COLEMÊRG - Derket holê ku li Navçeya Şemzînanê li gel şivan Nasir Taş û Ramazan Aktaş şivan Îsmail Arap û Muhsin Çavşî jî rastî îşkenceyê hatine.
Li gundê Nêrduşê yê Şemzînanê şivan Nasır Taş û Ramazan Aktaş rastî îşkenceya eskeran hatibûn. Derket holê ku li gel Taş û Aktaş 2 şivanên din jî rastî îşkenceya leşkeran hatine. Şivan Îsmail Arap û Muhsin Çavşî yên ji Urmiye ya Îranê ne û hatine li Şemzînanê şivaniyê dikin dema ligel Taş û Aktaş şivanî dikirin ji aliyê leşkerên derketin operasyonê ve rastî îşkenceyê hatin. Şivan Îsmaîl Arap û Muhsîn Çavşî yên welatiyên Urmiye ne, ji ber ku ne welatiyên Tirkiye ne di destpêkê de îşkenceya li wan hatiye kirin veşartine.