'Sindoqan bibin Enqereyê jî em ê biçin û deng bidin'

  • rojane
  • 09:16 3 Hezîran 2018
  • |
img
COLEMÊRG - Piştî ku YSK'ê bi hinceta "ewlehiyê" biryara veguhastina sindoqên li hin deverên Colemêrgê da, şêniyên bajêr bertek nîşanî vê yekê dan û gotin: "Eger sindoqan veguhêzin Enqereyê jî, ew ê biçin dengê xwe bidin." 
 
Di hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an de li Colemêrgê HDP ji sedî 86,4, AKP ji sedî 8,78, MHP ji sedî 2,49, CHP jî ji sedî 1,02 deng girtibûn. Di hilbijartina 1'ê Mijdara 2015'an de jî HDP ji sedî 83,7, AKP ji sedî 12,62, MHP ji sedî 1,44 û CHP jî ji sedî 1,22 deng girtibûn. Hilbijêrên ku dê sindoqên wan bên veguhastin, diyar kirin ku dê ev yek nikaribe wan asteng bike. 
 
'EM Ê JI VÊ ZILMÊ XELAS BIBIN' 
 
Şîrîn Duşkunê ku li gundê Nîspas ê Colemêrgê dijî, anî ziman ku wan dixwest ew li gundê xwe dengê xwe bi kar bînin, lê belê sindoqên wan bi zorê hatine veguhastin. Duşkun, anî ziman ku dîsa jî ew ê biçin dengê xwe bidin û got: "Em doza mafê xwe dikin. Loma em ê di 24'ê Hezîranê de dengê xwe bidin HDP'ê. Bi îzna Xwedê em ê ji vê zilmê xelas bibin." Mehmet Tahîr Engînê ku li mezrika Serbera ya gundê Bêtkarê dijî, destnîşan kir ku sindoqan veguhêzînin kuderê jî ew ê biçin dengê xwe bidin partiya xwe HDP'ê. Engîn got: "Em dixwazin herkes dengê xwe li gundê xwe bi kar bîne. Lê em niha di pêvajoya Rewşa Awarte de ne. Ji bo xatirê HDP û Selahattin Demirtaş, ew sindoqan bibin deynin serê çiyayan jî, em ê biçin û dengê xwe bi kar bînin." 
 
‘JI BO ZAROKÊN ME YÊN DI GIRTÎGEHAN DE' 
 
Hasan Engînê ku li mezrika serbera dijî, diyar kir ku kurê wî ji ber hin sedemên siyasî bi salan e di girtîgehê de ye û ew ê ji bo hemû girtiyên siyasî dengê xwe bi kar bînin. Emîn Kaval ku li gundê Bêtkarê rûdinê jî, anî ziman ku ew sindoqan bibin Enqereyê jî ew ê biçin dengan bi kar bînin. Kaval, bilêv kir ku ew sindoqan bibin kuderê Colemêrgê jî ew ê biçin dengê xwe bi kar bînin û got: "Jixwe li van deran em bi çewisandinên dijwar re rû bi rû ne. Lê dîsa jî em di vê hilbijartinê de serî rakin û destekê bidin partiya xwe." 
 
Hamît Kûrt, destnîşan kir ku ji bo dawî li vê rejîma çewisîner bê çi ji destê wan bê ew ê bikin û got: "Di hemû şert û mercan de em ê xwedî li dengê xwe derkevin. Ev deynê me ye." Zînê engîn jî anî ziman ku ew ê ji bo aştiyê deng bide û got: "Li kuderê dibe bila bibe ew ê dengê xwe bi kar bîne. Çimkî em aştiyê dixwazin. Em naxwazin ne leşker û ne jî gerîla bimirin. Em ê ji bê vê dengê xwe bi kar bînin." Heybet Engîn jî got: "Em bi kîlometreyan jî bimeşin, em ê biçin û dengê xwe bi kar bînin." 

