Bakirhan ji bo şerê li Rojhilata Navîn got: Çareserî, Neteweya demokratîk e

ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan geşedanên dawî yên li Rojhilat nirxand û wiha got: “Çareseriya şerê li Rojhilata Navîn, paradîgmaya neteweya demokratîk e.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di komcivîna partiya xwe de geşedanên di rojevê de nirxand. Bakirhan, bi kurdî dest bi axaftina xwe kir. 
 
Bakirhan, bal kişand ser şerê di navbera Îsraîl û Filistînê de û diyar kir ku niha nêzî 2 milyon kes di qadekê de asê maye û hemû dinya li dijî vê rewşê bêdeng e. Bakirhan, da zanîn ku îsraîlê êrişên xwe ber bi Lubnanê ve berfireh kir û di vê mijarê de di demên berê de hişyariyên xwe kiribûn û mafdar derketine. 
 
‘DÊ BIKIŞÎNIN NAVA  ŞER’
 
Bakirhan, axaftina wiha domand: “Rojhilata Navîn niha di nava agir de ye. Îxtîmaleke mezine ku dê ev şerê li Lubnanê belavî Sûriye û Îranê bibe. Moşek tên avêtin, bajar tên bombebarankirin. Xuyaye ku dê ev bidomin. Mixabin Netenyahu di Lijneya Giştî ya NY’ê de nîşan da ku dê rewş bidome. Bi du nexşeyan nîşan da. Di nexşeyekê de herêma bi rengê reş hatiye nîşandan weke herêma lanetê pênase kir û ya din jî weke herêma nîmetê. Xuyaye ku dê van herêmên weke lanetê hatine nîşandan bikişînin nava şer. Bi herêmên jê re dibêje herêma nîmetê jî qala korîdora enerjiyê ya ji Hindistanê dest pê dike, ji Efrîqayê re derbas dibe û li gelek deverên cîhanê derbas dibe ye.” 
 
BAL KIŞAND SER GIRÎNGIYA RÊYA SÊYEMÎN 
 
Bi domdarî Bakirhan anî ziman ku gel li dijî hev şer nakin û wiha pê de çû: “Dewlet li dijî hev şer dikin. Bû sed sal li Rojhilata Navîn feraseta neteweperest, mezhebperest û netewe dewletê hukmê dike. Rojhilata Navîn ji ber vê zîhniyetê xweşî bi xwe nebir. Hêzên emperyal jî hewl dan li wir pergalekê ava bikin lê nekarîn. Her duyan jî ne demokrasî ne jî azadî anîn. Lê em dibêjin ku rêyeke sêyemîn heye. Di vê rewşa Rojhilata Navîn de careke din xuya dibe bê ka Rêya Sêyemîn rêyeke çiqas biwat e û biqîmet e. 
 
NETEWEYA DEMOKRATÎK ÇI YE?
 
Serokkomarê Îranê tiştekî gelek girîng îtîraf kir. Got ku heke em hindik jî aloz bibin dê Kurdistan, Belucistan bên avakirin. Em jî li vir ji wan dipirsin; ji hêla çavkaniyên sererd û binerd ve herêmên herî dewlemend ên we bûn. Li şûna ku hûn li wir rejîmê îxrac bikin, li şûna ku hûn van dewlemandiyan ji rêxistinan re bişînin, heke we ji bo kurdan, azeriyan, belucan xerc bikira, heke we nasname û baweriyên wan nas bikira, heke we demokrasî û azadî serwer bikira, îro ne Îsraîl lê tevahiya cîhanê jî bihata dê ev tirs neketibûya dilê we. Vaye dema ku em dibêjin Rêya 3’yemîn, em qala Neteweya Demokratîk dikin. Herî zêde pêdiviya Rojhilata Navîn bi pergala Neteweya Demokratîk heye. Neteweya Demokratîk çi ye? Ew e ku her kes di nava sînorên tê de dijî, dikare nasname, bawerî, maf û azadiyên xwe bi dilrehetî  bijî. Em qala vê rejîmê dikin. 
 
MA ÇI RÊYÊN DIN HENE?
 
Ma ji bilî vê çi rêyên din ên Rojhilata Navîn hene? Yek dixwaze li wir bi cih bibe, wê derê bike mêtingeha xwe û dewlemendiyên wê bixwe. Herêma herî dewlemend a cîhanê di nava birçîtî û xizaniyê de ye. Ya din jî ji bo malbat û pêşeroja xwe ya şexsî her ku diçe bêhtir otorîter dibe. Ev çareserî nîne. Rêya rizgariya Rojhilata Navîn, neteweya demokratîk e, Rêya Sêyemîn e. Ev şer ne şerê gelan e. Gel li dijî hev şer nakin ûşer  naxwazin. Ev şer şerê dewletan e. Weke DEM Partiyê em ê li dijî vî şerî bisekinin. Dê têkoşîna me ya ji bo pêşîlêgirtina şer û ya ji bo pêkvejiyana gelan bidome. 
 
