ŞIRNEX - Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê, ji bo gundên sindoqên wan hatin veguhestin, welatiyên di dema qedexeyên derketina derve de bi darê zorê koçî gundan kirin û koçerên derketine zozanan bibin ser sindoqan, zend û bend badan.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, piştî YSK bi hinceta “Ewlekariyê” 51 sindoqên 40 gund û navêndên cuda yên Şirnexê veguhestin cihê cuda, ket nava liv û tevgerê. HDP’ê ji bo “hilbijêrên veguhestî” komîsyon avakir. Berdevkê komîsyonê Omer Gungen, derbarê xebat û hilbijêrên xwe de agahî dan.
‘JI BO EM HILBIJÊRAN BIBIN SER SINDOQAN AMADEN E’
Gungen, diyar kir ku gundên ku sindoqên wan hatin veguhestin, di hilbijartinên bûrî de heya niha tu pirsgirêk derneketibûn holê û wiha axivî: “Bi zextan dixwazin gelê me bitirsînin û hîleyan bikin. Bila gelê me netirse. Em HDP dê wan bibin ser sindoqan. Em ji bo vê amadene. Em û gelê me dê xwedî sindoqên xwe derbikevin. Li navenda Şirnexê 8, li navçeya Hezexê 11, li Qilabanê 4, li Elkê 9, li Basa 4 û li Sîlopî 15 sindoq bi biryara YSK’ê hatin veguhestin. Ji bo ewlekariya hilbijartinê, xebatên me bi awayekê giştî qediyane.”
BI 14 WESAYÎTAN DÊ HILBIJÊRAN BIBIN SER DINDOQAN
Gundgen, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji bo em hilbijêran bibin ser sindoqan heya niha li navenda Şirnexê 4, li Sîlopî 3, li Elkê 3, li Hezexê 3 û li Basa jî 1 wesayît me amade kirin. Em bang li welatiyan dikin ku dengên xwe bidin. Em ê bi van wesayîtan welatiyên di dema qedexeyên derketina dervede koçî gundan kirin, karkerên demsalî û koçerên derketine zozanan bînin ser sindoqan.”