AMED - Serokê AKP'ê û Namzetê Serokomariyê Tayyip Erdogan ku hemû derfetên dewletdê xist xizmeta xwe û li Amedê mîtîng pêk anî, ji bo girseya xwe mezin bide xuyakirin bi otobusan belaş mirov ji bajarên derdorê kişandin Amedê. Ji bo Erdogan bê navber liser amedê Helîkopter firiyan.
Serokê AKP'ê û Namzetê Serokomariyê Recep Tayyip Erdogan, li Qada Îstasyonê ya Amedê tev li mîtîngê bû. Beriya mîtîngê bi rojekê hemû bajar hat dorpêçkirin. Bi deh hezaran polîs ji bo Erdogan seferber bûn û li malan lêgerîn kirin. Hemû qada mîtîngê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Ji sibê heta êvarî bê naber li ser Amedê helîkopter firiyan. Ji xeynî çapemeniya AKP'ê destûr nedan ku çapemeniya li Amedê û rojnamegerên li Amedê mîtînga Erdogan bişopîne. Erdogan hemû derfetên dewletê ji bo mîtîngê seferber kir. Ji balafirgeha Amedê heta qada îstasyonê bi qasî 10 kilometre li ser hemû rêgehê wêneyên Erdogan hatin daliqandin. Rêgeha ku Erdogan lê derbas bû hemû ji sê heta êvarî li trafîkê hat girtin. Li ser her kuçe û kolanê nokteya kontrolê ya polîsên zirxî hat danin. Bi deh hezaran polîsên tîmên taybet û polîs parazvaniya Erdogan kirin. Hemu maşineyên li ser rêgeha Erdogan park kiribûn, bi vîncê hatin rakirin. Ji ber trafîk xetimî, li gelek cihan qeza pêk hat. Otobusên şaredariyê ku qeyûm tayîn kiriye, ji bo mîtinga Erdogan seferber bûn. Li hemû billboardên şaredariyê Wêneyên Erdogan hatin zeliqandin. Bi otobusan mirov beleş birin qada mitîngê. Ji gelek bajarên derdorê endamên xwe bi otobusan kişandin Amedê û tev li mîtîngê kirin.
Bi taybetî ji bo hemû karmendên saziyên dewletê şertê mecbûrî tev li mîtîngê bibin anî û yên tev li mîtîng bûn li qada mîtîngê wêne kişandin ku vê yekê îspat bikin.
Dema namzetê AKP’ê yê Amedê Mehdi Eker jî dema derket ser dikê hin endamên AKP'ê bertek nîşanî Eker dan û yuh kirin.
Erdogna jî dîsa wekî ku qet pirsgirêka kurt û zimanê kurdî înka nekeribe got "Em nabêjin pirsgirêka kurd tune ye" û gotinên xwe yên berê înkar kir. Dîsa wekî ku gelê Amedê kor e û nizane heqaret li gelê kurd û HDP'ê kir û got: "Em çêdikin HDP xera dike." Erdogan wekî ku wî bi KHK'yan dibistanê zimanê kurdî yên seretayî negirtibe nêzîk bû û got: "Tirkî çiqas bi qîmet be Kurdî jî ew qas bi qîmet e." Lê Erdogan ji bîr kir ku di serdema wî de û bi fermana wî Dibistana Ferdad Kemanger, Dayika Uyewş, Kreşa Zarokîstan bi KHK'yan hatibûn girtin. Dîsa NMÇ, Enstîya kurdî ji aliyê AKP'ê ve bi KHK'yan hat girtin. Nisêbîn Sûr, Cizîr, Hezex, Şirnex bi biryara Lijneya Wezîran a AKP'ê hatin xerakirin û li şûna wan xaniyên TOKÎ tên avakirin û kirin qada rantê.