Sernavên din

03/06/2018
13:45 Demîrtaş: Diyar bû ku AKP dê hilbijartinê winda bike
12:46 Li Girtîgeha Amedê ya servekirî îdîaya îsyanê
12:45 Kurdiya ‘Seher’ a Demirtaş derket
12:05 Gelê Êlihê dê bi deh hezaran Temellî pêşwazî bikin
11:24 Beriya Erdogan bê Amedê polîs mal bi mal geriyan nasname kontrol kirin
11:10 Îşkenceya li malê dest pê kir li qereqolê berdewam kir
10:59 Maçîn: Şîara me ya bingehîn dê ‘kongreya neteweyî’ be
10:25 Dr. Derya Bayir: Li Tirkiye laîktî ji bo terbiyekirina civakê ye
10:09 'Dixwazim li Meclîsê bibim dengê jinan’
09:23 ‘Gelo Erdogan dê bi kîjan rûyî were Amedê’
09:22 DOGADER: Îxanetê li Bûrsayê dikin
09:21 Karkerên Flormarê: Îktîdar li dijî karkerane emê li ber xwe bidin
09:20 Namzeta Dîlokê Şîmşek: HDP pêşeroja welat e
09:18 'Tekane partiya ku jin dengê xwe bilind bikin HDP ye'
09:18 Parêzvanê mafên mirovan Aker: Ji bo bi awayekî hevpar pirsgirêk bên çareserkirin em dibên HDP
09:17 5 hezar polîs û leşker nikarin sindoqekê biparêzin!
09:16 'Sindoqan bibin Enqereyê jî em ê biçin û deng bidin'
09:16 Walî gef xwar: Eger hûn deng nedin AKP'ê, dê xizmet jî neyê kirin
09:15 Hîn jî der barê întihara biguman a Araç de tu geşedan tune ne
09:15 ‘Li Antalyayê bi projeyên dijminê xwezayê Tirkiye tê qetilkirin'
09:14 Li Antalyayê hedefa HDP’ê 3 parlementer in
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2018'ANû
08:24 Li Cizîr û Sîlopî buroyên hilbijartinê ji aliyê hezaran ve hat vekirin
02/06/2018
20:12 Derket holê ku li Şemzînanê 4 şivan rastî îşkenceyê hatine
19:44 2 leşkerên derketin operasyonê jiyana xwe ji dest dan
17:56 Li Amed û Wanê 8 hunermend binçav kirin
15:47 10 KESK’iyên karê xwe paşve xwestin hatin binçavkirin
15:46 Hevrê û malbata Mûhsîn Melîk ew bi bîr anîn
15:33 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de xwestin Celalettîn Can bê berdan
15:32 Aqûbeta Saygi yê 24 salin winda ye pirsîn
15:31 Jinan li Dîlokê gotin ‘Jin jiyan azadî’
15:01 ÎHD’ê bang li partiyên siyasî kirin: Gelo ji bo windayan çi sozên we hene?
14:54 Li Êlih û Amedê xebatên hilbijartinê didomin
14:53 Buldan: Me Sûr, Gever, Nisêbîn ji bîr nekiriye
14:23 Demîrtaş ji bo Erdogan got: Gel dê bersiva te heq kiriye bide te
14:11 Mehmet Ayvalitaş li ser gora xwe hat bibîranîn
14:09 Dayikên Şemiyê: Heke edalet neyê Galatasarayê nayê Tirkiyeyê jî
13:52 Temellî: Erdogan bikeve dê faîz û dowîz jî bikeve
13:36 ‘Êdî tiştek nema Îstîsmar bikin, vê carê Remezan weke meha kampanyayê îlan kirin’
13:32 Parêzerên Demîrtaş: Erdogan ji bo Demîrtaş peyamê dide AYM’ê
12:13 Temellî: AKP'ê lêkolîna rastiya bûyerên 6-8'ê Cotmehê asteng kir
12:07 Jina ji namzetiya CHP’ê xwe vekişand: Temsîliyeta wekhev tenê di HDP’ê de heye
11:07 Heyeta HDP'ê şivanên rastî îşkenceyê hat ziyaret kirin
10:45 Namzeta ji kar hat avêtin: Akademiyek nû mimkûn e
10:40 Buldan: Yên îşkence li şivanan kirin wêrekiyê ji Soylu digirin
10:18 Afro/Turkên li Îzmirê bi HDP'ê bi kelecan in
09:59 Li Erziromê serdegirtina malan: 21 kes binçav kirin
09:57 Girtiyê lêgerîn qebûl nekir hat derpkirin
