STENBOL – Di çalakiya “Rûniştina F” a vê hefteyê de xwestin ji avakarê Komeleya 78’an û Namzetê HDP’ê yê Herêma 3’yemîn a Stenbolê Celalettîn Can ê nexweş serbest bê berdan.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 323’yemîn de çalakiya “Rûniştina F” li Qada Galatasarayê dewam kir. Komîsyonê di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser ji avakarê Komeleya 78’an û Namzetê HDP’ê yê Herêma 3’yemîn a Stenbolê Celalettîn Can ê nexweş. Daxuyaniya vê hefteyê ji parêzvana mafê mirovan Besna Tosun xwend.
‘DERMANAN NADINÊ’
Tosun destnîşan kir ku Celalettîn Can di 7’ê sibata 2018’an de hat binçavkirin piştî 14 roj binçavkirinê hat girtin û niha li Girtîgeha Silîvriyê de ye. Tosun da zanîn ku Can bi nexweşîna tengbûna nefesê û bronşîtê dijî û dermanên pêwîst ên Can nadinê. Tosun anî ziman ku Can di serdema 12’ê Îlonê de jî 20 sal di girtîgehê de maye û xwest Can demildest bê berdan.