Buldan: AKP dê berê li Stenbolê winda bike

  • rojane
  • 18:51 3 Hezîran 2018
  • |
img
STENBOL – Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, di vekirina buroya hilbijartinê ya HDP'ê ya Navçeya Esenyurtê de bal kişand ser polîtikayên îktîdara AKP'ê û wiha got: "AKP dê berî her tiştî li Stenbolê winda bike. “Dema tu 24'ê hezîeranê ji Qesrê derket, kilîtê ji bîr nexe, têxe bin derî. Demirtaş dê kilîtê dewir bigire. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xebatên hilbijartinê bi şev û roj berdewam dike. Li aliyekî buroyên hilbijartinê vedikin, li aliyekî li esnafan belavokan belav dikin, li aliyê din mal bi mal, gund bi gund digerin û gel ziyaret dikin. Li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê jî bi tevlêbûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan buroya hilbijartinê ya HDP’ê bi coşek mezin vekirin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervûn Buldan û namzetên HDP'ê yên Stenbolê tev li vekirina buroyan bûn. Heyeta HDP'ê ligel namzetan û Buldan li taxên Ornektepe û Kiraçê bi gel re hatin cem hev. Di vekirina buroyan de ciwan û jinan li ber muzîkê govend gerandin. Heyeta HDP’ê ewil bi karwana ji sedan maşineyan pek tê di taxa Kiraçê re derbas bû. Gel di şibake, derî û eywanên xwe re karwana HDP'ê silav kir û bi tilîlî û çepikan bersîv da karwanê. Dema karwan derbas bû bi dehan zarokên di qazeya kamyonê de bi al û flamayên HDP'ê karwan silav kir u dirûşme berz kirin. Dema karwan derbas bû ket nava Kiracê bi hezaran kesan karwan peşwazi kir û bê navber dirûşmeyên “Jin jiyan azadi”, “HDP gel e, gel li vir e" berz kirin. Rûpoşên Namzetê Serokomariyê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş xistin rûyê xwe. Ewil Namzeta HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca, gel silav kir û diyar kir ku di pêvajoyek dîrokî re derbas dibin û wiha got: "Gotin 'em dê we tune bikin' Gotina Kurdistan xedexe kirin. Em dibêjin werin li dijî polîtîkaya tunekirinê em bi hevre bêjin "Em hene. Em li vir in. Em hebûn. Em hene. Em dê her dem hebin. Îro roja azadî û biratiyê ye. Tifaqa me bi gelê me re ye. Em dibêjin di 24'ê Hezîranê de an azadî an azadî." Piştî namzetan jî axaftin kirin, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, axaftin kir. 
 
‘ERDOGAN Ê KU KURDAN TINE DIHESIBÎNE NEÇARÎ TÊKÇÛNÊ YE’
 
Bûldan diyar kir ku AKP ewil dê li Stenbolê têk biçe û wiha got: "Gelên Tirkiyê û Kurdan biryara xwe daye. Serhed wê şeqamekê li AKP’ê bixe. Ji ber ku hikûmeta AKP’ê di 16 salan de zilma mezin li Kurdan kiriye. Hişmendiyeke ku dixwaze Kurdan tine bike ne pêkan e ku bikaribe li desthilatdariyê bimîne. Heta niha kê Kurd înkar kiribin di siyasetê de têk çûne. Erdogan jî weke siyasetmedarên berê ku Kurd tine dihesibandin neçarî têkçûnê ye. Hişmendiya ku Kurdan nede rex xwe, hewl dide ku Kurdan li der bihêle û li ser zarokên Kurdan komkuijyê dike li Tirkiyê nikare li ser piyan bimîne.’’
 
HIŞYARIYA KU ‘HDP DI BIN BENDÊ DE BIMÎNE’
 
Bûldan bal kişande ser dek û dolabên AKP’ê û Serokê AKP’ê Erdogan ê bi mebesta ku HDP’ê di bin bendê de bihêlin û wiha berdewam kir: Heke HDP di bin bendê de bimîne AKP wê MHP’ê bide rex xwe û biçe Meclîsê, divê her kes hay ji vê lîstikê hebe. Kurd, Elewî, ciwan û jin divê hay ji vê hebin. Dixwaze wekîlên me di bin bendê de bihêle û li  Meclîsê pir kursiyan bi dest bixe. Em ê destûra vê bidin? Naxwe divê em li sendoqan xwedî derkevin. Kurd wê yekîtiya xwe teqez ava bikin, divê yek dengê Kurdan ji AKP’ê re neçe.’’
 
‘AN TARÎTÎ AN DEMOKRASÎ’
 
Bûldan bi domdarî got, ‘’Li dijî hişmendiyeke wiha 24’ê Hezîranê fersend e. 24’ê Hezîranê wê qedera Tirkiyê diyar bibe. Li Tirkiyê biryar li ser du tiştan wê were dayin. An wê ji hikûmeta AKP’ê re ku wê bibe destpêka serdemeke tarî, ‘erê’ were gotin an jî wê were gotin ‘na’ û were gotin, ‘em ronahî, aştî, biratî, azadî û demokrasiye dixwazin’. Stenbol wê biryara vê bide. Kurdên li Stenbolê wê biryara vê bidin. Elewî wê bidin. Hemû civaka li dijî AKP’ê wê biryara vê bide.’’
 