LI TIRKIYEYÊ HÊVÎ TUNE YE 
 
Mixabin Tirkiye jî zêde hêviyê nade mirov. Li Tirkiyeyê xizanî, bêkarî, şer, çete, mafya û hwd. serdest e. Ji roja Meclis hatiye girtin heta niha DEM Partî li qadan e. Ji Qersê heta Balikesîrê, ji Sêrtê heta Manîsayê, em bi kedkar û gelan re hatin gel hev. Tevî hevseroka me Tulay Hatîmogûllari, em mal bi mal, gund bi gund, bajar bi bajar geriyan û dê bigerin. Li her derê xelk di nava xizaniyê de ye û edalet nema ye. 
 
DIVÊ MECLIS BERPIRSYARTIYÊ LI XWE BIGIRE
 
Ez çima qala van dikim; divê TBMM di vê mijarê de berpirsyartiyê li xwe bigire. Heta ku Tirkiye li korîdorên qesrê were birêvebirin, dê keştiya kedê hêj bêhtir noq bibe û edalet bêhtir birize. Çavê wan li berîkên xelkê ne û li pey bacan ketine. Divê meclis êdî ji vê pergala şêlandin û talanê re bibêje bes e. Divê berpirsyartiya xwe ya li hemberî gel pêk bîne. Hewceye di vê serdema nû ya qanûndanînê de edalet, wekhevî û aştiyê bêhtir biparêze û qanûnên di vê çarçoveyê de çêbike. Heke nekare vê berpirsyartiya xwe bi cih bîne, wê demê bila derkeve pêşberî gel û bi eşkereyî jêre vebêje. 
 
PAROLAYA SERDEMA NÛ
 
DEM Partî dê encamên ji serdanên xwe yên bi gelre  bi dest xistî, daxwazên kedkar û gelên me li ser kursiyê bêhtir vebêje. Ne îktîdar ne jî muxalefeta heyî nikare Tirkiyeyê ji vê tarîtiyê rizgar bike. Di van rojên dawî de em tevek bi hev re dibin şahid bê ka muxalefet çi ye. Lê piştrast bin ku dê ev pergala talan û şêlandinê bi dawî bibe û ya ku dê Tirkiyeyê rizgar bike jî DEM Partî ye. Parolaya me ya serdema nû dê bibe têkoşîna demokratîk û siyaseteke berfireh. Em ê bêhtir têbikoşin û bêhtir çareseriyê pêş bixin. 
 
REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ
 
Me di civînên berê de gotibû ku li welatekî ku bi biryarên DMME’yê nayê kirin, ya ku tecrîda li ser birêz Ocalan didome û girtîgeh veguherîn kampên komkirinê yên Guantanamoyê, heta paqijiyeke rêyê neyê kirin nabe ku nîqaşên li ser destûra bingehîn lê bên kirin. Binêrin, em careke din bi bûyereke xemgîn re rû bi rû man. Hevalê me Abdulkadîr Kuday ku yek ji girtiyên nexweşiya wan giran bû û tevî gelek serlêdanên me jî nehatibû berdan, jiyana xwe ji dest da. Îcar heta ku ev girtiyên nexweş di girtîgehê de bin hûn ê çawa qala nîqaşa destûra bingehîn bikin? Dê civak çawa ji we bawer bike? Dê bi çi tiştê we bawer bike? Ji ewil paqijiyeke rêyê bikin, derkevin pêşberî gel û bi eşkereyî bibêjin bê ka hêviya we ya ji destûra bingehîn çi ye, gelo dê demokratîk be, sivîl be yan jî dê tiştekî çawa be. Wê demê em ê bi hev re biryara xwe bidin. 
 
Hinek pirs hene ku gelek caran ji me tên kirin. Ez ê cara dawî bersiva vê bidim. Hem îktîdar hem jî muxalefet bila baş lê guhdar be. Tu pirsgirêka DEM Partiyê bi sembol û nirxên tu derdoran re nîne. Lê bila tu kes destûreke bingehîn a hemû nasnameyên etnîkî di nava etnîkekê de teng dike jî li me ferz neke û hewl nede bi me bide qebûlkirin. Divê pênaseyeke nû ya hemwelatîbûnê were kirin û meclis di vê mijarê de gavên biwêrek biavêje. Her wiha çi pirsgirêka me bi paytex û zimanê vî welatî re nîne. 
 
