STENBOL – Dr. Derya Bayir, der barê rewşa laîktiyê ya li Tirkiye diyar kir ku têgeha laîktiyê li Tirkiye bi armanca dîzayn û terbiyekirina civakê tê bikar anîn. Bayir, da zanîn ku taybetiya herî bingehîn ya avakirina mekaqanûnên bingehîn “nijadperestî ye."
Lêkolîner û hiqûqnas Dr. Derya Bayir ku demek dirêj li Tirkiye parêzerî kir û li Îngilîstanê xebatên doktoriyê kir, li ser têgeha laiktiyê ya li Tirkiye nirxandin kir. Bayir, bal kişand ser têgeha laîktiyê ya di hiqûqa Tirk de û wiha got: “Du pênaseyên laîktiyê heye. Yek jê li Tirkiye yek jî li cîhanê du pênaseyên ji hevdu cuda. Pirsgirêka esasî ewe ku pênaseya li Tirkiye û cîhanê ne yek e. Li Cîhanê têgeha laîktiyê; Dema dewlet qanûnan saz dike, bi rêve dibe, bêyî ol referans nîşan bide qanûnan ava dike. Beyî xwe pispêre koma ol û baweriyekê qanunan ava dike. Lê li Tirkiye ne wisa ye. Ji ber ku her dem bandora olê îslamê li ser hikûqa tirk zêde ye. Hiqûqa Tirk di bin bandora olê îslamê de dimîne. Li Tirkiye di sala 1926'an de Qanûna Nûjen, li ser Laîktiyê hat avakirin. Tê gotin ku sûd ji Qanûna Medenî ya Nûjen a Swêdê girtin. Lê dema ev qanûn tê lêkolînkirin jî, tê dîtin ku ev qanûna sala 1926'an, di gelek xalan de olê Îslam referans hatiye nîşandan. Dema qala îbadetê tê kirin, tenê mizgeft esas girtine. Li her gundekî mizgeftek hatiye plankirin. Dema plana bajar tê kirin jî li her taxekê mizgeftek tê plankirin. Lê divê dewletek wisa nefikire û planan neke.
Bayir, bal kişand ser pergala perwerdehiyê ya Tirkiye û wiha berdewam kir: "Li welatê laîk di dibistanan de dersên olî tune ye. Lê li Tirkiye heta lîseyê jî di her polê de dersa olî tê dîtin. Li Tirkiye û welatên din pergala perwerdehiyê ne wek hev e. Li Tirkiye hemû tegeh hatiye guhertin û yek ji van têgehên ku hatiye guhertin laîktî ye. Mînak di dadgehan de daxwazên maf ên elewiyan bi hinceta li dijî rêgeza laîktiyê ye tê redkirin. Di rastiyê de divê dewlet di milê laîktiyê de bê alî be. Divê hemû komên baweriyan têxe bin parastinê. Divê wekî hev nêzî hemû olan bibe. Lê li vir mafê elewiyan tê binpêkirin. Rê li pêş daxwaz û mafê elewiyan tê girtin. Li Tirkiye feraseta laîktiyê pir bi pirsgirêk e."
Bayir, destnîşan kir ku Neteweyên Yekbûyî (NY) di mijara azadiya baweriyan de raportorekî wan heye û wiha bi dawî kir: "Raportorê wan bi zimanekî pir hişk û zelal diyar dike ku komên olên cuda bi xwe biryar didin. Ew bi xwe pênaseya xwe dikin. Ew bi xwe reng û şeklê îbadeta xwe diyar dikin. Dewlet divê tev li wê nebe. Azadiya ol û wîcdan heye. Lê li Tirkiye ev yek dijberî ya NY'ê ye. Divê yek tîpbûnê mirov tenê bi serdema Komarê bi sînor neke. Di serdema Osmanî de jî bi awayekî hîn belok xuya dibe.
Dîsa qanûnên hatine avakirin li ser nijadperestiyê hatine avakirin. Her dem xala nidajperestiyê xwe di qanûna bingehîn de diparêze. Di makeqanûna Komara Tirkiye de xala herî bingehîn hebûna nijadperestiyê ye. Li ser hiqûqê bandorek mezin dike. Bîrdoziya Nijadperestiya Tirk di diyarkeriyê de her dem alîbûna xwe nîşan dide.
MA / Sadiye Eser