SÊRT - Waliyê Şirnexê Mehmet Aktaş demek berê bi îdiaya ku li gundê Şirnexê ji bo AKP’ê ji gundiyan deng xwest, bûbûn nûçe. Niha jî bi endamê parlamenterê AKP’ê yê Şirnexê Mahmut Okten re derdiket gera ji bo hilbijartinê.
Waliyê Şirnexê Mehmet Aktaş li gel payedarên bilind ên bajarê Şirnexê yên leşkerî beriya hilbijartina 24’ê Hezîranê derdikeve serdana gundan û ji bo AKP’ê ji gundiyan deng dixwaze. Demek berê jî hat îdiakirin ku Waliyê Şirnexê çûye gundên Qileban, Cizîr û Basayê ji bo AKP’ê ji gundiyan deng xwestiye. Vê carê jî heman walî li Silopiyê çu serdana bajaroka Gorumluyê. Walî Aktaş li gel endamê parlamenter AKP’ê Mahmut Okten jî derdikeve ger û geşta hilbijarinê.
Di hesabê Twîttera Wîlayeta Şirnexê de wêneyên serdanê hat parvekirin ku di wêneyê de Okten jî heye û di binê wêneyê de jî nivîseke wiha hatiye bicihkirin: “Waliyê Şirnexê rêzdar Mehmet Aktaş serdana bajaroka Gorumluyê ya girêdayê navçeya Silopiyê kir. Walî di civîna gel de dibêje ku Dewlet û Milet her dem yek e û ev yekîti destur nade ku tu neyarek xesarê bide wan.”
Walî Mehmet Aktaş di serdana gundê Kurtuluş a girêdayê Naveçeya Cizîrê de ji gundiyan re gotibûn ku heke hun dengê xwe bidin AKP’ê hunê 4 mehe paşê tapuyên xwe bigirin.”