ANTALYA - Li Antalyayê bi gelek projeyên şêt xweza tê qetilkirin, lê belê hawirdorpazêr têkoşîna xwe ya li dijî vê yekê didomînin. Endamê Meclîsa Ekolojiyê ya HDK'ê ya Antalyayê Mûzaffer Asma got: "Tenê ne Antalya, Tirkiye tê qetilkirin."
Li Antalyaya ku xwezayeke wê ya gelekî bedew û behra wê heye, niha bi destê mirovan tê tunekirin. Li antalyayê û derdora wê ji 100'î zêdetir ocaxên kevir û mermeran hene û bi HES û betonkirinê xwezaya Antalyayê tê texrîbkirin. Hawirdorparêzên li Antalyayê behsa tecrîbatkirina xwezayê kirin. Berdevkê Meclîsa Ekolojiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Antalyayê Îsmet Papîla, anî ziman ku Antalya bajarê dîrok û xwezayê ye. Her wiha Papîla got, di heman demê de Antalya cihê rantê ye jî.
'EM LI DIJÎ QETILKIRINA XWEZAYÊ TÊDIKOŞIN'
Papîla, destnîşan kir ku Plaja Konyaaltiyê hatiey tadîlatkirin, lê belê vê plaja gel ji rantê re vekirin. Papîla got: "Xwezaya Antalyayê xirab dikin. Eger projeya robarê Bogaçayê têkeve dewrê, dê ava me ya vexwarinê biqede. Wekî vê gelek projeyên din jî hene. Ji Fînîkeyê û vir ve, hema bêje kîlometreyê carekê ocaxên kevir û mermeran hene. Li Antalya û derdora wê ji 100 zêdetir ocax hene. Çiya qulqulî dikin. Em li dijî qetişkirina xwezayê têdikoşin. Em naxwazin xwezaya me bê tunekirin."
Endama Meclîsa Ekolojiyê ya HDK'ê ya Antalyayê Selma Yavûz, diyar kir ku bi îlankirina Rewşa Awarte re qetilkirina xwezayê zêdetir bûye û AKP li hemberî xwezayê şer dike. Yavûz, bilêv kir ku bi destê dewletê xweza tê qetilkirin û got: "Bedewiyên xwezayê qulqulî kirin. Parsêl bi parsêl perav firotin alîgirên xwe. Yek ji van cihên ku ev pêşkeşî lê tên kirin jî Antalya ye. Li hemberî vê pêdivî bi têkoşîneke hevpar heye. Mirov xwedî li qadên xwe yên jiyanê derdikevin. Ji bo vê yekê têdikoşin." Yavûz, destnîşan kir ku ew li hemberî texrîbata eklojîk têdikoşin û got: "Li welat ev pirsgirêk pirsgirêka kapîtalîzmê ye. Ev pirsgirêk ancax bi xizmetên civakiyî dikarin bên çareserkirin."
'DÊ TÊKOŞÎNA ME DEWAM BIKE'
Endamê Meclîsa Ekolojiyê ya HDK'ê ya Antalyayê Muzaffer Asma jî diyar kir ku Antalya tê qetilkirin û got: "Tenê ne Antalya, Tirkiye tê qetilkirin." Asma, destnîşan kir ku aboriya Tirkiyeyê bi mezaxtinê tê birêvebirin û her tişt tê mezaxtin. Asma, diyar kir ku navenda turîzmê Anatlaya ye, lê belê niha xwezaya wê tê qetilkirin û hemû ebdewiyên bajr pêşekeşî rantê tên kirin. Asma, bi bîr xist ku Plaja Konyaaltiyê berpêşî rantê hatiye kirin. Asma got, ew li dijî rant û qirkirina xwezayê têdikoşin. Asma, diyar kir ku ew hem di warê hiqûqî hem jî di warê bêîtaatiya sivîl de têdikoşin û ew ê ji bo parastina xwezayê têkoşîna xwe dewam bikin. Asma got: "Em ê li her derê li dijî qetilkirina xwezayê bitêkoşin. Em ê xwedî li bajarê xwe û bedewiyên wê derkevin."
Asma, diyar kir ku yên xwezayê texrîb dikin projeyên mezin û şêt in. Asma ji van projeyên şêt behsa hinan kir: "Li ser riya Antalya-Kemerê li Tunektepeyê tesîseke turîstîk a 30 odeyî û restoranteke ku kapasîteya wê 240 kes in. riya otobanê ya Kaş-Kalanê. Li Larayê lîmana krîvaziyer û lîmana yatê. Projeya Perava Konyaalati û Bogaçayê...." Asma, anî ziman ku bi van projeyan xwezaya Antalyayê tê texrîbkirin.
MA / Ergin Çaglar – Hamdullah Kesen