‘EV COŞÎ WÊ LÎSTIKAN XIRA BIKE’
 
Bûldan herî dawî got, ‘’Ez bawer dikim ku ev coşiya li vir wê 24’Ê Hezîranê li sendoqan xuya bike û hemû lîstik werin xirakirin. Wê me bi temsîleke xurt bibe Meclîsê û Demîrtaş jî bike Serokkomar. 21 roj man, em ê mal bi mal bigerin û her kesî qanih bikin. Em ê ji her kesî dengan bixwazin.’’
Gerîla Tv dîmenên 5 çalakiyên suîqestê yên meha Gulanê weşand  Gerîla Tv dîmenê çalakiya li girê Evdilkovî weşand." 
 
Piştî axaftina Buldan, buroya taxa Kiraçe bi dirûşm û tilîliyan bi coşek mezin hat vekirin. 
 

Sernavên din

06/06/2018
09:22 'Ji bo mafê nûçewergirtinê em deng bidin HDP'ê'
09:22 ‘Em di 24'ê hesab ji kesên mirinê dixwazin bipirsin'
09:21 Namzetê HDP'ê karkerê îneşatê: Ji bo bibim dengê birayên xwe bûm namzet
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2018'AN
05/06/2018
21:10 HDP: 5'ê Heziranê di dîroka Tirkiye de rûpelek reş e
20:31 Polisan li Serêkaniyê mudaxaleyî girseya HDP'ê kir: Gelek kes binçavkirin
19:50 Li Wanê jinek bi awayekî şik 'întiîhar' kir
19:38 Li Mêrsînê HDP'î hatin binçavkirin
19:04 Xwîner ji bo pirtûka kurdî ya 'Seher' herikîn gotûbêjê
18:06 HDP rastî eleqeyek gelek mezin tê
17:06 Serlêdana parêzerên Ocalan dîsa hat redkirin
16:47 Şandeya AGÎT bi Demîrtaş re hevdîtin kir
16:26 Buldan: AKP difikire ku sindoqan bibe Qandîl û Minbiçê
16:16 HDP’ê êrîş şermezar kirin
16:08 Temellî: Dev ji şer berdin û bi edebê xwe biçin
15:54 Parêzer Demîr ji bo mûwekîlê xwe bibîne çû qereqolê û hat binçavkirin
15:36 HDP’a Dîlokê xwest namzetê wan girtî bê berdan
15:25 Ciwanên li ser dîwaran ketil xêz kirin, hatin girtin
15:16 YPG’ê koma şêwirmendê xwe yê dawiyê jî ji Minbicê vekişand
14:58 Li akademîsyena aştiyê Ersanli salek û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn
14:41 Ji bo tevlîbûna danişîna Hevserokê Giştî yê DBP’ê Arslan bang
14:23 Baroyan îşkence kirin rapor: Leşker bi niyeta kuştinê tevgeriyane
14:01 Der barê rojnameger Keleş de dîsan biryara girtinê hat dayîn
13:39 Ji ber ku ketil xêz kirin, ‘HDP’ û ‘Hêvî’ nivîsandin hat xwestin bên girtin
13:25 'Polîsan saeta êrîşê zanîbûn lê tedbîr negirtin'
12:33 Balukenê HDP'î bereat kir
12:28 'Poşmantiya herî mezin dê şeva 24’ê Hezîranê bijîn'
12:16 KCDP: Di Gulanê de 37 jin hatin kuştin
12:16 Ji bo hevdîtina bi Ocalan re cara 761’an serlêdan kirin
12:15 Biryar dan ku Yuksekdag bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bikin
11:39 Onder: Berxwedana gelan tim dîktator têk birin e
11:20 'Hûn jî nameyekê bişînin'
11:07 Li Haymana ba zivirî û HDP hilpekî
10:22 Doza Hevserokê Giştî yê DBP'ê Arslan sibê ye
10:20 Wêneyên îşkenceya polisan
09:59 Bêrîvanên gund piştî îşkence li şivanan hat kirin 5 roj in naçin zozanan
09:30 Malbata Kaceroglu bersîv da Erdogan: Yê ji polîs re got biçe bikuje ne Demirtaş bû
09:30 Welatiyên Fatîhê: Divê teqez HDP biçe meclîsê
09:29 Namzeta HDP'ê Dundar: Em bi dengekî dikarin faşîzmê bifetisînin
09:28 Li ser medyaya civakî peyva 'Kurdistan' parve kir, 15 meh ceza lê hat birîn!
09:27 Cotkarên erdexenî: Heta ev hikûmet neçe dê tu tiş baş nebe
09:27 Fatmagul Berktay: Divê jin li qada raya giştî bitêkoşin
09:26 Krîzê ew perîşan kirin: Esnafên bazarê êdî ji bankeyan bi faîz krediyê dikişînin
