li Kampa Yermuk a Şamê jî bînin Efrînê amadekarî tên kirin.