NAVENDA NÛÇEYAN - Parlmentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya li Meletiyê bi nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re di fitarê de hatin gelhev û got: “Pîrozî îstîsmar kirin. Gotin al, millet, welat, Quran, Pitûk û Xwedê. Lê ji ber ku êdî tiştek nema îstîsmar bikin, vê carê jî Remezan weke meha kampanyayê îlan kirin.” Li navçeya Halîliya Rihayê jî HDP’ê buroya hilbijartinê vekir.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Meletiyê, bi nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re di fitarê de hatin gelhev. Fitar li restorantê hat dayîn. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya, Hevseroka HDP’a Meletiyê Perîhan Yucekaya, Nemzetên parlamenteriya HDP’ê Mehmet Tuncel, Jiyan Taş, Kemal Gerdik, Fatma Alataş, Huseyîn Kilinç, Sînan Ozturk, endamên partiyê yên navçe û bajar beşdarî fitarê bûn.
'MIROVAHÎ RIZAND AZADÎ TUNE KIR'
Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya di fitarê de axivî û wiha got: “Desthilatdariya 16 salan êdî tu tişt li ser navê mirovahiyê ne hiştiye. Mirovahî rizand, aştî, edalet, heskirin qetil kir û azadî ji holê rakir. Gotin ‘em partiyek demokrat a muhafazekarin.’ Lê vê desthilatdariyê civakek bê bawer û dejenere kirî derxist holê. Hemû pîrozî îstîsmar kirin. Gotin ‘al, millet, welat, Quran, pirtûk û Xwedê.’ Lê êdî tiştekê ku îstîsmar bikin enmaye. Sond û projeyên wan nema ne. Ji ber vê meha Remezanê, weke meha kampanyayê îlan kirin.”
RIHA
HDP’ê li navçeya Halîliya Rihayê buroya hilbijartinê vekir. Bi sedan HDP’iyên beşdarî vekirinê bûn bi deqeyan bê navber li çepikan xistin û dirûşmeya “Serok Selo” ji Demîrtaş re silav şandin.
Namzetên parlamenteriya HDP’a Rihayê Nîmetullah Erdogmuş, Şerîf Bendaş, Îsmaîl Tellî û Yufus Yetîm axaftinên kurt kirin û piştî axaftinan buroya hilbijartina Halîliyê vekirin.