09:25 Oy ve Otesi: Hedefa me li 81 bajaran organîzekirina muşahidan e
09:24 ‘Reçeteya çareserkirina pirsgirêkan li cem me ye'
09:23 Bilgen: Em ê li Qersê bibin partiya yekemîn
09:22 Namzeta HDP'ê karkera çandiniyê: Ji bo jiyaneke mirovane bûm namzet
09:21 Ji bo aştiyê 5 salan li Roboskî jiya û niha namzeta HDP’ê ye
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2018'AN
03:25 Li Bolûyê êrîşî avahiya HDP’ê kirin
04/06/2018
18:54 New York Times: Milyoner ji ruyê Erdogan Tirkiye terk dikin
17:15 Buldan: Feraseta Erdogan 'heriyê bavê û bila şop bimîne' ye
16:29 Temellî: Ew ne kuleya saetê ye, ew Minareya Çar Ling e
16:03 Polîsan li Kadikoyê û Bakirkoyê mûdaxileyî KESK'iyan kirin
15:55 Yektîtiya Ekolojî: Divê xeta ekolojî bê avakirin
15:38 Ji bo pêşeroja welat deng xwestin
15:28 Di doza Ozgur Gundemê de mutala hat xwestin
14:55 QSD'ê dest bi pêngava rizgarkirina gundên Hesekê kir
14:46 Demîrtaş dê civîna çapemeniyê pêk bîne
14:36 Di germa havînê de komir belav kirin
13:51 Bîlgen: Prompterê jî xwe li ber gotinên Erdogan negirt
13:50 Qemyona ‘komira hilbijartinê’ belav dikir qelibî
13:21 Lîsa Çalan: Divê em deng bidin û hesab bixwazin
13:16 Gundiyên Odemîşê: Dest nede ax, av û daristana me
13:14 Namzetên HDP'ê heya paşîvê di nava gel de bûn
13:13 Mîhrîcana zarokan bi dawî bû
13:00 ÎSÎG: Di gulanê de 166 karker di kar de mirin
12:42 Li şûna peykerê Ehmedê Xanî Cafe-Restaurant ava kirin!
12:29 Gelek aliyên komkujiya 5'ê Hezîranê li benda ronîkirinê ye
12:08 Li Şemzînanê pevçûn: Zarokek ji piyê xwe birîndar bû
11:18 Dadgehê ji bo Baluken biryara mînak da: Axaftin li gorî azadiya îfadeyê ye
11:03 Qad Sûriyeyê mijar Îran e!
10:47 'Hilbijêrên kurd ên deng dan AKP'ê dîsa li HDP'ê vedigerin'
10:36 Meclîsa Welatiyên Beyoglu: Bo jiyanek xwişk û bira deng bidin û biçin
10:26 Doç. Ugurlu: Bi guhertinên bajaran mirovan dikin yek tîp
10:01 Gelo Çaglar ê 10 salî derman kirina kêm kuşt?
09:40 Li Şemzînanê 3 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn
09:32 Birîndarê 10’ê Cotmehê: Qedera Tirkiyeyê dê bi HDP’ê biguhere
09:31 HDP dê hilbijêran bibe ser sindoqan
09:24 Derûnînas Saygiligîl: Wezareta Jinê pêwist e
09:23 Karkerên SÎBAŞ'ê karên xwe dixwazin
09:22 Ji xwezayê distîne û dide xwezayê
09:21 Ji bo em dawî li cînayetên kar bînin bûm namzetê HDP'ê
09:21 Her ku bi kurdî axivîn rastî îşkenceyê hatin
09:20 ‘Em dê bibin dengê jin û ciwanan'
09:19 Bereketa Remezanê jî esnaf ji krîzê xelas nekir
09:18 ‘Ji bo HDP bendavê derbas bike, keça min dê ji Îzmîrê bê Enqerê dengê xwe bide’
09:17 Elewî: Em ê dengê xwe bidin HDP’ê
09:00 ROJEVA 04'Ê HEZÎRANA 2018'AN
08:24 Xebatên HDP'ê kelecana hilbijartinê zêde dike
03/06/2018
20:36 Erdogan ji bo girseya xwe mezin nişan bide ji çar alî mirov kişandin Amedê
18:51 Buldan: AKP dê berê li Stenbolê winda bike
18:04 Xebatên HDP'ê bi ziyaretan berdewam dikin
17:48 Temellî: Li Amedê kurdin li Enqereyê gur in.
16:18 Walî Aktaş ji bo AKP’ê di gera hilbijartinê de ye!
15:55 TAMAM TV dest bi weşanê kir
15:18 Savaş Buldan û hevalên xwe li ser gorên xwe hatin bibîranîn
14:35 ÎRA: Li Tirkiyeyê 192 rojnameger girtî ne
14:03 Li Êlihê AKP’iyê bi tund li zarokekê xist hat dîtin
13:58 Erdogan ji bo kurdan çi got û çi negot?