STENBOL - Karsazê kurd Savaş Buldan û hevalên xwe yê bi texsiya sipî a Toros hatin revandin û hatin kuştin, bi tevlêbûna malbat, xism û nûnerên HDP'ê li navçeya Avcilarê ya Stenbolê bi merasimekê hat bibîranîn. Li ser navê malbatan Necdet Buldan, diyar kir ku bûyerên 24 sal berê dubare dibin.
Karsaz Savaş Buldan û hevalên wî Adnan Yildirim û Haci Karay ji Anmada ji aliyê malbat, xizm, nûnerên rêxistinên demokratîk û rêveberên partiyên siyasî ve li ser gorên xwe hatin bibîr anîn. Savaş Buldan û hevalên xwe di sala 1994'an de li Yeşîlkoy a Stenbolê ji aliyê kesên bi maşîneya spî ya Toros ve hatin revandin û hatin kuştin. 2 roj şûnde cenazeyên wan hatin dîtin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, hevalên Buldan û xizmên wan li ser gorên wan a Avcilarê bi merasimêkê ew bibîr anîn. Di merasimê de pankarta "Ne Toros, ranger û SÎHA, çareseriya demokratîk" vekirin.
'BÛYERÊN 24 SAL BERÊ DUBARE DIKIN'
Ewil birayê Savaş Buldan Necdet Buldan diyar kir ku 24 sal berê 3 birayên wan hatin revandin û wiha got: "Bûyerên ku 24 sal berê pêk hatin îro dîsa dubare dibin. Ev nişan dide ku bi awayekî zelal dijminantiya kurdan dikin. Goristanên li Bedlisê vekirin û cenaze revandin. Dest danîn ser gorên zarokên kurdan. Em dê ji bo şehîdên xwe serbilind bijîn.