09:06 Sindoqên ku li Mêrdînê hatin veguhestin ji sedî 73 dengê HDP'ê ne
09:06 'Ji bo edaletê dengê xwe bidin HDP'ê'
09:05 Namzetên HDP'ê yên Tekirdagê: Em pêşdaraziyan dişkînin
09:05 Namzetê HDP'ê Bulbul: Dê HDP pirsgirêka civaka Elewî çareser bike
09:02 Doç. Dr. Demîrer: Birînên ku AKP'ê di civakê de vekiriye dê dereng bi cebire
09:01 Ji bo serkeftina HDP'ê bi şev û roj di xebite
09:01 Colemêrg dê dîsa 3-0 wekîlan bistîne
09:01 Namzeta HDP'ê ya Antalyayê: Min soz daye hevalên xwe
09:00 Gelê Esenyurt dê du qatê 7'ê Heziranê deng bidin HDP'ê
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2018'AN
01/06/2018
21:19 Li Colemêrgê heta 30 rojî çalakî hatin qedexekirin
17:16 Platforma 1 Haber Var têkildarî weşana xwe daxuyanî da
16:41 Baroya Colemêrgê: Em ê bûyera îşkenceyê bişopînin
16:27 Temellî: Teşvîkê ji vir girtine û birine li Girava Manê xwarin e
15:22 Binçavkirinên li Mêrdîn û Şirnexê derketin 15’an
15:14 Komeleya 78’an: Em HDP’ê û Demîrtaş destek dikin
14:54 Buldan li Erdexanê got: Wê emrê AKP’ê di 24’ê Hezîranê de xelas bibe
14:23 Bi hinceta ‘ewlekariyê’ veguhestina sindoqan
14:20 Temellî: Em bi hevre bêjin Êdî bes e
13:48 SES: Dengê em bidin Tifaqa Cumhur tune ye
12:53 Serlêdana malbatan cara 78’emîn hat redkirin
12:30 3 karkerên din mirin
12:11 Serokê Baroya Wanê dê şivanên rastî îşkenceyê hatin ziyaret bike
11:55 Rojnameger Îbrahim Coşkun beraet kirin
11:54 Gelek kes li Enqerê hatin binçavkirin
11:31 HDP’î bi roj li gundan, bi şev jî li taxan bê navber dixebitin
10:53 Bi îşkenceyê ew nîv ruhî kirin
10:33 Josa ê Macarî: Li Tirkiye şertên OHAL'ê bêtir giran e
10:10 Di nava 16 salan de hejmara girtiyan 4 kat zêdetir bûn
09:58 Xwîn verişiya lê 16 rojin hêj destûr nadin malbat wê bibîne
09:25 Bi gotinan xerab tacîzî jinên HDP’î kirin û gef li wan xwarin
09:25 ‘Em ê li Meclîsê li dijî tecrîdê siyaseteke çalak bikin'
09:24 Namzeta HDP'ê ya akademîsyen: Em bi ser bikevin em ê vegerin karê xwe
09:23 Jinên Tekirdagî: Em ê dengê xwe bidin HDP'ê
09:23 ‘Berê zarok li van kuçeyan baz didan, lê niha makîneyên kar'
09:22 'Em ê hemû derhiqûqiyên we li asîmanan binivîsînin'
09:22 Sindoqên hilbijartinê 40 kîlometre ji wan dûr xistin
09:21 Piştî hatin girtina niha dê û bav xebatên hilbijartinê dimeşînin
09:20 Salar: Dê di vê hilbijartinê de mexdûr û bindest bi ser bikevin
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2018'AN
31/05/2018
20:04 Serlêdana parêzerên Ocalan dîsa hat redkirin
18:41 Leşkeran bi awayekî dijwar du şivan îşkence kirin
17:18 Koma nijadperest xwest êrîşî namzetên HDP’ê bike
16:18 Ji namzet Bariş Atay peyama Geziyê: Em ê biguherînin
16:00 AYM'ê biryar da ku Hilbijartin di 24'ê Hezîranê de pêk bê.
15:22 17 partî û saziyan ‘Platforma Hilbijartinê ya Adil’ ava kir
15:03 HDP dê di aboriyê de ‘bernameya parvekirina bi heqî' pêk bîne
14:58 Buldan: Wê jin mohra xwe li hilbijartinê bidin
14:22 Parêzerên Ocalan cara 760’emîn serî li dozgeriyê dan
13:47 Sezaî Temellî dê sibê li Amedê serdana sazî û gel bike
12:48 Derdora Parqa Gezî bi bariyeran girtin
12:36 Namzet bi şev û roj di nav gel de ne