ZIMANÊ DAYIKÊ Û DESTÛRA BINGEHÎN
 
Lê divê hûn jî qebûl bikin ku li vî welatî gelên cuda dijîn û axaftina van gelan a bi zimanê dayikê, perwerdeya wan a bi zimanê dayikê mîna şîrê dayika wan li wan helal e. Tu pirsgirêka me bi komarê re nîne lê kesek nikare destûreke bingehîn a komara yekperest û înkarger li me ferz dike bide qebûlkirin. Daxwaza me, komareke demokratîk e ku gel, bawerî û nasnameyên cuda bikarin hebûna xwe bijîn û jê re rêz were girtin. Em ji bo komareke demokratîk têdikoşin. Destûrên bingehîn ên demokrasiya herêmî di nav xwe de nahewînin, ruhê destûra bingehîn a 12’ê Îlonê di xwe de dihewînin. Nabe ku destûreke bingehîn a mafê gotinê yê herêmê tune dihesibîne, demokrasiya herêmî binpê dike were çêkirin. Em bi eşkereyî dibêjin; çêkirina kopyaya destûra bingehîn a heyî, ne dibe destûra bingehîn ne jî dibe destûreke bingehîn a demokratîk. Ji tevahiya qanûnên heyî bêhna ruhê 12’ê Îlonê tê. Divê her kes  pêşdaraziyên xwe bidin aliyekî û li ser temamiya destûra bingehîn nîqaşan bikin. 
 
EM JI BO NÎQAŞÊ AMADE NE
 
Dixwazim bangî muxalefetê jî bikim; hinek pratîk û gotinên wan ên di demên dawî de mîna gel, me jî matmayî dihêlin. Gelo hûn li bi îdiaya guherînê re ne? Heke hûn li gel îdiaya guherînê bin, wê demê divê hûn di mijara destûra bingehîn de hişk nêz nebin. Nexwe em ê tenê bi kopyayeke xerab a destûra bingehîn a heyî re rû bi rû bimînin. Hûn nikarin siyaseta ku ev sed sal in berê gelên me didin hev biparêzin. Bila her kes pêşdaraziyên xwe bide aliyekî. Wê demê em amade ne ku nîqaşan li ser destûra bingehîn a nû bikin. 
 
CIHÊ ÇARESERIYÊ ENQERE YE
 
Şîfreya destûreke bingehîn a nû û demokratîk, nêzikatiya li hemberî meseleya kurd e. Şertê ewil ê destûra bingehîn a demokratîk ew e ku di serî de kurdan, tevahiya gel û baweriyên li welêt di çarçoveya hemwelatiya wekhev de bibîne û li ser vê esasê bê avakirin. Rêya cîbicîkirina destûra bingehîn a demokratîk a di sedsala duyemîn de, statûya gelê kurd e. Divê peymaneke civakî ya ku rê nade mêtingehkirina gel û baweriyan were îmzekirin. Em vê baş dizanin; rêya çareserkirina meseleya kurd a li Tirkiyeyê, Enqere ye. Divê dewleta Tirkiyeyê, îktîdar û gel êdî biryarekê bidin. Li seranserî cîhanê 60 milyon kurd dijîn. Herî zêde jî li Tirkiyeyê dijîn. Divê dewlet, îktîdar û sazî vê biryarê bidin; yan dê bibin dijminên kurdan yan jî xizmên kurdan.
 
DIKARE BIBE WELATEKÎ MÎNAK
 
Ji kerema xwe di vê mijarê de êdî biryara xwe bidin. Em dixwazin ku hûn bibin xizmên kurdan, mafên wan nas bikin û bihêlin ku kurd jî li vî welatî bi gel û baweriyên din re bi hev re û bi awayekî wekhev bijîn. Heke hûn dijminatiyê hilbijêrin, wê demê em tevek dê bi hev re heman pêvajoyên nebaş bijîn. Heke hûn dijminatiyê nebijêrin dikarin li Rojhilata Navîn bibin welatekî mînak. 
 
DIVÊ HER KES BI DILWÊREKÎ DAXWAZA AŞTIYÊ BIKE 
 
Welatekî biîstîqrar dikare sûdê bide gelên Rojhilata Navîn jî ku bikarin bi îstîqrar bijîn. Divê di serdemeke ku li herêmê û cîhanê şer dijwar dibe de her kes li Tirkiyeyê daxwaza aştiyê bike. Di vê mijarê de hewceye her kes dilwêrek be. Her gotina di vê mijarê de tê kirin, her gava tê avêtin em pir binirx dibînin. Divê aştiya dîrokî ya kurd û tirkan neyê vehêlandin. Em careke din bang dikin ku her kes banga aştiya civakî bêhtir biqîre û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk erk û berpirsyartiyên xwe bi cih bînin.” 
 

