* Hevserokê HDP’ê yê Antalyayê Cevdet Çaglar, diyar kir ku 24’ê Hezîrîna mîlad e û got: “Me di 7’ê Hezîranê de parlementerek şand Meclîsê. Em bawer dikin ku vê carê jî em ê 3 parlementeran bişînin Meclîsê.”
* Li Antalyayê bi gelek projeyên şêt xweza tê qetilkirin, lê belê hawirdorpazêr têkoşîna xwe ya li dijî vê yekê didomînin. Endamê Meclîsa Ekolojiyê ya HDK'ê ya Antalyayê Mûzaffer Asma got: "Tenê ne Antalya, Tirkiye tê qetilkirin."
* Li Midûriyeta Emniyeta Navçeya Gazîpaşayê, hatibû derpêşkirin ku Mûrat Araç (19) ji qata 3'yan xwe avêtiye û întihar kiriye. Parêzer Denîz Yildirim got, der barê dosyeyê de "biryara nepeniyê" hene, lê belê mebest ji vê biryarê ew e ku ser dosyeya lêpirsînê bê girtin.
* Amediyan, diyar kirin ku îtîfaqa AKP-MHP’ê ji derveyî kuştin û êrîşan tu tiştî ji bo gelê Kurd nayîne û bertek nîşanî hatina Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan a Amedê dan.
* Li Erdexana yek ji wan herêmên ku HDP'ê di ser ji sedî 90'î re dengan digire jî Herêma Hoçvanê ye. Lê belê di sê salên dawî de ev herêm bi gelek zext û zoriyan re rû bi rû dimîne. Di sala dawî de li herêmê 200 kes hatin binçavkirin û her wiha ji bo gundên herêmê tu xizmet jî nayê kirin. Hat derpêşkirin ku walî ji gundiyan re gotiye: "Eger hûn deng nedin AKP'ê, dê xizmet neyê kirin."
* Piştî ku YSK'ê bi hinceta "ewlehiyê" biryara veguhastina sindoqên li hin deverên Colemêrgê da, şêniyên bajêr bertek nîşanî vê yekê dan û gotin: "Eger sindoqan veguhêzin Enqereyê jî, ew ê biçin dengê xwe bidin."
* Li Şirnexê, YSK'ê bi hinceta "ewlehiyê" biryara veguhastina 40 sindoqî da. Di nav van sindoqan de sindoqeke li navenda Silopiyayê jî heye. Fermandariya Tûgaya Zirxî ya 172'an ku herî kêm 5 hezar leşker lê hene jî li vê taxê ye. Sindoqa li Taxa Cumhûriyetê, veguhastin dibistaneke li heman taxê.
* Namzetê HDP'ê yê Îzmîrê Mehmet Aker ku bi nasnametya xwe ya parêzvaniya mafê mirovan tê naskirin, anî ziman ku ji ber ew wekî parêzvanên mafên mirovan pirgirêkên di vî warî de bi awayekî hevpar çareser bikin, di HDP'ê de cih girtiye.
* Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Febrûniye Akyol ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, di HDP'a ku temsîliyeta wekheviyê û pergala hevserokatiyê heye de, jin bêtir xuya ye û got: "Tekane partiya ku dengê jinê bilind dike HDP ye."
* Namzeta HDP'ê ya Dîlokê Berîvan Ozpolat Şîmşek got: "HDP, hem li Dîlokê hem jî li tevahiya welat li cihekî girîng e. Ji ber vê divê hemû kesên ji ber rejîma yekzilamî û îktîdara Qesrê nerihet in xwedî li HDP'ê derkevin. HDP, pêşeroja vî welatî ye."
* Rêxistinên HDP'ê dê li gelek navendan xebatên hilbijartinê bi ziyareta gund, tax û navçeyan û vekirina buroyên hilbijartinê berdewam bike. (12.00-20.00)
* Karsazê kurd Savaş Buldan, dê bi tevlêbûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan û rêveberên HDP'ê li navçeya Avcilarê ya Stenbolê bi merasimekê bê li ser gora wî bê bibîr anîn. (13.00)
* Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, dê tev li merasima vekirina buroya hilbijartinê ya Esenyurtê bibe. (15.00/18.00)