RIHA- Serokê Partiya Gel a Demokrasiyê (HADEP) Mûhsîn Melîk ku di 1994’an de bi êrîşek çekdarî jiyana xwe ji dest dabû li ser gora xwe hat bibîranîn.
Serokê Partiya Gel a Demokrasiyê (HADEP) yê Rihayê, Mûhsîn Melîk û ajokarê wî Mehmet Ayyildiz ku di 2'ê Hezîrana 1994’an de bi êrîşek çekdarî jiyana xwe ji dest dabûn. Melîk û Ayyildiz, di salvegera kuştina xwe ya 25’emîn de li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Mûhsîn Melîk û Mehmet Ayyildiz ên bi hevre hatin kuştin, li Goristan Deriyê Harranê ya Navçeya Eyûbiyê bi merasimekê hat bibîranîn. Di bernameyê de xizmên Melîk, namzedên parlementeriyê yên HDP’ê Hevserokê HDP’ê Ridvan Yavûz, Dayikên Aştiyê û rêveberên IHD’ê amade bûn. Piştî rêzgirtinê, qurnefîl danîn ser gorên wan. Hevserokê HDP’a Rihayê Ridvan Yavûz, li ser gora Melîk axivî û wiha got: “Ez wekî hembajarî û hevalekî wî yê ciwan, kesên ku ew qetilkirin şermezar dikim. Mîrata ku serokê me ji me re hiştiye îroj gihîştiye milyonan. Niha Mûhsîn û Mehmet bi milyonan in. Em soz didin ku ala wan ji me re hiştine em ê bi canê xwe biparêzin û ji destê xwe bernedin.”
Nemzedê HDP’ê Meral Balter jî wiha got: “Me nehişt ku meşaleya wan vemire. Em minetdarê van hevalên xwe ne. Bavê min jî di van salan de hat qetilkirin. Peywira me ew e ku em têkoşîna wan a bi rûmet bidomînin.” Namzedê HDP’ê Nûsret Maçîn jî wiha got: “Şervanê doza azadiyê yê ku serî netewand, ez qatilên wan baş nas dikim. Ez dizanim ku wan çawa kemîn ji bo me danî. Di 1987’an de êrîşî min jî kirin. Bi tesadufî ez xilas bûm. Polîtîkaya wan ew bû ku kadroyên siyasetmedar ên bi hêz ji holê rakin. Duh Çîller hebû îro jî Tayyîp Erdogan heye. Bi saya we şervanên azadiyê em îroj bi serbilindî dijîn.”
Hevsera Melîk Senay Melik jî axivî û wiha got: “Hemû hewldana hevserê min Mûhsîn ji bo parastina kesên mafdar û rastiyê bû. Di vê rêyê de têkoşiya û qet dev jê bernedan. Parêzvanê aştî, hevaltî û biratiya gelan bû. Yên ku nikaribûn wî ji rêya wî bikin ew ji qetilkirin. Mûhsîn û hevalên wî bi zanebûn û bi plan hatin qetilkirin. Bi salan e em bang dikin da ku qatil werin darizandin. Heta ku bên darizandin em ê bang bikin.”
Komê piştî li ser gora Melîk axaftin kirin û dua xwendin derbasî ser gora Mehmet Ayyildizê bûn û ew ji bibîr anîn.