NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li Herêma Federel a Kurdistanê operasyon pêk anî. Leşkerên ku derketin operasyonê rastî êrîşê hatin û 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.
Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li Herêma Federel a Kurdistanê operasyon pêk anî. Leşkerên ku derketin operasyonê rastî êrîşa bi roket hatin û 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan. TSK'ê têkildarî mijarê daxuaynî da. "Di 2'ê Hezîrana 2018'an de li Bakurê Irakê di xebatên çêkirina rê de maşîna kar a leşkeran rastî êrîşê hat. Di êrîşa bi roket de, du leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Leşkerek jî bi giranî birîndar bû."