NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî kampanya TAMAM di medya civakî de rastî eleqeyek mezin hat û xebatên hilbijartinê yên muxalif zêde di televîzyonên hawiz de cih nagire gelek rojnameger li hev kom bûn û bi dirûşmeya "Hilbijartin di televîzyonê de nayê nîşandan. Gel televîzoyana xwe ava dike" şevê din dest bi weşanê kir.
Gelek rojnamegerên dildar, piştî kampanya TAMAM a li ser medya civakî rastî eleqeyek mezin hat û xebatên hilbijartinê di televîzyonan de nayên weşandin
dest bi weşana Televîzyona TAMAM kirin. Koma rojnamegerên dildar bi dirûşmeya "Hilbijartin di televîzyonan de nayê nîşandan, Gel ekrana xwe ava dike" dest bi weşana TAMAM TV dikin. Weşana TAMAM TV ku navê xwe ji kampanya TAMAM digire şevê din li Parka Yogurtçu ya Kadikoyê ya Stenbolê dest bi weşanê kirin.