Sernavên din

04/10/2024
10:32 Li Elbakê piştî îlana qedexeyê operasyon
10:25 Kûday, heta bêhna xwe ya dawî li ber xwe da
10:09 Ji bo seferberiya rêxistinbûnê bang hate kirin
09:48 Jinên ereb, êzidî û tirkmen: Komplo bi ser neket fikra Abdullah Ocalan li pêş ket
09:42 ‘Kuday terkî mirinê hate kirin û ev yek îdam bi xwe ye’
09:41 Banga ji bo mitînga ‘Azadiyê’: Ji bo çareseriyê werin bi sedhezaran li Amedê bicivin
09:31 Keskîn: Ji bo çareseriyê divê hewldan hebin
09:10 ‘Nagihanê li her cihê tê re derbas bûyî şopa xwe hişt’
09:00 Tekîk: Em hemû kesên azadî û edaletê dixwazin vedixwînin Amedê
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2024'AN
08:32 Kolanên Edeneyê bi wêneyên Abdullah Ocalan hatin xemilandin
03/10/2024
22:55 'Em ê bi hêza felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Amedê bin'
19:31 Der barê rojnameger Avciyê de doz hat vekirin
19:27 Kesên li Vartînîsê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
18:12 Kabaîş hêj jî winda ye
17:01 Li Şemrexê dê Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan were li darxistin
16:46 Ji Komîsyonê daxuyaniya ewlehiya hilbijartinê
16:46 Serlêdanên ji bo JINKART’ê dest pê dikin
16:38 Danişîna doza DÎAYDER’ê hate taloqkirin
16:13 Li Amedê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:48 Doza ‘Çapemeniya KCK’ê hate taloqkirin
15:46 AYM’ê serlêdana Kûday a ji bo berdanê qebûl nekiriye!
15:44 Ji bo parêzer Oner û Hezer biryara beraetê hate dayin
15:04 Kevneşopiya 300 salan didome
15:03 TUÎK li gelek bajaran hate protestokirin: Daneyên rast parve bikin
14:41 Di doza êrişa li dijî HDP’ê de ceza hat xwestin
14:22 Li Girtîgeha Mêrdînê îdiaya ‘hewldana întîharê’
14:19 Bi awayekî girseyî serdana girtiyê 31 salan kirin
14:13 Ekîncî piştî 30 sal û 6 mehan hate berdan
14:09 Li Cizîrê rêveberiya ÎYÎ Partiyê îstîfa kir
13:20 ÎSÎG: di meha îlonê de 152 karker jiyana xwe ji dest dan
13:17 Erdogan û Bahçelî dê beriya civîna MGK’ê bicivin
12:52 Haci Lokman Bîrlîk li ser gora xwe hate bibîranîn
12:51 Mehmet Emîn Aktar beraet kir
12:37 Parêzerê Abdullah Ocalan: CPT ji berpirsyartiyê direve
12:19 Kuday ji hêla bi hezaran ve hate oxirkirin
12:17 Gora Garîpoglû yê Karabûlût qetilkirî hate vekirin
12:03 Di lêpirsîna Narînê de daxwaza muştekiyê ya Baroyê hate qebûlkirin
11:57 Ji bo Komkujiya Vartînîsê daxwaza avakirina komîsyona Meclisê
11:43 Li Serêkaniyê yek jê zarok du kes hatin binçavkirin
11:30 Li wargeha KYK’ê mirina biguman
11:21 ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyonê eşkere kirin
11:20 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:19 Ji heman malbatê 7 jê zarok 9 kes hatibûn qetilkirin: Faîl nehatin cezakirin
10:41 Rapora Raportorê Tirkiyeyê Schennach: Divê biryarên AÎHM’ê werin sepandin
10:37 Rapora DFG’ê ya meha îlonê: 5 binçavkirin, 2 girtin, 6 doz
10:34 Rojnamevan Dîcle: Serkeftina YNK’ê dê darbeyeke mezin li Tirkiyeyê bide
10:33 Rojnameger Ûrmiye: Îran di bin zextekî giran de ye
10:09 Cenazeyê Kuday anîn Mêrdînê
10:08 Fikra 'azadiyê' ya Abdullah Ocalan bû îlham
10:05 Malbata Dîlan Yildirimê: Ev cînayet e, ne xwekuştin e!
09:54 Hevdîtina dawî ya li Îmraliyê: Ez ê derê veguherînim cihê çareseriyê
09:33 Dayik Nezîre Bîrlîk: Haci Lokman bi kuştinê xelas nabin
09:24 'Ji bo azadiyê em ê li Amedê bin’
09:16 Li Komeleya Lêkolînên Kurdî roja dawî ya serlêdanan 15'ê cotmehê ye
09:02 Hiqûqnas Schmidt: Divê Komîteya Wezîran Tirkiyeyê şermezar bike
09:01 Pêşmergeyê berê bang li PDK'ê kir: Ev ne pêşmergetî ye dev ji xiyanetê berdin
09:01 Bîlançoya astengî û qedexeya li ser kurdî: Zextên li ser zimanê kurdî didomin
09:00 Hevala wê têkoşîna wê vegot: Nagîhan xewna jinên bedeldayî pêk dianî
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2024'AN
02/10/2024
23:59 Cenazeyê Kûday hat wergirtin: Heya tecrîd hebe wê tabût jig irtîgehan derkevin
23:56 Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn li Silêmaniyê hatin bibîranîn
22:22 Jı Baroya Şirnexê şevbêrka dengbêjan
17:45 Kabaîş 6 roj in winda ye: Dê cîhaza lêgerînê bînin
16:50 Partiyên siyasî çûn serdana serokê AYM’ê: Rojev girtiyên nexweş bû
16:32 ÎHD: Kuday bi eşkereyî terkî mirinê kirin
16:18 Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê bi rojnamegeran re civiya
16:13 Hate xwestin ku qanûna înfazê ya veguheriye cezakirinê bê guherîn
15:53 Li Xelfetiyê seferberiya paqijiyê hate destpêkirin
15:26 Bakirhan têkildarî silavdayina Bahçelî got: Em ê piştgiriyê bidin her gavên ji bo aştiya civakî tên avêtin
15:23 Ji Walîtiya Amedê daxuyaniya ‘pevçûnê’: Kesek mir
15:22 Gefxwarina rêveberên ÎHD’ê hat protestokirin
15:06 Berxwedana kedkaran a ‘di bacê de edalet’ didome
14:22 Ji bo rojnamevan Kara ya hate girtin bang hate kirin: Berdin
14:19 DAIŞ'ê êrişî leşkerên Iraqê kirin: 4 leşker hatin kuştin
14:13 Di hevdîtina parêzer û CPT’yê de rapora Îmraliyê hat rojevê
13:53 Bijîşk li Hidistanê ji bo 'edaletê' carek din daketin qadan
12:42 Bakirhan ji bo şerê li Rojhilata Navîn got: Çareserî, Neteweya demokratîk e
12:22 Girtî hem derb kirin hem jî cezayê hefsê lê birîn
11:16 Kuday ê ku li girtîgehê hat qetilkirin: Her ku zilm bidome wê berxwedan jî bidome
10:58 HABER-SEN: Li PTT’ê xebatkar kêm in lê kar zêde ye
10:35 Roj bi roj xwedîderketina li daxwaza 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî'
10:33 Girtiyê nexweş Kuday jiyana xwe ji dest da
10:07 Polîsan û VEDAŞ’ê li Geverê bi ser taxê de girtin
09:28 Têkoşîna 'edaletê' ya 32 salan a zarokê bavekî winda
09:01 Piştî komployê tecrîd: Li Îmraliyê di her kêliyê de binpêkirin tên kirin
09:01 Jiyan û hunera ‘Mîrê Ribabê’ Miradê Kinê kir pirtûk
09:00 Li Wanê dê bi hezaran kes biherikin mitînga ‘azadiyê’
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2024'AN
01/10/2024
19:38 Xebatên lêgerînê yên ji bo Kabaîşê di roja 4’an de berdewam kirin
19:06 Surfest bi lîstikên kolanê didomin
18:32 Çalakiya ‘deng bide azadiyê’: Em tecrîdê qebûl nakin
16:37 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên Îranê pêl bi pêl belav dibe
16:30 Meclis hate vekirin: DEM Partî ranebû ser pêyan
16:19 Sîlvan Belediyespor hate avakirin
15:31 Di lêpirsîna tecawiza li zarok de 10 kes hatin girtin
15:20 Ji Daghan ê girtî bo dadgehê: Tu hêzek we ya ku min bidarizîne nîn e
15:15 Hîzbullahê ‘operasyona bisînor a bejahî’ derewand
14:55 Du kurên AKP’iyekî ku gumanbarên cînayetê ne 13 roj in nehatine girtin
14:31 Bernameya bîranîna Komkujiya Garê hat eşkerekirin